Fîras Qesas: Ji bilî #Rêveberiya Xweser# tu hêvî tune ne
Reportaj Summay
Muxalîfê sûrî Fîras Qesas got şoreşa Sûriyê veguherî bûyerên ku bi xwe re mirin û wêranî anî. Ew jî ji ber wan hêzan e ku xwe wek muxalîf nîşan didin lê bi xwe jî hegemon û destpotî in. Bi wê re tu hêvî ji bilî projeya Rêveberiya Xweser tune ne ku welat rizgar bike.
Bi boneya salvegera 11’an a destpêkirina krîza Sûriyê ku dikeve 15’ê Adarê me hevpeyvînek bi muxalîfê sûrî û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas re çêkir.
Hevpeyvîn wiha ye:
Krîz di sala xwe ya 11’an de hîna berdewam e. Gelo hûn rêveçûna wê ya heta niha çawa dinirxînin?
Rêveçûna wê pir girêk bû, bi aştiyane û sivîlane dest pê kir û banga rûmet û azadiyê kir. Lê piştre veguherî û tundiya xwe li ser rejîmê pêk anî. Li gel binketin û acizbûna hêzên muxaleftê ku rêvebirina dosyaya xwe radest kiriye, veguherî komek ji bûyer û diyardeyan û bi xwe re mirin, girtin, xerabî, koçberî, qeyrana aborî û xetimandin anîn. Li pey wan hêzên ku piraniya wan ji aliyên şêwe, bicihbûn û armancê ve dijber in, disekinin. Lê di cewher û naverokê de ya ber bi hegemonî, destpotî û çewisandinê ve diçin, li hev dikin. Ji bilî hêzên li herêmên Rêveberiya Xweser ku projeyeke binirx, civakîû siyasî û rizgarî ya nû dest pê kiriye.
Di krîza Sûriyê de gelek dewletan destwerdan kir. Vê destwerdanê bandoreke çawa li rêveçûna şoreşê kir?
Di destpêka şoreşê de hêviyên sûriyan bi rola dewleta Tirk ve girêdayî bû ku destek dida şoreşê nexasim di wê demê hîna dewleta Tirk li pêşber diyaloga bi Tevgera Azadiyê ya Ocalanî bû. Lê bi girtina deriyê vê diyalogê re rûyê xwe yê hegemoniyê û nimûneya hêzên îslama siyasî serdest be eşkere kir. Ew jî şêweyekî ji şêweyên rejîma Esedî û Baasê ya nijadperestî ye.
Ji dêvla destekê bide armanca gelê Sûriyê di rizgarkirina Şam, Heleb û bajarên Sûriyê yên serhildêr de şerê vîna sûriyan di projeya civakî û siyasî ya li herêmên Rêveberiya Xweser kir. Da ku destkeftiyên hemû pêkhateyên sûrî têk bibe. Her wiha wê û hêzên têkçûyî hewl da dest bi siyasetên dagirkirin, pêkanîna çanda nijadperestî li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bikin.
Beriya wê û di wê demê de destek da hêzên tundraw ên terorîst mîna El-Nusra û DAIŞ’ê û wan jî rêya şoreşa Sûriyê guhart û girêktir kir.
Di encamê de, destwerdana dewleta Tirk karesateke bû û armanca wê berjewendiyên xwe pêk bîne û li ser hesabê gelê Sûriyê hegemonya xwe xurt bike û di van salên borî de dewleta Tirk hewl da destkeftiyên sûriyan ji şoreşa xwe ya li herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk têk bibe.
Têkildarî axaftina li ser bandora derve bi taybet a dewlet Tirk di rêveçûna şoreşê de, me dît ku tevgera tundraw tevgera şoreşê daqurtand. Gelo ev yek bi mebest bû? Çi armancên wê hene?
Piştî sûriyan şêweya ku dewleta Tirk destwerdana li Sûriyê kiriye zanîn ku derbasbûna tundrawan ji Sûriyê re bi rêya sînorên dewleta Tirk û bi çavdêriya wê ne tenê lihevkirinek bû, lê belê destwerdana yekser di siyaseta hegemoniyê de bû ku dixwaze bûyera li Sûriyê li gorî armancên hikumeta xwe ya îdeolojî û siyasî biguhere da ku hedefên xwe di hegemonya pêşeroja welat de pêk bîne. Ev yek di rewş û bûyerên Sûriyê de belav e û girêdayî dewleta Tirk e. Wê yekê jî bi rêya yekser ji hêla El-Nusra ve û Heyet Tehrîr El-Şam li Idlibê dike. Lê tevî lihevkirina bi Rûsyayê re li Astanayê qedexe dike ku ew her du kom werin helandin.
Bi nêrîneke din û eşkere, dewleta Tirk li şûna êrişa DAIŞ’ê bike êrişî herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk dike. Li van herêman bernameya ronakbîrî, pirrengî, demokratîk, hevbeş, jîngehî û nenavendî hate destpêkirin, lê dewleta Tirk hewl dide vê yekê têk bibe. Bi nêrîna min û nêrîna her çavdêrî û pisporekî girêdayî rewşa Sûriyê dewleta Tirk bi awayekî eşkere destekê dide terorê li Sûriyê û welat ber bi berjewendiyên xwe ve dikişîne ne yên sûriyan.
