Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,825
Wêne
  123,947
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,726
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
Sirri Sureyya Onder
Pol, Kom: Jiyaname
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Mebesta me ew e ku em wek her gelî bibin xwedî bingeheke niştimanî û netewî.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sirri Sureyya Onder
Sirri Sureyya Onder
Nav: Sirri Sureyya Onder
Dîroka jidayîkbûnê: #07-07-1962#
Dîroka koçkirinê: #03-05-2025#
Cihê jidayîkbûnê: Semsûr - Adiyaman
Cihê koçkirinê: Stembol

=KTML_Bold=Jîname:=KTML_End=
..Sirri Sureyya Onder bû ziman, bîr û wijdanê gelê Kurd
Sirri Sureyya Onder yek ji siyasetmedarên herî girîng ê ku di pêvajoyên aştî û diyalogê de karibû navbeynkarî” bike bû û bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe girt. Rola wî ya di Şandeya Îmraliyê de bû sembola serdema ku Tirkiye herî nêzîkî aştiyê bû.
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şanda Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingale ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan jiyana xwe ji dest da.
Sirri Sureyya Onder yek ji kesayetên girîng ên tevgera siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê bû. Onder bi gotina “Wê rojekê aştî teqez were, em ê heta wê rojê dev ji têkoşînê bernedin her tim baweriya xwe ya bi aştiyê dianî ziman. Onder alîgirê aştiyê û parêzvanê civatek demokratîk bû. Her wiha weke hostayê huner û mîzahê derket pêş. Onder li ser xeta ku huner û siyaset digihîştin hev disekinî, di pêvajoyên aştiyê de rolên sereke lîst û di her serdemê de bi helwesta xwe ya domdar, diyalog û aştîxwazî bal kişand ser xwe.

FÊRÎ ÎSLAMÊ BÛ Û DI SOSYALÎZMÊ DE BIRYAR DA
Onder di sala 1962’an de li Semsûrê ji malbateke Tirkmen a ku hema hema her kesê li dora wî Kurd bû ji dayik bû, dema ku heşt salî bû bavê xwe winda kir. Bavê Onder yek ji damezrînerên rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Semsûrê bû. Aliyê dayika wî girêdayî kevneşopiyeke cuda ya tevgera Nûrcûyan bû. Ev herdu kevneşopiyên dijber teşe da ramanên Onder. Sirri Sureyya Onder di hevpeyvînekê de ev tişt anîzê ziman: “Aliyê bavê min sosyalîst bû, aliyê dayikan min Nûrcû bû; her du jî li derveyî pergalê bûn. Bi vî awayî, min herduyan jî nas kirin. Ez fêrî Îslamê bû, lê di dawiyê de min di sosyalîzmê de biryar da.

DARBEYA 80’YÎ Û SALÊN GIRTÎGEHÊ
Onder di salên dibistana navîn de fikrên çepgir nas kir, di salên lîseyê de tevlî komên şoreşger û sosyalîst bû. Di sala 1978’an de, dema ku ew hîn xwendekarê lîseyê bû, ji ber protestokirina Komkujiya Mereşê hate girtin.
Piştî lîse qedand, Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir. Li Enqereyê di nava siyaseta şoreşgerî de cih girt. Dema ku darbeya 12’ê Îlona 1980’an pêk hat, ew 18 salî bû. Piştî darbeyê, têkoşîna wî ya siyasî hîn tûjtir bû. Sala din, ew ji ber xebata xwe ya siyasî hate binçavkirin û girtin. Onder 7 salan li girtîgehên Mamak, Ûlûcanlar û Haymanayê hate girtin, rastî êşkenceyê hat û ket grevên birçîbûnê.

