Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,123
Wêne
  124,410
Pirtûk PDF
  22,121
Faylên peywendîdar
  126,463
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Stratejiya êrişê ya dewleta Tirk: Kurdistanê bike ‘Qibrisa Kurdan’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Stratejiya êrişê ya dewleta Tirk: #Kurdistanê# bike ‘Qibrisa Kurdan’
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN

Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku stratejiya sereke ya êrişên li ser Başûr ew e ku dagirkirina Bakur rewa bike, herêmeke aborî di bin sîwana Komara Tirkiyê de ava bike û Kurdistanê veguherîne ‘Qibrisa Kurdan’ a di bin serweriya malbata Barzanî de.

Êrişa dagirkeriyê ya ku desthilata AKP-MHP'ê bi hevkariya PDK'ê 17'ê Nîsanê dabû destpêkirin lê bê encam ma û vê carê êrişeke cudatir û berfirehtir ku berdewama êrişên li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Başûrê Kurdistanê ye, di 23'yê Nîsana 2021'an de artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê da destpêkirin û berdewam dike. 35 roj e gerîlayên azadiya Kurdistanê li hember hemû teknîka çekên pêşketî û bikaranîna çekên kîmyewî berxwedana xwe didomînin.
Em bi rojnamevan Erdogan Altan re ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojnamevaniyê dike, li ser pêşketinên li herêmê û rola dewletan a di plan û êrişan de axivîn.
Erdogan Altan diyar kir ku heke dewleta Tirk di vî şerî de careke din têk biçe, dê hem li hundir hem jî li derve bê îtibar bibe, lê dê PDK'ê bêhtir tev li şer bike.

Ev demek e cenabê te li Başûrê Kurdistanê karê rojnamevaniyê dike. Kî tev li şerê li dijî gerîla dibe û ji ku derê tînin?
Tevî tevlêbûna hêzên taybet ên bi navê Zêrevanî, Gulan û çeteyên Roj ên girêdayî PDK’ê, cerdevan û hêzên paramîlîter ên kontra yên bi navê Hançer Timi (Tîma Xencer), dewleta Tirk a dagirker piştî ku derbên giran xwarin û tevî hewldanên mezin jî nekarî windahiyên xwe yên mezin veşêre, vê carê di çarçoveya bernameya Perwerde bike-bi techîzt bike de, bermahiyên DAIŞ’ê yên ji Tirkmenistan û Ozbekistanê, ciwanên ji Sûriyê yên bi navê notirvaniyê tên qeydkirin û perwerdekirin, ji bo ku li dijî hêzên gerîla şer bikin, şandin.
Li ser xeta sînor a di navbera navçeya Çelê ya Colmêrgê û Qilebanê ya Şirnexê, de bi piranî cerdevan û koma bi navê 'Tîma Xencerê' ya ji çeteyên çete pêk tê ku bi salan e li herêmê bi revandin, îşkencekirin û komkujiyên li dijî sivîlan di rojevê de ne, tên bicihkirin. Li herêmên hundirîn ên Herêma Federal a Kurdistanê jî Ozbek û Tirkmenistanî yên bermahiyên DAIŞ’ê ku bi salan e li Tirkiyê xwe vedişêrin û çeteyên Zêrevanî, Gulan û Roj ên girêdayî PDK'ê di êrişan de cih digirin. Dixwazin van komên ku di nava saziya paramîlîter a bi navê SADAT’ê de tên perwerdekirin, kincên pêşmergeyan lê dikin û hewl didin li herêmên nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê bên bicihkirin. Tevî van hemûyan jî dewleta Tirk a dagirker li hember çalakiyên bibandor ên hêzên gerîla nikare windahiyên xwe yên giran veşêre û rê û rêbazên cuda bi kar tîne.
Wekî din, bikaranîna çekên kîmyewî ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ye, mîna par li tunel û cih û warên gerîla û sivîlan, bi taybetî li Kurêjaro, dewam dike. Heta malpereke bi zimanê kurdî ya bi navê ‘Rastipress’ da zanîn ku xwezahez û parêzvanekî hawîrdorê yê ji Başûr ku nexwest navê xwe eşkere bike, daneyên bikaranîna çekên kîmyewî li qada Kurêjaro bi dest xistine û pêşkêşî CPT’yê kirine.

