'Em ji bo #Sûriya# ya demokratîk û pir reng tekoşîn dikin'
MIHEMED EBDO / HELEB
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê Mihemed Hecî diyar kir ku armanca wan ji avakirina Partiya Sûriyaya Pêşerojê, derbaskirina şaştî û kêmasiyên di salên derbasbûyî de hatin jiyankirin û avakirina Sûriya demokratîk ku mafê hemû kesî biparêze ye.
'Em ji bo Sûriyaya demokratîk û pir reng tekoşîn dikin'
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyaya Pêşerojê derbarê armanc û projeyên partiya xwe ku û hatiye avakirin ji ajansa me re axivî.
Mihemed Hecî di destpêka axaftina xwe de bibîr xist ku şoreşa Sûriyê di encama destwerdana hêzên herêmî û navdewletî ji xeta xwe derket û wiha dom kir: Ev bû sedema wêranî û xirakirina herêmek pir fireh ji xaka Sûriyê. Lewma me biryar da ku em partiyê ava bikin, da ku em şaştiyên 7 salên derbasbûyî sererast bikin. Şoreşa gel vegerînin xeta azadî û demokrasiyê ku gel di destpêkê de ji bo wê serî hilda. Armanca me pêkanîna tevgera aştiyane ya li ser esasê biratiya gelan e, her wiha çareserkirina siyasî ji aloziya Sûriyê re ye.
Hecî di berdewama axaftina xwe de jî got ku hêzên di Sûriyê de şer dikin giringî nadin berjewendiya gelê Sûriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: Her aliyek ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Rêjîma Sûriyê û Koalîsyona bi navê Opozisyonê jî tevdigerin, siyasetên xwe li ser gelê Sûriyê ferz dikin. Ji vê yekê pêwîstiya avakirina partiya me hebû. Armanca me ew e ku em berjewendiyên gelê Sûriyê pêk bîn in. hêzeke siyasî ku hemû gelê Sûriyê bigir neva xwe, saz bikin.
Hecî, her wiha destnîşan kir ku armanca partiya wan a sereke ewe ku rêzgirtin di navbera hemû pêkhateyan de li darbixin û wiha dirêjî da axaftina xwe: Armanca me her wiha hevgirtinek li ser xaka Sûriyê pêk anîne. Heger me xizmeta xwe ne kir, hêzên derve wê xizmeta me nekin, berovajî wê ew ê ji aloziyên dinavbera me de sûd werbigirin û xaka me bikin qadên şer û talanê. Baweriya me ew e ku çareseriya aloziya Sûriyê bi destê gelê Sûriyê ye.
Hecî, her wiha destnîşan kir ku armancên partiya wan ên sereke pêkanîna destûreke mafê hemû gelê Sûriyê misoger dike û wiha dom kir: Em ji bo Sûriya demokratîk a pêşerojê ku li ser esasê hezkirin û aştiyê were avakirin, tekoşîn dikin.
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Hecî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ji kantona Efrînê jî ev tişt anî ziman: Em li dijî dagirkirina xaka Sûriyê ne. Em pîlan û itîfaqên hêzên derve ku li ser esasê berjewendiyan hatine saz kirin, qebûl nakin. Herî dawî jî me dît çawa Xûta beranberî Efrînê dane guhertin. Ev nayê qebûlkirin. Pîlanên wan li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê pêk tê.
Hecî di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku wê tekoşîna wan di qada siyasî de ji bo Sûriya nûjen û xizmeta civakê pêk were.
[1]