Kadar Pîrê: Bêyî çareserkirina #doza Kurd# îstîqrar pêk nayê
YEHYA EL HEBÎB
Kadar Pîrê diyar kir ku dewleta Tirk li şirîkan digere da ku şerê li dijî Kurdan bike. Her wiha Pîrê Bexda û Hewlêr hişyar kirin ku dewleta Tirk axa Iraqê aîdî xwe dibîne û got PKK li pêş van timayan disekine û divê çareseriyeke adil bi diyaloga li gel Rêber Abdullah Ocalan ji doza Kurd re bê dîtin.
Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de tevgerên xwe li qada Iraqê zêde kirin. Piştî serdana rayedarên îstixbaratê û Wezareta Karên Derve yên Tirk ji bo Bexda û Hewlêrê, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan serdana wir kir.
Hemwextî serdanan, dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê kir û li gel wê Iraq, Tirkiye, Qeter û Îmaratê ji bo temamkirina projeya ‘Rêya Geşepêdanê’ gelek lihevkirin îmze kirin.
LÊGERÎNA LI ŞIRÎKAN JI BO ŞERKIRINA LI DIJÎ KURDAN Û XELASKIRINA ABORIYÊ
Gerînendeyê Navenda Kurd Sînornenas Kadar Pîrê têkildarî mijiarê got: Serdana dewletan û pêşxistina têkiliyên di navbera welatan de, normal e. Lê ya ne normal ew e ku ev serdan piştî 13 salan pêk were. Di wê demê de artêşa Tirk bi rihetî di nava axa Iraqê de digere, balafirên wê welatiyên Iraqê yên Kurd û Ereb dike hedef û dikuje. Rayedarên Tirk di daxuyaniyên xwe de rêzê ji serdestiya Iraqê re nagirin. Gihaşt wê astê ku avê li ser Iraqê bibire. Helbet beriya wê li ser Sûriyeyê birî. Ev tev li dijî qanûnên navneteweyî ne. Lê tê ragihandin ku lihevkirin di navbera her du aliyan de têkildarî avê û petrolê heye û dema wan heta 10 salan e.”
Bi nêrîna Pîrê mijara sereke ya serdana Erdogan a Iraqê, mîna ku îdia dike ewlehiya wê ya neteweyî, çawa şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike û bi çi awayî rê li pêşiya çareserkirina doza Kurd li Tirkiyeyê bigire. Ji ber wê jî dixwaze li derve tevgerên xwe yên dîplomatîk zêde bike.
Pîrê got: “Krîza aboriya têkçûyî, sedema tawîzdayîna Erdogan û çûyîna wî ya ji bo Bexda û Hewlêrê re ye. Ev bi serê xwe paşveçûneke dîplomatîk e ji siyaseta Tirk û rayedarên wê re, bi taybet ji bo Erdogan. Îro tiştekî dibêjin, sibê tiştekî din dikin, erênî dibe yan neyînî. Xala girîng a serdanê ew e ku Erdogan dixwaze di şerê li dijî Kurdan, PKK û gerîla de şirîkan bibîne, ji ber ku hewldanên wî yên berê bi bin ketin.”
NAKOKIYÊN KÛRTIR DI NAVBERA HÊZÊN HERÊMÎ DE
Der barê encamên serdanê de Pîrê wiha axivî: Bawer im ku li gorî fikirandina tirkî tu encamên erênî yên serdanê tune ne. Teqez kesek li dijî lihevkirinên aboriyê û yên avê nasekine. Lê em bi hêsanî dikarin bibêjin ev lihevkirin ne li gorî berjewendiyên gelên herêmê ye. Erdogan karî hevalbendan bibîne ji bo ku şerê Kurdan bike? Ez bawer nakim. Hewlêr û Bexdayê tu bersiveke erênî neda Erdogan. Ji ber ku rewşa li Iraqê li ber çavan e. Dewleta Iraqê nahêle şerê PKK`ê bê kirin, ji ber ku xwe di cihên dûr de asê kirine. Ê dema artêşa Iraqê bi hêz bû, nedikarî bigihêje wir, îro jî piştî ku veguherî artêşeke taîfî û milîsan ku girêdayî dewletên derve ye, nikare wê jî bike.
Bi nêrîna Pîrê pirsa xwe dide pêş jî ev e; gelo lihevkirineke tirkî-îranî li dijî PKK`ê heye yan na? Pîrê axaftina xwe wiha domand: Bi nêrîna min heta niha ev tişt pêk nehatiye. Ji ber ku Îran jî şerkirina li dijî PKK`ê red dike. Lê nakokî di navbera aliyê Tirk û Îranê de heye. Nemaze li Sûriyeyê. Tirkiye sozên ku di dan û standinên Soçî û Astanayê de dane, neanîn cih. Îran wisa Tirkiyeyê tawan bar dike. Her wiha di aliyê baweriyê de jî nakokî hene, her yek îdia dike ku ew pêşengiya misilmanan dike. Yek şîe ye û yek sunnî ye.
Pîrê ev li gotinên xwe zêde kir: Li ser asta stratejîk jî, lihevkirin hene. Her tim li ser serê Kurdan li hev dikin. Lê belê şert û mercên hundirîn ên herduyan cuda ne. Îro nikarin şerê PKK`ê bikin ji ber ku PKK`ê bi hêz e ne tenê li Kurdistanê lê belê li cîhanê jî. Dost û dîplomatên wê hene û li her derê di tevgerê de ne. Di 10 salên dawîn de ji bo ragihandina dengê Kurdan, serî li çareseriyên dîplomatîk û siyasî hatiye dayîn. Her du alî nikarin lihev bikin û heta nikarin şerê PKK`ê bikin.