Nêzbûna Rûsya-Tirkiye-Îranê bi rêya lihevkirina Astanayê guhertineke mezin di şerê li Sûriyê de çêkir, her wiha welat dabeşî herêmên serweriyê kir. Rûsyayê serweriya xwe fireh kir, dewleta Tirk gelek herêm dagir kirin û serweriya Îranê berfireh dibe. Encamên vê nêzbûnê li ser Sûriyê çi ne?
Bê guman bandorên Astana, nêzbûn û lihevkirinan ji bo berjewendiyên Rûsya, dewleta Tirk û Îranê li Sûriyê bû. Ev nêrîn û berjewendî ne ji dûr ne jî ji nêz ve dikevin xizmetî şoreşa Sûriyê û bandorê li vîna sûriyan, berjewendiyên wan û çarenûsa biryarên wan nake.
Têkildarî bandora wê li ser pêşeroja Sûriyê, destpêkê bandorên wê dijwar û dirêj in. Ji ber bi rewşa li wan welatan û derengxistina çareya dawî ji krîza Sûriyê ve girêdayî ye. pêkanîna biryara 2254’an jî bi awayekî sereke bi Rûsya ve girêdayî ye ji ber ku ew rewşa Sûriyê kontrol dike û ew belge xistiye destê xwe. Da ku jinûve rewşa xwe ya mezin di sîstema navneteweyî de vegerîne.
Li aliyekî din jî, dewleta Tirk gihandina li encamên pêkanîna vê biryarê asteng dike û bi hemû hêza xwe hewl dide hêzên Rêveberiya Xweser beşdarî nexşekirina çareseriyê û rêveçûna pêkanîna biryara 2254’an nebe.
Lê mixabin, ruxmî rejîma Esed ku rejîmeke giştî ya avakirina nîşaneyên welat ên siyasî, aborî û çandî ye, lê Sûriya pêşerojê û piştî sazkirina pergala siyasî ya nû dê veguhere jîngeheke nehevseng û cihê herî guncaw ji şerên herêmî re yên bi wekalet. Ev yekê jî dê dewletê têk bibe, mîna rewşa li Lubnan an jî Iraqê.
Me di dirêjahiya salên krîzê de gelek civînên taybet bi krîza Sûriyê dîtin mîna Cinêv, komîteya destûrê û civînên Astanayê. Ev civîn çima bi bin ketin?
Bi nêrîna min, ev rêveçûn di destpêkê de hatin destpêkirin da ku xetên stor ên nêzbûna navneteweyî yên bi armanca çareserkirina krîza Sûriyê nexşe bikin. Lê astengî di hûrgilî û mekanîzmayan de bû ku piştre dewletên aktîf li Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe şoreş guhartin.
Ji ber ku di gelek aliyên bûyera Sûriyê dijber in, ev hemû piranî rêveçûn bi bin ketin an jî ji bo binketinê û berdewama karesata Sûriyê hatin damezrandin. Bo nimûne aliyê Tirkiyê xwest ku nêrîn û armancên xwe li Sûriyê bi rêya muxalefeta ku destekê didiyê derbas bike. Lê xebata ji bo tunebûna nûnerên Rêveberiya Xweser di çi civnên têkildarî Sûriyê de kir. her wiha Rûsya û Îranê jî hewl da ajandeyên xwe derbasî welat bikin. Bi vî awayî krîza Sûriyê kûrtir bû.
Tevî van encamên neyînî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser heye û dirûşma wê neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Gelo hûn vê çawa dinirxînin?
Tevî hemû karesatên di ser welat re li ser paşxaneya lidarketina şoreşa Sûriyê, derbas bûne re, lê tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk destek bi awayekî yekser an jî ne yekser da tevgera li Sûriyê. Roniyeke hêviya ya yekane di rewşa Sûriyê de ava kir, nexasim jî nirxên ji bo serî hildaye û rêveçûnên pratîkî yên vekirine û heta di çarçoveya saziyên siyasîû qanûnî, perwerde û sembolî de. Ji wê zêdetir jî roleke girîng di şerê li dijî terorê de û têkbirina wê ji kokê de girt ser xwe. Ev hemû dikevin berhemdana şoreşa Sûriyê. Bi vê yekê û bi nêrîna min Rêveberiya Xweser rûyê rastîn û mezin a pêkanîna şoreşa Sûriyê ye.
Piştî 11 salan Sûriyê ber bi ku ve diçe?
Ruxmî westan, neyênî û xerabbûna li welat ji xakê bigire heta bi mirov, lê rêveçûna dîrokî ya li Sûriyê hatiye destpêkirin dê bandoreke kûr di niha û pêşerojê de bihêle. Ji ber di destpêkê de bingehên Esed ji pêşeroja Sûriyê têk birin û ya girîng jî destek da destpêkirina tecrûbeya siyasî ya felsefî ya civakî, ew jî tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ew tecrûbe ya herî guncaw û misoger e ne tenê li welatê me, lê belê li herêma Rojhilata Navîn di niha û pêşerojê de û dê encam û taybetmendiyên xwe bi demeke dirêj û stratejîk bihêlin.[1]