Rewşa dawîn a li herêmê çi ye?
Êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûr di roja 28’an de tevî pevçûnên dijwar û windahiyên giran ên leşkerî dewam dikin. Zap ku ji bo dewleta Tirk a dagirker veguheriye sendromekê, di nava PDK'ê de jî bû sedema krîzan ku bi AKP'ê re hevkarî kir. Bertekên li hemberî tevlêbûna malbata Barzanî di êrişan de, di nava PDK'ê de rê li ber şikestinekê vekir. Divê bê gotin ku ev êriş xetereyên mezin ji bo Başûr çêdikin û ev rewşa han gefê li deverên cuda yên Iraqê jî dixwe.
Em dikarin bibêjin ku li ser hemû destkeftiyên Başûr metirsî heye û PKK hewl dide van destkeftiyan biparêze. Heke ji aliyê siyasî ve gav neyên avêtin, di warê dîplomasiyê de Tirkiye dê van polîtîkayan bidomîne. Belkî îro planên wê bi ser neketin, lê planên nû çêdike. Divê hesasiyeteke zêdetir, cidîtir û bêhtir gavên şênber werin avêtin. Iraqê jî bertekên xwe hebûn lê bi awayekî şênber têrê nake. Tirkiye niha di bin siya siyaseta Osmaniyan de guh nade tu zagonan. Niha hêza xwe ya leşkerî li Kurdistanê bi 2-3 qatan zêde kiriye. Hemû hêzên xwe yên leşkerî şandin vê derê. Mudaxele li gundên derdorê dike. Hewldanên guhertina demografiyê hene. Çeteyan teqwiye dike. Ev yek jî encamên pir giran bi xwe re tîne.

Êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr çima hem ji bo dewleta Tirk a dagirker hem jî ji bo tevgera azadiyê ya Kurd wek şerê man û nemanê tên dîtin?
Rewşeke têkildarî rewş û bêhelwestiya hêzên navneteweyî û herêmî ye. Bi taybetî jî xitimîn û bêhelwestiya dewleta Tirk a dagirker hem di polîtîkaya xwe ya hundir û hem jî ya derve de bi vê rewşê ve têkildar e. Ji ber vê yekê, ji bo fêmkirina vê rewşê divê em destpêkê li hesab û tifaqên bi şerê Ukraynayê re dest pê kirine, binêrin.
Tê texmînkirin ku Tirkiye dê êdî nekare hem ji dêrê hem jî ji mizgeftê sûdê wergire. Yanî polîtîkaya hevsengiyê ya ku dimeşîne, piştî demekê dê bê astengkirin. Geşedanên dawîn vê yekê bêhtir aşkera dikin. Tirkiye dibîne ku Rûsya hêdî hêdî ji şerê Ukraynayê bêzar dibe û armanc dike ku eniyeke nû bi derfetên xwe yên li herêmên din veke.
Bê guman ev nayê wê wateyê ku Rûsya nikare welatekî mîna Moldovayê jî dagir bike. Li aliyê din, peyama Amerîkayê ya ji dewleta Tirk re zelal e; çareseriyekê ji S-400'an re bibînin, li dijî Rûsyayê gavên pratîk biavêjin û li ser maseyê rûnên. Biryara Tirkiyê ya girtina qada hewayî ji balafirên şer ên Rûsyayê re ku li Sûriyê difirin, daxwazeke nû ya DYA û polîtîkaya Washingtonê ya li hemberî Rûsyayê ya li Sûriyê ye. Di vê rewşê de Tirkiye dikare sozekê bide DYA'yê û bi vê yekê tiştên din bike. Lê dîsa jî em nizanin ka Tirkiye bi yekalî dilîze yan na, em nizanin ka aliyek e yan na. Heke Tirkiye bibe alîgira NATO'yê em ê çalakiyên Rûsyayê yên li dijî Tirkiyê li Qerebax û Lîbyayê bi awayekî şênber bibînin.

