Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,322
Wêne
  123,357
Pirtûk PDF
  22,032
Faylên peywendîdar
  124,490
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
​​​​​​​'Rêya yekane ya demokratkirina Tirkiyê, çareserkirina doza Kurd e'
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​'Rêya yekane ya demokratkirina Tirkiyê, çareserkirina #doza Kurd# e'
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN

Çalakgerê siyasî, Emin Ay ê ji Bakurê Kurdistanê got ,siyaseta ku AKP-MHP’ê dimeşîne xeteriyeke mezin li ser civak û etnîkên li Tirkiyê çêdike û diyar kir ku rêya yekane ya demokratkirina dewleta Tirk çareserkirina doza Kurd e.
Di dîroka têkoşîna rizgariyê ya li çar parçeyên Kurdistanê de girtîgeh qadeke sereke ya berxwedanê ye. Dewleta Tirk a faşîst bi hemû rê û rêbazan hewl dide vê têkoşînê têk bibe. Desthilatên Tirkiyê girtîgeh tijî têkoşer kirin ku piraniya wan Kurd in. Ev yek piştî darbaya leşkerî ya li Tirkiyê ya di 1980’î de pêk hat. Dewleta Tirk a faşîst bi hinceta xwekuştinê gelek girtiyên di girtîgehan de qetil kir, da ku balê nekişîne ser vê rewşê. Ji bilî wê jî gelek operasyonên girtinê li Bakurê Kurdistanê li hember kesên beşdarî şahiyên Newrozê bûne, pêk anîn.
Têkildarî siyaseta ku dewleta Tirk li dijî girtiyên di girtîgehan de pêk tîne, ajansa me hevpeyvînek bi çalakgerê siyasî Emin Ay ê ji Bakurê Kurdistanê re çêkir.

Hevpyevînê wiha ye:
Bi kêmbûna desteka gel ji hevbendiya Erdogan –Bahçelî re, ev hevbendî zextê li siyasetmedarên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dike û dixe girtîgehan. Gelo ev siyaseta ku ev hevbendî li dijî siyasetmedarên Kurd û muxalefetan pêk tîne çi ye?
Bi kêmbûna destekdayîna gel ji AKP-MHP’ê re delweta Tirk zextên li ser Kurdan zêde kirin. Bi pêvajoya aştiyê re têkiliyên di navbera Kurd-Tirk, Kurd û Ereb û hwd re pêş ketin, lê vê yekê Erdogan aciz kir. Ji bo ku rê li pêş van têkiliyan bigire planên nû danîn. Erdogan desthilatiya xwe di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji dest da û şer ragihand.
Tîfaqa AKP-MHP’ê li ser bingeha berdewama şer û parastina nijadperestiyê bû. Ne tenê ev her du partî di hevbendiyê de ne, lê “kızıl elma” beşdarî wê hevbendiyê bû ku li dijî demokratan e, nijadperest û xwînvexwar in û li dijî kurdan bûn yek. Ew dibînin ku wê bi van rêbazan siyasetmedarên Kurd tesfiye bikin û wê tawîzan bidin, lê tiştê bûye berovajî wê bû, siyasetên wan qels bû û destekdayîna gel ji bo wan kêm bû. hilbijartinên 2019’an û zêdebûna rêjeya dengdayîna demokratan nîşaneya paşdeçûna vê yekê bû û wê jî hişt dijminatiya ji Kurdan re zêde bikin.
Li kêlek wê jî dewleta Tirk, aliyên Kurd ên dîtir mîna PDK’ê jî ji bo berdewamkirina siyasetên xwe yên dijber bi kar anîn. Siyaseta PDK’ê li gorî zihniyeta AKP’ê ye. Ji ber wê ew jî roleke neyênî di vê lihevkirinê de dilîzin. Armanca wan astengkirina HDP, girtina siyasetmedar û koçerkirina wan ji herêmên wan e. Ew texmîn dikin ku bi vî kiryarê dê desthilatiya xwe berdewam bikin û Tevgera Rizgariya Kurdistanê tesfiye bikin.

Gelo hûn çawa van siyasetan dinirxînin û çi li pey hevbendiyê ye?
Em siyasetên ku AKP-MHP’ê pêk tîne dizanin, armanca wan jinûve vejandina Ittihat û Terakkî ye. Ji ber ji dema damezrandina komarê û heta niha ve hewl didin dewleteke neteweperest ava bikin ku tê de nijadperestiya îslamî hebe. Tevahî siyasetên ku AKP’ê pêk tîne berdewama siyaseta Ittihat û Terakkî ye. Di pransîbên wan de tenê yek netewe, yek nijad û yek çand heye. Lê hêza dînamîk a yekane ku li hember wê zihniyetê disekine Kurd in, ji ber wê hemû rê û rêbazan li dijî kurdan bi kar tîne. Lê tiştê eşkere dibe ew e ku yekane kesê zirarê ji van siyasetan dibîne dewleta Tirk e û çi siyasetên din jî bi kar bîne, gelê Kurd bi xurtî bi Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve girêdayî ye.

