Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,012
Wêne
  124,093
Pirtûk PDF
  22,092
Faylên peywendîdar
  125,854
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,821
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Hemû bi hev re 
273,933
Lêgerîna naverokê
Pilana Tirkî… Gef e ji bo berjewendiyên Amerîka li Rojhilatê Firatê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Pilana #Tirkî# … Gef e ji bo berjewendiyên Amerîka li Rojhilatê Firatê

Gavek ne dûr bû ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di vê dema dawî de. Di dîroka 28.10.2018`an de hin noqteyên Hêzên Sûriyê Demokratîk û malên sivîlan hatin armancgirtin bi mermî, hawan û topavêjan, li herêma Girê Spî û #Kobanê# . Di encama vê êrîşê de endamek erka xwe parastinê û zarokê 6 salî Sara hatê qetilkirin û du rojnameger jî birîndar bûn. Tiştê ku derdikeve ortê ku ev êrîş encama civîna çar alî ya li Stenbolê bû??
Çima dewleta Tirk êrîşî Rojhilatê Firatê kir?
Bê guman dewleta Tirk naxwaze şerê Sûriyê zû bi dawî bibe. Ji ber wê jî dixwaze rewabûnekî ava bike da ku fermî mudexeleya Sûriyê bike û li ser bakur rojhilatê Sûriyê şerekî ragihîne. Dewleta tirk bi bahaneya ku ji ewlekariya wê re dibe metirsî van êrîşan pêk tîne.
Dewleta Tirk piştî ku hevalbendên wê yên weke komên îslamî yên radîkal bi ser neketin di van herêmên navborî de hewildana xwe dîsa kir. Ev dewleta ku di heft salên dawî de rolek xwe ya bê hempa di piştgiriya DAIŞ de dida û ji wan re rêya derbasbûnê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de vedikir.
Dewleta Tirk a di vê dema dawî de li ser herêmên rojhilatê Firatê de ji bo li beramberî tunekirina DAIŞ`ê li parêzgeha Dêra Zorê raweste, ev êrîş pêk anî. Ev gav ji bo DAIŞ`ê bû derfetek da ku xwe ji nû ve komî ser hevdu bike. Xurtkirina çeteyên DAIŞ`ê jî dikeve xizmeta ku eniyên şer li beramberî QSD berfireh bibin.
Rêkeftina Minbicê
Di heman demê ku serweriya DAIŞ`ê berfirehtir bû bi rawestandina operesyona Dêra Zorê Tirkiyê ji nû ve Minbic xist dewrê û dosya wê vekir. Herwiha Tirkiyê ji Emerîka xwest ku zû berê xwe bide pêkanîna rêkeftina Minbicê xwedî naveroka meşandina dewriyetan bi hev re li seranserî xetên sînor di navbera herêmên di bin serweriya Mertala Firatê û herêmên di bin serweriya QSD de.
Tirkiye niha dixwaze derbasî nava bajêr bibe û di nava bajêr de dewriyetên xwe bimeşîne.
Bi dawîkirina projeya Bakur û Rojhilatê Firatê
Dewleta Tirk bi armanca bi dawîkirina projeyên ku li bakurê Sûriyê tasfiye bike êrîşan dike. Operesyona ku di sala 2016`an de li darxist bû sedem ku perçeyek ji xaka Sûriyê dagir bike. Lê xwestekên Tirkan li vir bi dawî nebûn. Xwestin di nava operesyona rizgarkirina Reqa de jî cih bigirin. Lê welatên koalîsyonê erê nekirin û Emerîka xwest QSD li rex wê vê operesyonê bi rêve bibe. Ev biryar jî bû sedem ku hêrsa Tirkan bilindtir bibe.
Bi daxuyaniyên herî dawî yên serokê dewleta Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan xuya dibe ku, projeya xwe ya dagirkeriyê ji bakurê Sûriyê heta sînorê Îraqê bi armanca dawîkirina projeya rêveberiya xweser a ku van herêman heta roja îro parastî ye heye.
Êrîşa dewleta Tirk ji bo komkirina dengan di hilbijartinan de ye
Piştî hin gav ku di Sûriyê de hatin avêtin ji hêla herdu partiyên dewleta Tirk AKP û CHP`ê ve û piştgiriya Erdogan ji hêla hin kesên netewperest ên Tirkî ve. Têkîliya herdu partiyan paş de vegerî û heta di hin kêliyan de qyt bû, ji ber ku hewildana partiya AKP hertim girtina dengan û di nava perlaman de zêdekirina kesayetan bû.
Dewleta Tirkiyê di hin stratejiyan de tê naskirin, wek ku piştî her gavek siyasî yan leşkerî ankêtekî li dar dixe ji bo ku piştgiriya gel jî bigre û bi wê hêzê berdewam bike.
Ev têkîliyên ku di navbera herdu partiyên navborî de xira bûne, wê bi awayekî neyînî bandorê bike. Ji ber ku Erdogan wê bikeve nava koreriyan de û dawî li fikirên dargerkiriya Erdogan bîne.
