Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,612
Wêne
  123,875
Pirtûk PDF
  22,077
Faylên peywendîdar
  125,576
Video
  2,192
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,174
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,819
Kurtelêkolîn 
6,821
Şehîdan 
4,561
Enfalkirî 
4,851
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Hemû bi hev re 
273,542
Lêgerîna naverokê
Rêveberiya Xweser yekitiya Sûriyeyê mîsoger dike û planên dagirkeran têk dibe
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#Rêveberiya Xweser# yekitiya Sûriyeyê mîsoger dike û planên dagirkeran têk dibe
EHMED MIHEMED

Rêjîma Sûriyeyê bi israra xwe ya di çareserkirina leşkerî de ji bo aloziya Sûriyeyê, krîzê kûrtir dike û hişt ku dewletên dagirker destwerdana karûbarên Sûriyeyê bikin da ku bi çarenûsa gelan bilîzin. Rêjîm bi van nêzîkatiyên xwe Sûriyeyê ber bi şerekî wekaletan ê navneteweyî ve dibe.
Rêveberiya Xweser yekitiya Sûriyeyê mîsoger dike û planên dagirkeran têk dibe
Operasyonên leşkerî yên li ser xaka Sûriyeyê, lihevkirin û nelihevkirinên navdewletî ji bo berjewendiyên xwe heya niha didomin. Rûsya bi lihevkirinên xwe yên bi Tirkiyeyê re dixwaze Tirkiyeyê bi aliyê xwe de bikişîne û ji welatên endamên NATO’yê, di serî de ji Amerîkayê dûr bixe, her wiha hewl dide roleke sereke di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de bilîze û nehêle dewletên koalîsyonê sûdê jê wergrin.
Wekî ku em dibînin Rûsya û Tirkiye komên çete ji Idlibê ber bi Efrînê ve dişînin, armanca Rûsyayê ya ji vê yekê ew ku bi hevkariya Tirkiyeyê fişarê li pêkhateyên rojhilatê Firatê bikin da ku dest ji projeya xwe ya demokratîk berde, ji ber ku dibîne ev proje xizmeta berjewendiyên wê nake. Her wiha gelê bakurê Sûriyeyê ji hevalbendê wê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê, qut bike. Ev axaftin di gelek aliyan de aşker bû, mînaka wê bêdengiya Rûsan a li hemberî dagirkirina TirkiyEYê li Efrînê ye ku Rûsya bi vê bêdengiya xwe li bendê bû ku gelê Efrînê xwe radest bike û xwe biavêje hembêza rêjîmê. Lê rewş ne li gorî texmînên Rûsan derket ku gelê Efrînê teslîm nebû û li hemberî dagirkeran berxwedaneke dîrokî nîşan da.
Em dikarin vê mijarê bi awayekî din bêtir diyar bikin; armanca îtîfaqa her du aliyan (Rûsya û Tirkiye) parastina baregehên Rûsan û berjewendiyên wan li herêmê ye. Li vir jî diyar dibe ku Rûsya û hin dewletên hevalbendên Tirkiyeyê #Efrîn# , Bab, Cerablus û Sûriyeyê wekî herêmên Sûriyeyê nabînin, tenê bajarê Idlibê wek herêma dawîn ya Sûriyeyê dibînin.
Di heman demê de, ev îtîfaq ji Tirkiyeyê re jî sûdek e ku hewl dide baweriyê bide çeteyan ku Tirkiye tekane dewlet e ku parastina wê dike û xwe wekî parêzvanê Idlibê bide xuyakirin. Li aliyekî din jî hewl dide bi hinceta parastina ewlekariya Sûriyeyê çeteyên xwe ber bi bakurê Sûriyeyê bişîne da ku aramiya herêmê têk bibe. Lê mebesta Tirkiyeyê êdî ji her kesî re aşkera bûye ku Sûriyeyê dagir bike û serdema Osmaniyan vejîne.
Bi avakirina herêmeke bêçek û agirbestê jî aloziya Sûriyeyê çareser nabe, berevajî wê, alozî berdewam e û dê kûrtir jî bibe, ji ber ku destwerdana hêzên derve hê jî berdewam e. Di heman demê de jî parçeyek ji Sûriyeyê wekî Efrîn, Bab û Cerablusê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, madem ku ev herêm di destê dagirkeran de ye, ne mimkun e aloziya Sûriyeyê çareser bibe. Li aliyekî din jî hebûna komên terorîst ên girêdayî Tirkeyeyê ewlehiya herêmê di nava xetereyê de dihêle, ji ber ku Tirkiye hemû komên terorîst di nav de Cebhet El-Nusra li herêmên ku dagir kirine, kom kirine.
Lihevkirinên hêzên navdewletî yên der barê Sûriyeyê de îrade û hêviya gelê Sûriyeyê ya di demokrasî û jiyaneke azad de pêk nayne û beşeke mezin ji Sûriyeyê bûye stada di navbera Tirkiye û Rûsyayê de.
Li gel van rûdanan, diyar dibe ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hemû beş û hêzên xwe yên siyasî pejirandine, projeya herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye û yekitiya xaka Sûriyeyê mîsoger dike. Lewre pêwîst e hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê, her wiha rêjîma Sûriyeyê vê projeyê bipejirînin û pratîze bikin, da ku rê li ber parçebûna Sûriyeyê û destwerdana derve bigirin.
Li pêşberî van pêşdeçûnan ku Sûriye tê re derbas dibe, tê xwestin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê muzakereyên çareserkirina aloziya Sûriyeyê bidin destpêkirin, bi danûstandinan asoyên çareseriyên radîkal ji bo aloziyê vedibin. Ji bo ku çareserî pêk were jî divê destûreke ku mafên hemû gelan biparêze, ji rêjîmê tê xwestin ku dest ji hişmendiya xwe ya Yek netewe, yek ol û yek ziman berde û tev li danûstandinên çareseriyên siyasî bibe.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 123 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-04-2025
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 29-09-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 123 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.407 çirke!