'Armanca me komkirina civaka #Sûriyê# ye'
HEMED MUSTEFA / DÊRAZOR
Endamê Buroya Partiya Sûriyaya Pêşerojê Zahir Ebdulhemîd diyar kir ku armanca wan ji avakirina partiyê komkirina civaka Sûriyê ku ji ber şer belav bûne û da zanîn ku di demên pêş de wê guhertinên di rewşa Sûriyê de pêk were.
Endamê Buroya Partiya Sûriyaya Pêşerojê Zahir Ebdulhemîd derabrê armanca avakirina partiya wan ji ajansa me re axivî û got ku armanca wan ji partiyê ew ku rola pêşeng di hemû xebatên çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û ev tişt anî ziman: Armanca me ew ku em civaka Sûriyê ku ji ber rewşa şer ji hev dûr ketine, komî ser hev bikin. Di demên pêş de wê guheritnên mezin di rewşa Sûriyê de pêk were.
Ebdulhemîd derbarê kesayetên tevlî partiya wan bûne jî da zanîn ku kesayetên di nava civakê de bi bandor tevlî partiya wan bûye û wiha dom kir: Di encama gera me ya di nava civakê de, em rastî piştgiriyeteke mezin a welatiyan hatin.
Derabrê nerîna wan a avakirina partiyê jî Ebdulhemîd destnîşan kir ku ji ber li Sûiryê partiyên siyasî yên çalak ku karibin erka siyasî ya dikev ser milê wan pêk bîne wan biryara avakirina partiyê dan û ev tişt anî ziman: Partiya Baas desthiladariya welat girtiye û rê nade tu partiyan ku rola siyasî pêk bîne.
Endamê Buroya Partiya Sûriyaya Pêşerojê Zahir Ebdulhemîd di dawiya axaftina xwe de jî got ku partiya wan dê bibe bingeha serke ya komkirina civaka Sûriyê û çareserkirina aloziyên heyî.
[1]