Hewildanên dewleta Tirk da ku têkîliyan di navbera xwe û Amerîka û di navbera xwe û Rûsya de xira neke, hem êrîşî herduyan dike di heman demê de hevsengiyê di navbera wan de ava dike. Tirkiyê dixwaze di Rojhilata Navîn de cihekî xwe bigre ji ber wê jî car caran gefan li Amerîka dixwe û têkîliyan bi Îranê re bi pêş dixe û car caran jî gefan davêje Ewropa ku wê koçber û penaberên li gel xwe ber bi Ewropayê ve rêbike. Her wiha Rûsye ji gefên Tirkan bê par namîne, ji ber ku eger tiştê ew dixwaze pêk neyê bi girtina riya avê û qedexekirina rakirina balafiran li ser ezmanê Tirkiyê û ne kirîna çekan, gefan li Rûsya dixwe. Dewleta Tirkiyê van gavan û vê stratejiyê bi kar tîne di bin navê parastina ewlehiya xwe û ji bo ku hevsengiyê di Rojhilata Navîn de di navbera herdu hêzên sermeyedar de ava bike.
Helwesta Amerîka ji êrîşên li ser Rojhilatê Çemê Firatê
Piştî êrîşên dewleta Tirk a li ser sînora Bakurê Sûriyê di vê dawiyê de û daxuyaniya QSD`ê ku operesyona Dêrazorê rawestînin hêzên Koalîsyonê bi rêveberiya Amerîka li Rojhilata Navîn da xuyakirin ku êrîşa dewleta Tirk li ser herêmên Rojhilatî Firatê ji bo wan metirsiyan ava dike. Her wiha di daxuyaniyên xwe de dan diyarkirin ku divê armanca yekemîn ew be ku li dijî terorê rawestin a ku DAIŞ`ê nûnertiya wê dike.
Lê Hêzên Sûriye Demokratîk xwesteka xwe da xuyakirin ku ev operesyon hat sekinandin û wê berê xwe bidin herêmên Bakurê Sûriyê da ku ji êrîşên dewleta Tirk ve biparêzin. Amerîka jî ji ber vê biryarê zû ket tevgerê da ku çareseriyekê ji bo vê yekê peyda bike.
Siyaseta Amerîka ji destpêkê ve naxwaze hevsengiyê di navbera herduyan de bike. Ji ber ku Amerîka naxwaze hevalbendên xwe yên ku di herdu hêzan de derdikevin pêş de winda bike, yek hêztirîn hêz di Rojhilata Navîn de ye di vê demê de û ya din jî pirek di nava Rojhilata Navîn û Rojava ve temsîl dike.
Ji ber wê jî helwest derket ku operesyon berdewam bibe û êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyê bêne rawestandin.
Girîngiya stratejî ya herêmên Bakur Û Rojhilatî Sûriyê ji bo Amerîka
Amerîka hertim hewildanên xwe ji bo avakirina bargehên xwe di nava cihên xwedî stratejîk hene. Ji ber vê yekê jî bi salan e bargehên xwe li van deveran ava dike da ku şerê terorê bike. Di van salên dawî de jî li Sûriyê ava kir da ku şerê DAIŞ`ê bike.
Her wiha Amerîka tu valahiyan nahêle da ku hêzên Rûsî yan Îranî tê de bi pêşkevin, bi dawîbûna DAIŞ`ê Amerîka ket ferqa ku Îran û Rûs wê bi pêş bikevin û Îran dikare pirek ji Tehran heta Lubnanê ava bike. Ev yek jî ji bo ewlehiya Amerîka ya netewî dibe metirsî û xeterî.
Dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Rojhilatî çemê Firatê re dibe gef ji bo hebûna Amerîka di herêmê de
Amerîka hewil da ji destpêka şerê Sûriyê piştgiriya xwe bide hêzên opozisyonê ji aliyê siyasî, leşkerî, madî û lojîstk ve û ji bo wan bargehên leşkerî yên perwerdeyan ava bikin. lê bi avakirina DAIŞ`ê xewna Amerîka bi vê yekê winda bû. Lê dîsa jî Amerîka têkîliyên xwe bi hêzên QSD`ê re xurt kir, ev xurtkirin jî di rizgarkirina Kobanê de destpê kir pê re hat heta rizgarkirina Girê Spî, Minbic, Reqa, Tepqa û niha Dêrazorê.
Ev yek ji bo Amerîka bû bawerî ku ji bilî van hêzan tu kes nikare li ser erdê bibe hevalbendê wê û bargehên ku li vir hatine avakirin bikevin bin serweriya wê de.
Lê eger komên çekdar û Artêşa Dewleta Tirk derbas vê herêmê bibe wê ji bo Amerîka bibe metirsî û xeterî jî ji aliyê siyasî û zagonî ve. Nikare parastina xwe bike di herêmê de û wê bibe armancek hêsan ji bo mudexeleya Îran û rêjîma Sûriyê.
Weke encam çi gav ji aliyê dewleta Tirk ve di van herêman de bê avêtin wê ji bo Amerîka xeteriyan ava bike. Hebûna Tirkan derbaskirina qanûna navnetewî ye ji ber weke dagirkerî tê hesbandin. Sûriyê dikare Tirkiyê weke dagirker nîşan bide û li gel Netewên Yekbûyî de giliyan li dar bixe. Eger Tirkiyê derbikeve tenê komên çekdar wê bimînin û wê bibin armancên hêsan ji bo êrîşên Rûs, Îran û Rêjîma Sûriyê û hebûna Amerîka jî bi vê yekê namîne li van herêman.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 306 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-04-2025
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 22-11-2018 (7 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Evîn Teyfûr ) li: 21-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 29-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 306 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!