MSD: #Rêveberiya Xweser# mîsogeriya hevsengiyê û pêşîgirtina li şerê navxweyî ye
Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku Rêveberiya Xweser hevsengiyê li Sûriyeyê diparêze da ku ber bi şerekî navxweyî ve neçe.
MSD: Rêveberiya Xweser mîsogeriya hevsengiyê û pêşîgirtina li şerê navxweyî ye
Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Hesen Mihemed Elî der barê helwestên herêmî û navneteweyî yên têkildarî geşedanên dawîn û şêwaza rêveberiya Sûriyeyê, ji ajansa me re axivî.
Hesen Mihemed Elî tekez kir ku pêşniyarkirina projeya Rêveberiya Xweser wek formuleke siyasî û îdarî ji bo pêkanîna hevsengiyê li Sûriyeyê, li hundir û derve hatiye pejirandin û da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye egera “hevsengiyê li Sûriyeyê da ku Sûriye ber bi şerekî navxweyî û mezhebî ve neçe.
Mihemed Elî diyar kir ku raporên ji hundirê Sûriyeyê tên, bi taybetî ji herêmên peravî û Humsê, diyar dikin ku binpêkirin çêbûne ku bûye sedema tirsê di nava pêkhateyên Sûriyeyê de, wan jî ev tirsa xwe ji MSD`ê re gotin, MSD`ê jî di serdanên vê dawiyê yên bo welatên Ewropayê de ev tirs û fikar gihandin civata navneteweyî.
DAXWAZÊN KU SÛRIYE BIBE DEWLETEKE SIVÎL
Mihemed Elî diyar kir ku binpêkirinên piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê û hatina komên alîgirên Heyet Tehrîr El Şam, hişt ku hêzên civakî û siyasî yên Sûriyeyê bi MSD`ê re danûstandinê bikin. Mihemed Elî da zanîn ku û ev yek hêviya avakirina dewleteke sivîl a demokratîk zêde dike.
Her wiha bal kişand ser wê yekê ku MSD`ê peyamên ku ji pêkhateyên Sûriyeyê hatine wergirtin lêkolîn dike, ji bo bighêjin hevkariyekê ku bibe sedema diyarkirina siberoja Sûriyeyê. Mihemed Elî banga hevkariyeke bi bandor di navbera Sûriyeyiyan de kir, ji bo nivîsandina destûrek ku wekhevî û dadperweriyê pêk bîne û mafên her kesî biparêze.
HELWESTA NAVNETEWEYÎ DER BARÊ GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ DE
Mihemed Elî diyar kir ku daxwazên navdewletî yên zelal di derbarê awayê rêveberiya Sûriyeyê de hene ku giraniyê didin parastina cihêrengiy, mafên mirovan û pêkhateyên civakî. Her wiha diyar kir ku kombûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevgirtina wan bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re, di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de, cihekî girîng dide Rêveberiya Xweser ji bo nexşandina şêwazên Sûryeya nû.
DER BARÊ PLANÊN DAGIKERIYA TIRK ÊN LI SÛRIYEYÊ DE HIŞYARÎ
Têkildarî diyaloga di navbera QSD`ê û Şamê de, Mihemed Elî diyar kir ku daxwaza sereke rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Her wia hişyarî da ku dewamkirina van êrişan wê rewşek kaosê çêbike û bandorên wê li gelek deverên welêt belav bibe.
Hesen Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku MSD`ê bi gelek welatan re, di nav de Amerîka, Almanya, Fransa, Brîtanya û hin welatên Ereban re hevdîtinan pêk tîne û diyar kir ku nêzîkatiya leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker metirsiyeke li ser siberoja Sûriyeyê, ji ber çavnebariyên Tirkiyeyê li herêmekê sînordar namînin.[1]