Keleha Şiqeyêf têkliyên Kurdan û Filestîniyan xurt kir
UMER MÛSA / GAZZA
Xwîna Kurd û Ereban ku di keleha Şiqeyêf de ketiye nava hevûdu têkliyên di navbera Kurdan û Filestîniyan de xurtir dike. 6'ê Hizêranê 35'emîn salvegera şerê Keleha Şiqeyêf e û li vir ji bo parastina fikrên giranbuha yên dozên cîhanê û bi taybet dozên herdu gelên Filestînî û Kurdî.
Komployên qirêj ku li ser gelên herêmê tên meşandin û civakên herêmê ber bi xwînrijandin û aloziyan ve dibin. Ev komplo heta roja me ya îro berdewam dike û dîrok xwe ji nû ve dubare dike û şerê biratiyê di nava van civakan de dike. Tevî hemû bang û hewldanên dogmatîkkirina têkliyên di navbera gelan de li ser bingehên berjewendiyên taybet û dûrxistina wan ji rastiya têkliyên di navbera wan de.
Buyerên ku niha li Rojhilata Navîn rû didin, nimûneya vê komployê ye. Di nava vê komployê de têkşikandina têkliyên Kurdî û Erebî hebûn. Lê rastiya rûyê gelan di dîrokê de careke din bi girêdana xwînê eşkere kir.
Di çarçoveya çerxa dîrokî de ku biratiya gelan didomîne, 35'emîn salvegera şerê keleha Şiqeyêf hat ku têde xwîna Kurd û Ereban ketiye nava hevûdu û parastina fikra giranbuha ya dozên herî adil di cîhanê de dikin, ango dozên herdu gelên Filestîn û Kurd.
Dibe ku girêdana di navbera van herdu gelan de normal diyar bibe, lê xwediyên doza hevbeş a herdu gelan li ser bingeha biratiya bindestan tevgeriyan ku ji gelên bindest dixwaze ku êşa xwe bi hevûdu re parve bikin û ji bo rizgariyê bi yek destî têbikoşin. Ev rêgeza ku di têkliyên Kurdî û Filestînî de bi girêdana xwînê hate meşandin û weke mînakeke bê hempa a têkliyên di navbera gelan de ye.
Têkliyên Filestînî û Kurdî bi girêdanên xwînê
Beriya 35 salan di 6'ê hizêranê de 3 hêzên leşkerî yên Îsraîlê êrîşî keleha dîrokî ya Şiqeyêf a li Lunbanê kirin û hewl dan hêzên rêxistina rizgariya Filestînê li Lubnanê tune bikin. Ciwanên Kurd ên şehîd Mihemed Atmaca, Welî Çeqmaq, Ismet Ozkan, Kemal Çelîk, Emîn Yeşar, Şerîf Aras, Mustefa Marinkoz, Şihabeddîn Kort, Urfan Ay, Silêman Tozco, Korcan Ozcan, Ebdullah Komral û Ebdilqadir Çopekço li rex ciwanên Filestîniyan li hemberî êrîşa Îsraîlê li ber xwe dan û xwîna herdu gelan li ser riya azadiyê kete nava hevûdu.
Ev şerê dîrokî ku veguherî mînakeke leşkerî, di nava akademiyên leşkerî yên Îsraîlê de dihat vegotin, dema ku Îsraîlê di sala 1982'an de êrîşî Beyrûtê kir da ku Tevgera Berxwedana Rizgariya Filestînê ya çekdar tune bike.
Ev şer veguherî buyerekê ku nûnertiya girêdana cewherî ya herdu dozên Filestînî û Kurdî kir. Di herdu dozan de têkoşîna ber bi azadiyê ve eşkere ye. Lê ev herdu dozên ji bo azadiyê çi bi riya soza Belfor di sala 1917'an de û çi jî bi riya hevpeymana Sykes-Picot ya sala 1916'an rastî şerekî qirêj hatin û Îsraîl li şûna gelê Filestînê hate avakirin û gelê Kurd jî di nava çare dewletan de hate parçekirin.
Di pevçûnên li Keleha Şiqeyêf de ku di navbera yekîneyên komandos li rex Tugaya Colanê yên Îsraîlê û şervanên Rêxistina Rizgariya Filestînê li rex şervanên ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de rû dane, bi sedan leşkerî dîl ketin destên artêşa Îsraîlê û ber bi hundirê Filestînê ve hatin veguhestin. Di nava wan de bi dehan ciwanên Kurd jî hebûn. ( li gorî raporên ku hin navendên lêkolînan ên Îsraîlê vedibêjin).
Li rex dîl û şehîdan di van raporan de tê gotin ku cenazeyên sê şehîdan nehatine naskirin. Li gorî gotinên fermandarê tabûra El-Cermeq a xwendekaran di wê demê de Muhîn Tahir diyar dike ku evan hersê cenaze jî şehîdên Kurd in û li 12 şehîdên din zêde dibin.
Daxuyaniya hevbeş ku ji aliyê Eniya Niştimanî ya Rizgariya Filestîn û Partiya Karkerên Kurdistanê ve di derbarê şehîdên berxwedana keleha Şiqeyêf de di wê demê de hatiye hatiye derxistin, navên şehîdên Kurd û Filestînî hatine belgekirin. Her wiha di albuma şehîdan de ku çapxaneya Serxwebûnê ya girêdayî PKK'ê di sala 1983'an de derxistiye navên hemû şehîdan hatine nivîsandin, lê mixabin evan buyer ji aliyê Filestîniyan ve nehatine arşîfkirin, nemaze ji ber rewşa ku di wê demê de Filestînî têre derbas dibûn.