HEWLÊR JI TIMAYÊN TIRKIYEYÊ NE DÛR E
Kadar Pîrê rewşa Kurdan jî nirxand û got: Nakokiyên kûr hene. Lê di encamê de dizanin ku bi tunekirina PKK`ê re Tirkiye dê bikare ji vê zêdetir destwerdanê li Başûrê Kurdistanê bike. Tirk aşkera dibêjin, ew der Tirkmenistan e û axa Tirkiyeyê ye. Di referandumê de Tirkan got Barzanî serokeşîr e. Yanî wan Başûrê Kurdistanê û Mesûd Barzanî biçûk xist. Ew gotin hîna di bîra Kurdên li Iraqê de zindî ye û nikarin bi hêsanî ji bîr bikin. Lê belê ji wê zêdetir di serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê de careke din dubare kirin.
Pîrê îşaret bi rakirina ala Tirkiyeyê li Kelaha Hewlêrê û daxuyaniyên rojnameya Tirk der barê de kir û diyar kir ku ji ber fişarên li ser hikumeta Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve û şaştiyên siyaseta wê ya derve, tu daxuyanî têkildarî vê mijarê nehat dayîn û got: Tirkiye, aboriya Başûr kontrol kiriye. Ev felaketeke mezin e. Divê di pêşerojê de baldar bin û herî kêm azadiya aborî hebe.
Pîrê wiha pê de çû: Bi destê Tirkan bûya, Kurdek li ser rûyê erdê nedihiştin. Gefên ku dixwin ne tenê li dijî PKK yan jî gerîla ye lê belê li dijî hikumeta Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku bigihêjin Şengalê û rê di navbera Başûrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de qut bibe, xeyala tirkan e. Dixwazin korîdora aboriyê ya yekane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin. Ji ber ku deriyên din ên fermi girtî ne. Tirk xeyal dikin û armanca wan çawa bigihêjin Şengalê. Wek dibêjin, dixwaze bi kevirekê 2 çûkan bigire. Rê di navbera Iraq û Sûriyeyê de bigire ji bo ku ew wê korîdorê kontrol bike, her wiha xwe bigihîne Iraqê lê ne di Başûrê Kurdistanê re ji bo ku Başûrê sûdê jê negire.
Pîrê nirxandina xwe wiha domand: Tirkiye dixwaze projeyekê bi ser bixe ku bigihêje Musilê û ji wir bigihêje tevahiya Iraqê dûre Kendavê û piştre vê korîdorê bigihîne Ewropayê. Ev proje bi erêkirina Iraq, Tirkiye, Qeter û ÎMaratê dê pêk were. Ev projeya duyemîn e ya yekemîn siûdî bû ku di çarçove lihevkirinên aştiyê di Deryaya Spî re bigihêjin Ewropayê lê belê ji ber şerê Xezayê temam nebû. Bi nêrîna me min ev projeya Tirkiyeyê ber nakeve ji ber ku gelek sal gerek in heta pêk were. Her wiha divê Tirkiye siyasetên xwe yên hundirîn biguhere, ji ber ku helbet ev rê dê di herêmên kurdî re çi li Başûr yan jî Rojava yan jî Bakurê Kurdistanê re derbas bibe. Heke çareseriyekê ji doza Kurd re nebîne, wê demê ev proje bi ser nakeve. Pêwîstiya alternatîfê wê jî bi aştiyeke erebî-îsraîlî heye.
‘ÇARESERÎ DIYALOGA BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE YE’
Kadar Pîrê bang li Hewlêr û Iraqê kir ku dewleta Tirk rêzê ji serdestiya her duyan jî nagire, ev çend sal e qada hewayî ya Iraqê binpê dike, welatiyên iraqî yên Kurd û Ereb dikuje û got: Tirkiye piştgiriya ji aliyê Kurd û Ereb dixwaze ji bo ku şerê PKK`ê bike. Ew dixwaze destpêkê PKK`ê tune bike, dure serdestiya Iraqê bi taybet serdestiya Başûrê Kurdistanê têk bibe. Ji ber ku dewleta Tirk Başûr wek wîlayetek girêdayî xwe dibîne. Di budceya Tirkiyeyê de, lîreyeke zêr ji bo budceya Musilê heye ku tevahiya Başûrê Kurdistanê digire nava xwe.
Pîrê di dawiyê de got: Dixwazim tiştekî aşkera bikim; rast e PKK û gerîla di radeya yekemîn de xwe diparêzin, lê belê di encamê de parastina Iraqê dikin. Ji bo têkbirina plan û siyasetên dewleta Tirk a dagirker, parastina Başûrê Kurdistanê yan jî serdestiya Iraqê xala hêzê ya yekemîn e. Ji bo çareserkirina doza Kurd li Tirkiyeyê, divê Tirkiye bi rêya Îmraliyê û diyaloga li gel Rêber Abdullah Ocalan, dest bi dan û standinên rasterast li gel fermandarên vê partiyê bike. Wek encam, em dikarin bibêjin ku divê dewletên cîran, çareseriyeke adil ji doza Kurd re bibînin. Ji bo ku gel sûdê ji berhemên welatê xwe bigire, ne tenê di şer de û ajandeyên terorîst ên Erdogan bên xerckirin.[1]