Qeter baregeha pêşxistina #Osmaniya# nûye
ŞÊRZAD EL-YEZÎDÎ
Qeter di pêşxistina Osmaniyan de û mezinkirina Enqere li ser dewletên Ereban xwedî rolekî mezin e, ew sedema şerê ku li Sûriyeyê diqewimê û destek dide terorê.
Ev ne cara yekemîne ku Qeter di Civîna Komkara Ereban de Wezîrên Derve yên Ereban şermezar dike, dagirkeriya Tirkiyê ji herêmên Bakurê Sûriyeyê û Iraqê û bi taybet piştî dagirkirina Efrîne, Qeter piştî dagirkeriya Tirkiyê destpê kir, xwe amade kiribû ku Wezîrên Derve yên Ereban şermezar bike.
Rolê Qeter a xirakirine li Sûriyeyê û li tevahiya herêmê ji Mexreb heyanî dewletên Bendavê ne veşartî ye. Aloziya di navbera Qeter û dewletên Bendavê de mînaka vê yekê ye. Destê Dewha di xwedîkirina terorê de hîna ji Qaîde Usama Bin Ladin dest pê dike heyanî Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê.
Aloziya ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Ifrîqiya û bi taybet li Sûriyeyê dest pê kir, Qeter ji xwe re da bikaranîn. Wezîrê Derve yê Qeter ê berê Hemed Bin Casim bi ziravî eşkere kir ku wan bi milyarên dolaran pere ji bo rêxistinkirina opozisyone dane bikaranîn. Şerê ku li Sûriyeyê diqewimê sedema wê her du paytextin Dewha û Enqere. Rolê her du paytextan di xirakirina Sûriyeyê de ji Tehran kêm nîne.
Rolê Qeter di pêşxistina Osmaniya nû de û mezinkirina Enqere li ser paytextên ereban re êdî zelal bûye, bi taybet Qeter di lêkirina baregeheke leşkerî ya Enqereyê li Qeterê peyama vê yekê da.
Li hemberî berjewendiyên dewletên Bendavê û yên dewletên Ereban têkiliya Dewha ya dem bi dem bi Îranê re û bi Tirkiyê re êdî eşkere ye. Qeter ji aliyê siyasî, dîplomasî û raghandine ve bi awayekî eşkere alîkarî da dagirkirina Tirkiyê ya Efrîne û herêmên dîtir ên Bakurê Sûriyeyê. Qeter jî ciyê xwe di nava hevpeymana di navbera Enqere, Rûsiya û Îranê de girt.
Dewha ya ku dibêje ez dixebitim ku sîstema Esed hilweşê li hemberî hevpeymana di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê ya ji bo parçekirina Sûriyeyê, li hemberî projeya fedraliya Bakurê Sûriyeyê derketin û destek dayîna rejîma Sûriyeyê, bêdeng ma.
Dibe ku Qeter li ser neqşeya cîhanê biçûk be le bele bi girêdanên xwe yên bi guman û rolê xwe Osmaniyê bipêşve dibe û li herêmê jî ya herî zêde dibe sedema şer û xirabiyan.[1]