Li gorî rojnamevanê Birêtaniyayê ku şer dişopand, Robert Fîsk ku pirtûka Lubnan di şer de ye nivîsandiye diyar dike ku hêzên Îsraîlê bêyî fedekariyên mezin ên hêzên Filestînî û Kurdî nikaribûn serweriya xwe li ser keleha Şiqeyêf ferz bikin, vê yekê hişt ku di wê demê de hikûmeta Îsraîlê hov bibe û li hemberî berxwedana van hêzan matmayî bimîne ku têde hêzên Kurdî beşdar in.
Ev beşdarbûna kurdan a leheng di şer de, tova hevkariyê di navbera gelên Filestîn û Kurd de çand, tevî ku têkliyên di navbera wan de kevn in, nemaze rola leşker û efserên Kurd ên di artêşa Îraqê û Sûriyeyê de di şerên Filestînê de ber bi çav bûn û gelek ji van leşker û efseran li eniyên berxwedanê yên filestînê şehîd bûne. Tevgera siyasî ya kurdî di wê demê de li ba welatiyên Filestînê xwedî taybetmendiyekê bû.
Lê di qonaxa şerê keleha Şiqeyêf de ragihandina fermî û zelal a helwesta Kurdî û gelê Kurd û hêzên PKK'ê di destpêka salên 80'yî de ya destpêkirina şerê çekdarî li dijî siyasetên Tirkiyeyê yên faşist ên li hemberî mafên gelê Kurd bû. Dewleta Tirk ku yekemîn dewleta Îslamî hebûna Îsraîlê di Filestînê de nas kiriye û heta niha hevkariya Îsraîlê dike û xapandina gelê Filestînê dike.
Hevkarî û girêdana bi xwînê ya di navbera gelê Kurd û Filestînê de hişt ku hewldanên li dijî vê têkliyê zêde bibin û hewldan têkliyên dîrokî yên di navbera herdu gelan de têkbişkînin.
Têkliyên Filestînî û Kurdî: hevkariyeke siyasî, leşkerî û çandî ye
Têkliyên di navbera herdu gelan de ku bi riya pêla tevgerên çepgir ên leşkerî dihat xurtkirin, hişt ku dozên van gelan ji hevûdu ve nêzîk bibin û li dijî projeyên hegomoniya herêmî û navnetewî hevkariya hevûdu bikin. Li gorî nivîskarê kurd Dara Ebdullah hevkariya siyasî derbas kiriye û perwerdeyên leşkerî yên rasterast di navbera ciwanên Filestînî û şervanên PKK'ê de pêk dihatin. Her wiha hewldana avakirina nêrîneke hevbeş a rizgariya Kurdî û Erebî dihat kirin, da ku nijdaperestî were tunekirin û rêgezên azadiya gelan û edaleta civakî pêk bînin.
Çawa ku ciwanên Kurd xwîna xwe fedayî doza gelê Filestînê kirin, di nava şervanên li çiyayê Kurdistanê de jî gelek ciwanên Ereb cihê xwe digirin û li rex birayên xwe yên Kurd têdikoşiyan. Naskirina filestiyan ji soza Kurdî re hişt ku têkliyên di navbera herdu gelan de bêtir bêne xurtkirin.
Tê gotin ku peywendiyên di asta rayedaran de jî nehatin birîn û di navbera Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û nemir serokê Filestînê Yasir Erefat de têklî berdewam bûn. Nivîskar û lêkolînerê Ewropî Corden Tomas xwediyê pirtûka (veşartiyên Mosad) destnîşan dike ku rola istixbaratên Îsraîlê di girtina Ocalan de sereke ye.
Nivîskar rola Îsraîlê di komkirina agahiyan di derbarê Ocalan de li gorî berjewendiya Tirkiyeyê mezin bû. Sedema vê yekê jî ew bû ku peywendiyên leşkerî û siyasî di navbera Ocalan û gelê Filestînê de gelekî pêş diketin û piştgiriya gelê kurd bi gelê Filestînê re dihat çespandin.
Têkliyên istixbaratî yên di navbera Îsraîlê û Tirkiyeyê de her tim berdewam bûn û heta niha didomin. Îsraîlê di derbarê çalakvanên PKK'ê de agahî kom dikirin û radestî hikûmeta Tirkiyeyê dikirin.
Piştî ku rayedarên Rêxistina Rizgariya Filestînê vegeriyan hundirê Filestînê û hikûmeta niştimanî ya Filestînê ava kirin, rayedarên Filestînê li hemberî rêgezên têkliyên hevbeş di navbera gelê Kurd û Filestînê de rêzdar bûn. Her wiha buroya Tevgera Kurdî li Filestînê hate vekirin û weke nûnerê fermî yê Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Kurdistanê hate destgirtin.
Di havîna 1999'an de nemir serokê Filestînê Yasir Erefat sponseriya konferansa damezrêner a Komeleya dostaniya Filestînî û Kurdî kir û li bajarê Ramellah yekemîn komeleya dostaniya Erebî Kurdî hate avakirin. Di sala 2000'an de jî komeleya dostaniya Kurdî û Erebî li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê hate avakirin.
Têkliyên Kurdî û Filestînî di heman atmosfêra biratî de heta niha berdewam dikin, tevî hemû hewldanên têkşikandina van têkliyan bi riya têgehên şovenîst ku di nava gelên Ereb û Kurd de tên belavkirin. Tişta ku gelên Kurd û Ereb komî ser hevûdu dike gelekî ji tişta ku wan ji hevûdu dûr bixîne mezintir e. Têkliyên Kurdî û Filestînî dê her tim weke mînaka biratiya gelan bimînin.[1]