Gelo ev nirxandin ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî pêkan e? Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê planeke çawa heye?
Belê. Li Sûriyê, xuya ye polîtîkayeke nû ya li gorî rejîma Esad nîn e. Bê guman heke Rûsya li Ukraynayê ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve tek biçe jî, ev nayê wê wateyê ku dê ji Sûriyê derkeve. Îsraîl jî vê naxwaze. Li aliyê din welatên Ereban xwe amade dikin ku ger Rûsya têk biçe da ku valahiyek li Sûriyê çênebe û Tirkiye û Îran tê de bi cih nebin. Serdana Esed a li Îmaratê û pêşwazîkirina wî ji aliyê Muhammed Bîn Zayed ve bi vê rewşê ve girêdayî ye. Dewletên Kendavê dixwazin Esad di rewşeke wiha de li aliyê wan bimîne û rejîma Esad jî çav berdaye pereyên welatên Ereban. Ji ber ku ew qas pere di destê Îran û Rûsyayê de nîn e. Ji ber vê jî Esed bi zîhniyeteke Sûriyeke navendîperest dewam dike.
Tirkiyê baweriya xwe winda kir ku Rûsya dê di şerê Ukraynayê de bi ser bikeve. Lê belê ji aliyekî ve dixwaze têkiliyên xwe yên bi Moskovê re bidomîne û ji aliyê din ve jî ji her demê bêhtir di çarçoveya neo-Osmaniyê de çav berdaye Sûriyê. Dan û standinên di navbera îstixbaratên Sûriyê û Tirkiyê de yên li Moskovê, nîşan didin ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de berdewam in. Ji ber ku dema DYA'yê biryar da ku ji ber Ukraynayê karê Rûsyayê yê li Sûriyê dijwartir bike, Rûsyayê xwest Tirkiyê bêhtir nêzî xwe bike.

TÊKILIYÊN ENQERE-ŞAMÊ; QIRKIRINA KURDAN Û KOÇBER
Her wiha spekulasyon hene ku ev yek dikare planeke komployê ya Rûsya-Amerîkayê ya li dijî Tirkiyê be. DYA ne tenê Ukrayna, dixwest Tirkiye jî yekser li dijî Rûsyayê şer bike. Tê gotin ku du sedemên bingehîn ên têkiliyên Enqereyê bi Şamê re hene; yek bê guman siyaseta qirkirina Kurdan e û ya duyemîn jî mijara vegera koçberan e ku ne tenê ji bo AKP'ê lê belê ji bo muxalefeta Tirk jî bûye pirsgirêkeke siyasî û navxweyî û dê bandorê li hilbijartinên dema pêş bike. Rewşa penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê gihaştiye nuqteyeke bi vî rengî ku vegera wan êdî ne hêsan e. Li her du aliyên sînor hem krîzeke sosyolojîk hem jî aborî heye, yan jî her du alî di nava aloziyeke aborî de ne, bi taybetî rejîma Esad. Her wiha pir zehmet e ku li ser komên çete yên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê lihevkirin pêk were. Lê belê yekane tişta aliyan nêzî hev dike, pirsgirêka Kurd e. Heta ku DYA û Rûsya li herêmê bin, ev mijar dê ji karîna Şam û Enqereyê wêdetir be.

Heke em dîsa vegerin ser êrişên li ser Başûr, beriya êrişê dewleta Tirk û malbata Barzanî bi dewletên endamên NATO'yê re gelek hevdîtin kirin. Helwest û berjewendiya NATO'yê ya ji êrişan çi ye?
NATO bi qasî ku saziyeke siyasî ye ku xwe dispêre demokrasiya şerê taybet a Rojava ya lîberal, ew qas jî xwînxwar û dagirker e. Ji bo NATO û DYA’yê di vê sedsalê de demokrasî û hilbijartin îdeolojiyeke li ser bingeha şerê taybet ên li dijî Çînê ne. Ji ber vê yekê, Tirkiyeyeke bergirtî ku guh nade nirxên welatên rojavayî (hilbijartin û hwd) eger di demeke dirêj de li kêleka hev bin jî, nikare bibe tifaqek. Dewleta Tirk a dagirker dizane ku heke di warê leşkerî de lawaz bibe û bêyî erêkirina DYA'yê dê nekare balafirên şer ên F-16 li herêmê bifirîne. Yanî ji bo ku NATO û Amerîkayê hinekî bixapînin xwe ji bo hilbijartinan amade dikin, lê pêwîst e di serî de AKP û Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikevin. Armanceke rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ev e. Li aliyê din, Brîtanya dixwaze bi rêya Erdogan hin plan û polîtîkayên xwe yên li herêmê bixe meriyetê. Plan ji bo Erdogan jî xêra Xwedê ye e da ku bi gaza Iraq û Başûr di ser Tirkiyê re bazirganiyê bi Ewropayê re bike.