Armanca hevbendiya Erdogan û Bahçelî ji hedefgirtina parlamenterên HPD’ê çi ye?, her wiha têkiliya wê bi hilbijartinên ku dê di Hezîrana 2023'an de li dar kevin çi ye?
Erdogan û Bahçelî baş dizanin ku ger parlamenterên HPG’ê negirtin û hedef nekirin û rê li pêş siyaseta HDP’ê negirtin, dê nikaribin tu serkeftinan di hilbijartinên pêşwext de bi dest bixin û di desthilata xwe de berdewam bikin. Ji ber vê yekî bi hemû rê û rêbazan zextê li parlamenteran dikin, bi hezaran siyasetmedarên Kurd, berpirsên navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê xistin girtîgehan an jî sirgûnî derveyî Kurdistanê kirin. Lê ev yek li pêş siyaseta kurdan nebû bend.
Pêkanîna siyaseta Kurd tiştekî dilxwazî ye û ji her kesê/a ku bixwaze beşdarî çalakiyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe derî vekiriye û vîna xwe dikare beşdar bibe. Ji ber ku siyaseta kurdan xwe naspêre rêgezên kesayetî yan jî sûdwariya ji kesekî re. Her kesê vî barî tehemûl bike tev li wê xebatê dibe, lê ev yek dewleta Tirk bi hêrs dike. Ji lewma siyasetên xwe yên bi armanca tunekirina kurdan zêde dikin. Li aliyekî din jî êrişên leşkerî li Başûr, Rojavayê Kurdistanê pêk tînin û li Bakurê Kurdistanê jî dixwazin siyasetmedarên Kurd tesfiye bikin û HDP’ê bigirin, da ku çalakiyên xwe li dar nexin û beşdarî hilbijartinên ku dê di 24’ê Hezîrana 2023’yan de li dar kevin, nebin. Ev jî armanca wan a bingehîn e. Lê çi hewldanên wan hebin, li gel kurdan çareseriyên altarnetîf ji beşdariya di hilbijartinan de hene. Ji ber ku Kurd girîngiyeke mezin didin siyaseta demokratîk.
Armanca ji hedefgirtina parlamenteran ew e ku nehêlin HDP’ê tîfaqekê ava bike û bi girtina endamên wê dikarin rê li ber pêkanîna tîfaqekê bigirin. Her wiha dixwaze zextê li HDP’ê bikin ku beşdarî hilbijartinan nebe.
Girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de di sûcên îşkenceyê yên hovane re derbas dibin. Hûn jî girtiyekî berê ne, gelo dikarî li ser hin ji van siyasetan biaxivin?
Belê, girtiyên di girtîgehan de di sûcên îşkenceya bi plan re derbas dibin. Girtîgeh qadeke sereke ya berxwedana dîrokî ya têkoşîna rizgariyê li çar parçeyên Kurdistanê ye. Yên di girtîgehan de her tim roleke pêşeng dilîzin û dewleta Tirk jî vê yekê baş dizane. Siyaeta ku Tirkiyê dimeşîne, berdewama siyaseta faşîst a darbaya 12’yê Îlonê ye. Ji ber di wê demê de texmîn dikirin ku Kurd tune kirin, lê bi saya berxwedana girtiyan darbaya 12’yê Îlonê têk çû.

Ger em bixwazin li ser armancên dewleta Tirk ji van siyasetên li dijî girtiyan biaxivin, ya yekemîn; dixwaze têkiliya di navbera girtî û malbatên wan de qut û bi wê re vîna girtiyan têk bibe û ji nasnameya wan dûr bixe, da ku girtî perwerdeyên takakesî nebînin. Li kêlek wê jî pirtûk, pênûs û lênûskên girtiyan desteser dikin. Ev hemû sûc bandorê li vîna girtiyan nakin, berovajî israra wan zêde dike.
Li gorî qanûna dewleta Tirk, ji girtiyan re hin maf heye, lê belê dewleta Tirk pabendî wê nabe û li rex wê jî pabendî qanûnên hiqûqî yên navneteweyî nabe. Armanca wê têkbirina vîna girtiyan û tesfiyekirina wan e.
Desthilatên Tirk nahêle girtî di civînên darizandinê de rûnin an jî serî li bijîşkên di girtîgehan de bidin ku rewşa xwe binasin. Rewşa bi hezaran girtiyan wiha ye. Ev jî rêbazên wê yên îşkencekirinê ne. Her wiha peyamên ji girtiyan re jî tên desteser dikin.

