#Tirkiye# siyaseta tirkkirinê û guhertina demografîk li Bakurê Sûriyeyê dimeşîne
Piştî ku Tirkiyeyê di 24'ê Tebaxa 2016'an de bajarê Cerablûsê yê li Bakurê Sûriyeyê dagir kir, niha dagirkeriya xwe li herêmên Bakurê Sûriyeyê di bin hinceta avakirina herêmên ewle de fireh dike da ku koçberên Sûriyeyê tê de bi cih bike, hêdî hêdî hegomonyaya xwe li ser Bakurê Sûriyeyê ferz dike da ku dagirkeriya xwe li vir mayînde bike.
Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve Tirkiye daxwaza avakirina herêmeke tampon li Bakurê Sûriyeyê dike û hebûna pêkhateya tirkmen li herêma Şehba hincet digire. Artêşa tirk di #24-11- 2016# 'an de bi hinceta şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê beşeke herêma Şehbayê dagir kir. Operasyona Tirkiyeyê ya di bin navê Mertalê Firatê de wek çalakiyeke radestkirinê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hat û li hemberî wê Tirkiyeyê dê çek û cebilxane ji çeteyên DAIŞ'ê re li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) peyda bike da ku rizgarkirina wê ya Reqa û gundewarên wê asteng bike.
Piştî ku artêşa tirk Cerablûs, Bab, Ezaz û Çobanbeg dagir kirin, Tirkiyeyê heman siyaseta rêjîma Baasê li dijî gelên herêmê da meşandin û bi hezaran malbatên kurd û ereb ji herêmê ber bi bajarê Helebê û rojhilatê çemê Firatê ve koçber kirin.
Piştî koçberkirina malbatên kurd û ereb bi darê zorê artêşa dagirker malbatên tirkmen ji Iraqê û hin herêmên din ên Sûriyeyê anîn û li vir bi cih kirin. Her wiha bi sedan welatî kuştin û revandin ku hê jî çarenûsa bi sedan ciwanan ne diyar e û mal û milkên welatiyan talan kirin.
Piştî demekê ji dagirkeriyê Tirkiye niha hewl dide hegomonya xwe li ser van herêman ferz bike. Artêşa Tirkiyeyê li ser deriyên bajaran wêneyên leşkerên ku li van herêman hatine kuştin daliqandin û alên Tirkiyeyê û wêneyên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser saziyên sivîl daliqandin.
Piştî ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê di 18'ê Adara 2018'an de derbasî herêma Efrînê bû, artêş û komên çete yên girêdayî wê heman siyaseta ku li herêma Şehbayê dane meşandin, dide meşandin.
Tirkiyeyê bircên peywendiyê li parêzgeha Idlibê jî bi cih kirin, piştî ku 12 xalên çavdêriyê li gorî hevpeymana herêmên kêmpevçûn ava kirin.
Malperên nêzî komên çete yên li Idlibê diyar kir ku ev bircên peywendiyê dê li devera Iştebreq a nêzî bajarokê Cisir Şixor a Idlibê dê bêne bicihkirin.
Şîrketên peywendî û telefonan ên Tirkiyeyê niha li gelek deverên parêzgeha Idlibê bircên xwe bi cih dikin. Yek ji van şîrketan Turkcell piştî ku bircên xwe li Şehbayê bi cih kirin niha li Efrînê û Idlibê jî bi cih dike.
Tirkiye li herêmên ku dagir kirine, siyaseta tirkkirinê bi gelek rêbazan dide meşandin.[1]