Ev plan jî sedema dan û standinên Barzanî bi Tevgera El-Sedir re ye da ku piştgiriyeke xurt bide Tirkiyê. Di vî warî de Îran û Rûsyayê ev rewş dît û di rojên borî de mudaxele li Dadgeha Federal a Iraqê kirin û bi awayekî qanûnî ev rewş asteng kirin. Ji ber şerê li Ukraynayê û israra Brîtanya û Amerîkayê ya li ser ambargoya gazê ya li ser Rûsyayê, Tirkiye û Mesrûr Barzanî hewl didin gavên mezin bavêjin. Ji bo vê jî Rûsyayê cara ewilî rexne li Barzanî kir ku destekê dide êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr. Serdana Barzanî ya Qeterê piştî serdanên Tirkiye û Londonê nîşan dide ku Brîtanyayê dîplomasî bi Erdogan û Barzanî re hêsan kiriye. Ev proje bi qasî ku tevlihev xuya bike û sepandina wê zehmet be jî, ji bo hilbijartinên dema pêş ji bo AKP'ê firsendek e. Ji bo Enqere û Washington ji nû ve li hev bikin jî wek firsendeke mezin tê dîtin.
Te qala rolên hin dewletan kir. Di vê pêvajoyê de stratejiya PDK'ê çi ye?
Barzanî ne tenê ji bo Tirkiyê rola Kurdekî baş dilîze, di heman demê de dixwaze bibe Zelenskyê Kurd ji bo Brîtanya û dewletên Kendavê. Stratejî ev e; bi Erdogan re em ê ji bo Ewropayê bibin alternatîfa gaza xwezayî ya Rûsya û Îranê. Ji ber vê yekê vexwendin û pêşwazîkirina rêveberên Tirkiyê û malbata Barzanî li Londonê pêk hat. Geşedanên dawîn nîşan da bê ka ev polîtîka çendî ehmeqane û xeternak e.

DIBÊJIN ‘DIVÊ EM DEV JI FEDERALÎZMÊ BERDIN’
Li gorî hin analîstên li Başûrê Kurdistanê, mijara serdana Mesrûr Barzanî ya li Brîtanyayê bûye 'PDK êdî konfederalîzm e'. Lewma bi rengekî vekirî dibêjin 'divê em dest ji federalîzmê berdin'. Ji ber ku Dadgeha Federal a li Bexdayê firotina petrolê qedexe kiriye. Û heke Tirkiye car caran vê petrolê bikire û xeta boriya gazê veke, dê Bexda dîsa 'Doza Parîsê' bîne rojevê. Dê di vê rewşê de Tirkiye bi talankirina petrola Iraqê dê bê tawanbarkirin û divê bi milyon dolaran cezayê pere bide Bexdayê. Çawa ku beriya niha PDK û Erdogan xala 10'an li gorî dilê xwe şîrove dikir û îdia kirin ku mafê wan e petrolê bifiroşin Îsraîlê. Niha didêjin ku heke Başûrê Kurdistanê bibe konfederasyon, dê biryara Dadgeha Federal bê wate be. Lê biryara dadgehê heye.

TIRKIYE JI KERKÛKÊ ZÊDETIR MÛSILÊ DIKE HEDEF
Heke di vî şerî de careke din têk biçe, hem li hundir hem jî li derve dê îtîbara xwe ji dest bide, lê belê dê PDK'ê bêhtir tev li şer bike. Ji dema Menderes ve xeyala Mîsaqî Mîllî heye, lê serdestên Enqereyê fêm kir ku ev yek bi tenê xeyalek e. Stratejiya Tirkiyê di pêkanîna van êrişan de li Başûrê Kurdistanê ew e ku parastina dagirkirina Bakur bike, ya din jî di bin sîwana Komara Tirk de herêmeke aborî ava bike û Kurdistanê veguherîne ‘Qibrisa Kurda’ a di bin serweriya malbata Barzanî de. Tirkiye ji Kerkûkê zêdetir Mûsilê jî dike hedef. DYA ji bo ku Rêya Hevrişmê ya ku di Şengalê re derbas dibe û heta Çînê dirêj dibe, ji bo ku li dijî Îranê bisekine û paşve vegerîne, dê ji bo demekê hin kiryar û êrişên Tirkiyê paşguh bike.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 449 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
Gotarên Girêdayî: 52
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 23-05-2022 (4 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 449 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.187 çirke!