Têkildarî zext û îşkenceyê li dijî girtiyan, çima lêpirsîn nayê vekirin û astengiyên ku rejîma serdest li pêşiya vê yekê derdixîne, çi ne?
Belê, di girtîgehan de ev yek bi serê gelek girtiyan de tê, lê dewleta Tirk îdia dike wan xwe kuşt û sedema venekirina lêpirsînê ji hêla dewleta Tirk ve ew e ku ew bi xwe girtiyan tesfiye dike, dê çawa lêpirsînê veke. Ew pabendî mafan nabe. Li kêlek wê jî biryareke nû da; dema cezaya girtiyekî bi dawî dibe û beriya were berdan, jê tê pirsîn ku hûn poşman bûne yan an. Heke gotin na, wê demê careke din tên ragirtin û cezayên din li ser wan tên birîn.
Ji bo teşhîrkirina van siyasetên li dijî girtiyan tên birîn, divê kesên demokrat, bi taybet gelê Kurd serî li hember van siyasetan hildin û li dora girtiyan bicivin.
Piştî pîrozbahiyên Newroza 2022’yan bi dawî bûn, desthilatên Tirkiyê bi hinceta lixwekirina cilên kurdî dest bi hemleyên berfireh kirin. Hûn çawa vê siyasetê wesif dikin?
Dewleta Tirk yeqîn nedikir ku bi vî girseyî gel Newrozê pîroz bike. Beriya çend mehan Erdogan digot wan Kurd belav kirin. Lê di vê Newrozê de bi milyonan Kurd daketin qadan. Newroza îsal, Newroza xwedîderketina li rêber Abdullah Ocalan û Newroza azadiya fîzîkî ya rêbertî bû. Ji ber wê gelek hincet afirandin. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze tola xwe ji kurdan hilîne.

Hevbendiya AKP-MHP’ê 23 dosya ji parlamentoya Tirkiyê re rakirin da ku parêziya parlamentoyê ji ser 18 parlamenterên HDP’ê rakin. Li gel wê jî ev hevbendî bangên girtina partiyê dikin. Gelo armancên hevbendiya Erdogan û Bahçelî ji van gavan çi ye?
Armanca hevbendiya Erdogan-Bahçelî tesfiyekirina parlamenteran, xistina parlamenterên din di girtîgehan de, mîna Leyla Guven, Leyla Gozel e, her wiha da ku bala civakê ji ser krîzên li Tirkiyê bikişînin û siyasetmedar û parlamenteran tengav bikin.

Digel van siyasetan, Erdogan û Bahçelî, dewleta Tirk ber bi ku ve dibin?
Siyasetên ku AKP-MHP’ê bi rêya peymana xwe ya şovenîst dimeşînin ew e ku dê dewleta Tirk ku tê de demokrasî û edalet tune ye û hemû bawerî, pêkhate û çandên ne tirkî înkar dike, ber bi avakirina dîktatoriya neteweperest û nijadperest ve bibin, anku ber bi yek ziman, yek al û yek çand ve bibin. Vê yekê eşkere di xîtabên xwe yên bênavber de dibêjin.
Siyaseta ku hevbendiya AKP-MHP’ê dimeşîne xeteriyeke mezin li ser civak û etnîkên li Tirkiyê çêdike. Heke li hember van siyasetan neyê sekinandin dê ev hevbendî Tirkiyê ber bi parçebûn û şerê hundirîn ve bibe. Bi rêya ferzkirina qedexe, siyasetên nedemokratîk û şovenîst ku desthilatiya xwe berdewam bikin ji hemû aliyan ve civak xistiye çemberekê.
Di dirêjahiya dîrokê de, me dît ku kesên ol dixin ximzeta xwe, saziyên ewlehiyê û aboriyê kontrol dikin, yek desthilatiyê li ser civakê ferz dikin. Hevbendiya AKP-MHP’ê ku em dikarin bi Kizil elma wesif bikin, tê de şovenîst û tundraw hene û destekê didin siyasetên vê hevbendiyê. Ev kes tenê bi ferzkirina siyaseta xwe li ser tevahî gel û pêkhateyên Tirkiyê difikirin.
Rewşa niha ya li Tirkiyê xeter e, ji lew re divê tevahî gelê Tirkiyê refa xwe bike yek û li hember vê hevbendiyê bisekine. Heke nebûn yek wê hilweşe. Ji ber hevbendiya faşîstê serweriya li ser ol, ewlehî û aboriyê dike.

Rêbaza demokratkirina dewleta Tirk çi ye û ji muxalefet, gelên Tirk û Kurd çi tê xwestin ku vê yekê pêk bînin?
Rêya yekane ya demokratkirina dewleta Tirk çareserkirina doza Kurd e. Ji ber wê divê gelên Kurd û Tirk, kesayetên demokrat û muxalefeta Tirk bi lez peymanekê pêk bînin, doza Kurd bi rêya diyalogê çareser bikin û li peymana Dolma Bahçe vegerin ku di 28’ê Sibata 2015’an de hatiye îmzekirin.
Heger pêşengên Kurd, gelê Kurd, kesayetên demokrat, muxalefet û saziyên sivîl têkoşîneke hevbeş li Tirkiyê bimeşînin wê karibin hêviyên xwe pêk bînin. Heke doza Kurd were çareserkirin, dê tevahî dozên pêkhate û etnîkên li Tirkiyê werin çareserkirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 672 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
Gotarên Girêdayî: 19
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 12-04-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 29-09-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 672 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!