Armanca Partiya #Sûriya# ya Pêşerojê çiye?
Endamê Komîteya Damezirîner a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Elî Elaya diyar kir ku armanca damezirandina partiya wan pêkanîna wekheviya di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye.
Armanca Partiya Sûriyaya Pêşerojê çiye?
Elî Elaya derbarê damezirandina partiya Sûriyaya Pêşerojê ji ajansa me re axivî û wiha got:Partiya me ji partiyên di herêmê de yên heyî gava xwe avêtiye. Em jî hêvî dikin ku partiya me bibe bingeha çareserkirina aloziya Sûriya yê. Em ê hewl bidin ku alozî bi rêbazên siyasî werin çareserkirin.
Endamê Komîteya Damezirîner a Partiya Sûriyaya Pêşerojê di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: Çareseriya leşkerî ji bilî wêranî, koçberî û xirabiyê ji gelê Sûriyê re ne anî. Em ê hewl bidin ku partiya Sûriyaya Pêşerojê riya herî guncaw a çareserkirina aloziya hemû pêkhateyên Sûriyê be.
Elaya her wiha destnîşan kir ku partiya wan bingeha xwe dipêşre rihê ciwan û jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: Rêjeya jinan di partiya me de ji sedî 50'yî ye. Di hemû komîteyan de wihaye.
Endama Partiya Sûriyaya Pêşerojê Neha Hecî Ehemed jî derabrê mijarê de gt ku baweriya wê heye ku partiya wan derfetê ji jinan re vebike û wê rê bide gelê Sûriyê ku armancên xwe pêk bîn e.
Partiya Sûriyaya Pêşerojê di 27'ê Adara derbasbûyî de li Bajarê Reqa kongreya xwe ya damezirîner lidar xist.[1]