Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,984
Wêne
  124,075
Pirtûk PDF
  22,090
Faylên peywendîdar
  125,835
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
‘Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê desthilatdarî hejand’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevkarên Kurdîpêdiya êş û serkeftinên jinên Kurd ên hevdem di databasa xwe ya neteweyî de arşîv dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê desthilatdarî hejand’
SALIH CUMA PÎR

Çaremîn salvegera serhildanên destekirina berxwedana Kobanê yên 6-7-8 Cotmehê ye. Ev serhildan di siyaseta Kurdistan û #Tirkiyeyê# de werçerxeke gelekî girîng îfade dikin. Armanca Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP´ê ew bû ku rabûna Kurdan a li Rojhilata Navîn, bi danfetisandina wan a li Kobanê asteng bike. Bi vê armancê DAÎŞ ajotibû ser Kobanê. Jixwe, dema ku DAIŞ`ê dor li Kobanê girt jî, Tayyîp Erdogan got, va ye Kobanê li ber ketinê ye û bi van gotinan mizgîniyek dida ku kêfa wî jê lê eşkere dikir. Lê belê, dema ku Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê xwedî li Kobanê derketin û di 1´ê Mijdarê di Roja #Kobanê# ya Cihanê de gel û hêzên demokrasiyê rabûn ser piyan, hemû planên Tayyîp Erdogan serûbinî hev bûn. Ji ber vê yekê dijminatiyeke wî ya gelekî mezin heye li dijî serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê ku di serketina Berxwedana Kobanê de xwedî dewreke girîng in. Heta, tevî ku ti elaqeya wî pê re nîne jî, hevserokê berê yê HDP´ê Selahattîn Demirtaş bi îdîaya teşwîqkirina serhidanên 6-7-8´ê Cotmehê di zindanê de radigire.
Çalakiyên 6-7-8´ê Cotmehê yên destekkirina Berxwedana Kobanê, di serketina Berxwedana Kobanê de xwedî cihekî gelekî girîng in. Gelê Bakurê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê desteke mezin da Berxwedana Kobanê. Li ser sînorê di navbera Pirsûs û Kobanê de her roj bi dehhezaran mirovî destek da berxwedêran. Bi sedan ciwanî sînor derbas kir û çû li Kobanê şer kir. Vê hem destek û moraleke mezin da berxwedêran û hem jî kir ku gelên dinyayê hestyar bin beramberî Berxwedana Kobanê. Xurtbûna 1´ê Mijdarê Roja Kobanê a Cihanî, li her deverî rabûna ser piyan a gelan û hêzên demokrasiyê jî bi tesîra çalakiyên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê çû serî.
Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê ewqasî mezin bûn û desthilatdarî hejandin ku kirin AKP bê ber têkçûnê. AKP´ê heta hingê bi îdîaya, herî baş ez Kurdan kontrol dikim desthilatdariya xwe li ser piyan digirt; di encama rabûna ser piyan a Kurdan û hêzên demokrasiyê de tirsa rûxiyanê girte wê. Tayyîp Erdogan cara pêşî hingê kete nava wê tirsa têkçûnê. Deh caran ji hewldana darbeyê ya 15´ê Tîrmehê bêhtir, ev serhildan bûn tehlûke û gef li desthilatdariya AKP´ê kirin. Bi wî rengî ku serokwezîr, wezîrê karê hundir û gelek wezîrên din xwe avêt HDP´ê û jê xwestin ku bi Qendîlê re peywendiyê deyne da ku serhildanan rawestîne. Wan got, heger ev serhildan bên rawestandin, hikûmet wê di pirsgirêka Kurd de gavên baş biavêje. Di dema Serhildanên 6-7-8´ê Cothemê de Tayyîp Erdogan û AKP´ê ji HDP´ê xwest peyamê bigihîne Qendîlê û niha HDP´ê gunehbar dikin.
Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP´ê dema ku li ser esasê fetisandina Şoreşa Rojava negihiştin armanca xwe ya lawazkirina Tevgera Azadiya Kurd û bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê hat fêmkirin ku Kobanê wê nekeve, vê carê jî biryara dijwarkirina şerê li Bakurê Kurdistanê dan. Jixwe, biryara şer a ku piştî serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê hat dayîn, bi yekemîn Civîna Ewlekariya Milî ya dewleta Tirk veguherî biryara dewletê. Bi serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê re êdî hat fêmkirin ku Kobanê wê nekeve; di heman demê de hat dîtin ku li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd gihiştiye hêzeke mezin. Sedema esasî ya van êrişan ku îro jî dewam dikin, rabûna ser piyan a gelê Kurd di 6-7-8´ê Cotmehê de ye. Deshilatdariya AKP´ê yan wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de gav bavêta, yan jî wê xwe li şerekî dijwar biqewimanda. Ji ber ku siyaseta wê ya çareseriyê nebû, êriş zêde kirin û ew şerê ku ku armanca wê şikandina îradeya gelê Kurd bû, dijwar kir.
Di çalakiyên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê de qederê 40 Kurdên welatparêz hatin qetilkirin. Esker, polîs û hevkarên dewletê êrîş bire ser serhidanan, xwestin bi qetilkirina mirovan pêşiyê li serhildanan bigirin. Lê belê, beşeke girîng a Kurdistanê kete kontrola ciwanan û gel. Heger hikûmetê peywendî bi HDP û PKK´ê re daneyniya û hin soz nedana, van serhildanan dewam bikira, hingê dibû ku desthilatdariya AKP´ê li ser piyan nemaya. Lê belê ji ber hebûna rewşa şernekirinê, ev çalakî weke çalakiyên destekkirina Berxwedana Kobanê sînordar man. Dewleta Tirk piştî van çalakiyan biryara şer da, rêya ku ber bi desthilatdariya îro ya faşîst a AKP-MHP´ê ve çû jî wisa vebû. Ya rastî, Serhildanên Kobanê yên 6-7-8´ê Cotmehê, rûyê rast ê AKP´ê derxistin holê û bi heman rengê têkiliyên wê bi DAIŞ`ê re jî.
Di Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê de şirîkê DAIŞ`ê desthilatdariya AKP´ê bi dehan welatparêz qetil kirin û bi vê jî careke din dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd nîşan da. Desthilatdariya AKP´ê ku mirov qetil kirin, ji bo ku ser vî sûcî û dijminatiya gelê Kurd bigire, kuştina 3 alîgirên Huda-Parê kire rojev, a ku îro jî ne diyar e ka çawa hatine kuştin. Operasyoneke psîkolojîk bi rê ve bir ku Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê bi vê bûyerê re yek nîşan da; hewl da ji bo vê yekê têgihanekê çêke. Bi vî awayî, xwestin biryara şer a li dijî gelê Kurd a ku piştî Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê dan, dûrî çav bikin. Ya rastî, di encama Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê de dewleta Tirk fêm kir ku bi DAIŞ`ê wê nikaribe Tevgera Azadiyê ya Kurd bitepisîne û ew bi xwe kete dewrê. Heger dewleta Tirk îro jî li her deverê êrîş dike, sedema vê yekê ew e ku di encama Serhildanên 6-7-8´ê Cotmehê de fêm kir ku bi destê DAIŞ`ê nikare Tevgera Azadiyê ya Kurd tesfiye bike.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 200 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-04-2025
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 04-10-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 31-10-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 200 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.172 çirke!