Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,997
Wêne
  124,084
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,841
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Vebijarka Rojhilata Navîn demokrasî ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Vebijarka Rojhilata Navîn demokrasî ye
ZEKÎ BEDRAN

Tirkiye berî demeke kurt dixwest li Rojhilatanavîn bibe dewleteke pêşeng. Xwedî li gelê Filistînê derdiket û ji Îsraîlê re digot “one minute”. Navbera wan û Siûdiyan gelek baş bû. Bi saya welatên Ereb pereyê germ derbasî Tirkiyê dibû. Niha jî polîtîkaya Tirkiyê ya derve ji rêya xwe derketiye. Têkiliyên wan bi DYE û NATO’yê re xirabe. Erdogan derbeya esasî li Misirê xwar. Piştî ku Mûrsî bi darbeyê hat xistin şansê Birayên Misilman ku li seranserê Rojhilatanavîn bibin desthilat, têk çû. Ji ber ku Erdogan di heman xetê de bû hesiband ku pêşî lê hat vekirin. Lê niha ji derveyî Qatar’ê têkiliyên ti welatekî Ereb bi Erdogan re nema.

Tirkiyê qaşo dixwest lîdertiya eniya Sunî bike. Îro ji bo ku bi Îranê re têkiliyên xwe baş bike diberpite. Di aliyekî de li dijî eniya Şiî, di aliyê din de ji ber dijmintiya li Kurdan mehkûmî Îranê ye. Ji ber ku xwest pereyên reş yên Îranê paqij bike û jê sûdê werbigre li Emerîkayê hat darizandin. Ji vê jî wêdetir Tirkiye weke hêza NATO’yê ya bingenîn niha ketiye hembêza Rûsyayê. Dîsa ji ber dijminatiya li Kurdan bertîlê dide Rûsyayê, îhaleya santrala atomê dide, û fuzeyên S-400 dikirre. Ya herî xirab, weke parazvanê çeteyên çekdar yên li Sûriyê bû muxatabê Rûsyayê. Ji gelek herêman komên çekdar anî li Îdlibê bi cih kir. Sedema van hemûyan ew bû ku ji bo dagirkirina Efrînê piştgiriya Rûsan bigire. Efrîn dagir kir lê çete li wir dimînin. Rûsya niha dibêje, “An çeteyên xwe bigre an jî ji bo şer razî be”. Tengaviyên Tirkiyê wê hê mezintir bibin. Aborî êdî di rewşeke xirab de ye. Aborî êdî nikare barê şer zêde hilgire. Her wiha li Sûriyê weke ku Tirkiyê dixwest lê nehat. An wê çeteyên xwe bifiroşe an jî wê li cem wan şer bike. Êdî xwedî wê hêzê nîne ku li ber Rûsyayê rabe. Zincîra Kurd di stuyê wî de ye. Dagirkirina Efrînê û Sûriyê wê li lingên wî biale. Erdogan wê qebûl bike ku Pûtîn birayê mezin e. Dema ku Pûtîn bibe kekê Erdogan wê caran sîleyan jî lê bide. Dema ku li ber Rûsyayê rabe wê nikaribe li Sûriyê bimîne. Hêzên demokrasiyê yên Sûriyê wê wan û çeteyên wan biqewitînin.

Tirkiye bi DYA’yê re dike qirecir. Yên ku nizanibin wê bihesibînin ku Tirkiye dij-emparyalîst an jî dij-kapîtalîst e. Li Tirkiyê hikûmetên bi qasî Erdogan û alîgirên wî ku pere weke xweda dibînin û dikin milk nehatiye dîtin. Hemû pirsgirêkên bi Emerîka re ji ber dijmintiya li Kurdan e. Dixwazin ku Emerîka jî weke wan dijberiya Kurdan bike. Dibêje “ji Sûriyê derkeve ku ez êrîşî Kurdan bikim.” Berê bi Rûsyayê re jî bi pevçûn bû. Piştî ku Rûsan bi Erdogan re lihevkir û li Efrînê bûn hevparê sûcên miravahiyê, wê demê dev ji qirecirê berda.

Tirkiyê dixwest li Rojhilatanavîn hespê xwe bibezîne. Qaşo stratejiyên wan yên kûr hebûn. Lê nikaribû ji dagirkeriyeke hoveber, teqlît û çor derbas bike. Nikaribû bi senteza Tirk-Îslam ji vê yekê derbas bike. Tenê li der û hundir bi avakirina dijmin û gurrkirina nijadperestî û netewperestiyê dikarin faşîzmê li ser piyan bigirin. Îtîfaqa faşîst a Erdogan û Bahçelî wê Tirkiyê hê zêde tengavî bike. Me berî niha jî anî bû ziman. Fatûraya qirecirkirina bi Emerîkayê re jî heye. Her kes ne weke Kurdan e. Dibe ku Kurdan bikujin, axa wan dagir bikin û paqijiya etnîkî li ser wan bikin. Heta niha hêzeke Kurdan ya ku hesabê bixwaze tune bû. Tifaqên wan yên navnetewî jî tunebûn. Ji ber wê kengî bixwestana li ser wan dixistin. Lê DYA ne wisa ye. Dema ku hefsarê dolar bikşînin, wê faturayeke bi mîlyaran dolar ji wan derxin. Ji ber wê Erdogan qibleya xwe şaş kiriye. Dihesibîne ku wê bi tumenê Îranê û rûbleyê Rûs ku ti qîmeta wan tine ye, krîza aborî derbas bike. Dibêje, “em pereyên mîllî bikarbînin.” Pere û sermaye wisa mîllîbûnê, dîn û terîqetan nas nake. Ti qîmet û hukmê van gotinan ji bilî ku xîtabî kolanan bike, tune ye.

Erdogan kesekî pragmatîst û derewkarekî basît e. Ev yek karekterekî tîpîk yên rêveberên faşîst e. Heta duh gotinek nehişt ku ji Angela Merkel re nekir. Niha jî ji bo ku tengavîbûna xwe derbas bike xwe davêje hembêza Almanya û welatên din yên Ewropayê. Lê ji aliyê din ve bi qasî ku êrîşî Dayîkên Şemiyê bike zordest e. Ji bo ku van nakokî û tengaviyan binirxîne pêdivî bi muxalefeteke demokratîk heye. Eşkere ye ku êdî CHP ne xwedî wê karekterê ye. Bêyî ku rê bidin lîstikên CHP’yê yên ku dixwaze nava muxalefetê vala bike, ji bo berxwedanê û rêxistinkirinê şert û merc guncaw in. Zext zêde ne lê rastî jî êdî nayên veşartin. Dem dema ku pala xwe bidin rastiyan faşîzmê derbas bikin û demokrasiyê li Rojhilatanavîn belava bikin.
ÇAVKANÎ:ROJNAMEYA RONAHÎ
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 393 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-04-2025
Gotarên Girêdayî: 40
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 11-09-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 393 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!