AJOKAR, SÎNEMAVAN, SIYASETMEDAR…
Onder piştî ji girtîgehê derket, li Stenbolê bi cih bû. Berî ku dest bi nivîsandina senaryoyan bike, di gelek karên weke ajokariya kamyonê hwd de xebit. Eleqeya Onder a sînema û nivîsandina senaryoyê bi fîlma Dûvar dest pê kir. Onder wiha behsa wan rojan kir: Ez di nav wî dîwarî de bûm, min fêm kir ku ez ne bi tenê me. Piştre min dest bi nivîsandinê kir.” Bi perwerdehiya ku wergirtî, fêrî estetîkkirina hêrsa xwe bû û bi vî awayî fîlma xwe ya yekem “Beynelmilel” nivîsand.
Fîlma Beynelmilel (2006) bla her kesî kişandibû ser xwe, paşê wek senarîst, derhêner û lîstikvan beşdarî berhemên wek O… Çocuklari, Dugun Dernek û Yeralti bû.
Onder di sala 2011’an de dest bi siyasetê kir û ji lîsteya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) wekî parlamenterê Stenbolê hate hilbijartin. Ew yek ji damezrînerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku di sala 2013’an de hate damezrandin bû û wekî alîkarê hevserokê wê xebitî.
Ji bo Onder pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurd bû. Di nava wê de mêtingerî, zordarî, zilma dewletê, têgihîştina yekperestiyê, nêzîkatiya wêdekirinê û zîhniyeta newekhev a li vî welatî hebû.

ONDER PEYAMÊN RÊBER APO RAGIHAND GELAN
Sirri Sureyya Onder di dema hevdîtinên aştiyê (pêvajoya çareseriyê) de ku di navbera salên 2013 û 2015'an de dom kir, yek ji aktorên herî girîng ên Şandeya Îmraliyê bû. Ew beşdarî hevdîtinên Rêber Apo yên li Îmraliyê bû û di teşedayîna pêvajoyê û bidestxistina piştgiriya raya giştî de roleke girîng lîst.
Onder di Newroza 2013’an de li Amed banga Rêber Apo ya Çekan bêdeng bikin xwend.
Onder di xwepêşandanên Parka Gezî ya 2013’an de li ber maşîneyên înşaetê rawestiya û nehişt ku darên li parkê bên birîn daran parast û got Ez jî nûnerê daran im û bû yek ji navên sembolîk ên berxwedanê.
Onder di pîrozbahiyên Newrozê yên 2014 û 2015’an de jî peyamên Rêber Apo ji raya giştî re ragihand.

Di hevdîtinên pêvajoya çareseriyê yên didomiyan de, di 28’ê Sibata 2015’an de metna Lihevkirina Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan pêk dihat û di navbera Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan û şandeya HDPê de hatibê îmzekirin, xwend. Ev lihevkirin gava herî berbiçav a pêvajoya çareseriyê bû. Lê piştî ku HDP di 7’ê Hezîrana 2015’an de benda hilbijartinê derbas kir û AKP piraniya xwe winda kir, pêvajo rawestiya. Ji ber ku Erdogan, Lihevkirina Dolmabahçeyê qebûl nekir, pêvajo bi dawî bû.
Bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê re, şer û pevçûn ji nû ve dest pê kir. Di qada siyasî de, armanc ew bû ku HDP bêbandor bikin û zext û girtinên li ser endamên HDP’ê zêde bûn. Di encama vê zextê de, di sala 2016’an de parêzbendiya gelek parlamenterên HDP’ê hate rakirin. Ji ber rakirina parêzbendiya wan, bi sedan kes, di nav de parlamenter û siyasetmedarên HDP’ê jî hebûn, hatin girtin. Di nav kesên ku hatin girtin de Onder ê ku yek ji aktorên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê bû, hebû.

TEVÎ BERDELÊN GIRAN JÎ TIŞTÊN JÛ BAWER DIKIR ANÎ ZIMAN
Onder di sala 2016’an de hate girtin. Onder di têketina Girtîgeha Kandirayê de ji rojnamevanan re got, Her çend bûyer xemgîn xuya bikin jî, bi rastî ji bo tevahiya welêt rojaên xweş nêzîk in. Her gotina ku em dibêjin, her hewldana ku em dikin rûmeta me ye.
Onder di sala 2019an de piştî biryara Dadgeha Destûrî ya ku azadiya wî ya îfadekirinê hatiye binpêkirin hate berdan.
Onder dema ku hate berdan bi gotina; “Di rewşên wiha de divê mirov keyfxweş bibe lê parçeyek me hîn jî di hundir de maye. Dema ku welat gavên ber bi demokratîkbûn û aştiya tevahî ve bavêje wê demê em ê keyfxweş bibin. Me gotina xwe got û me her gav gotiye. Ti tişt nikare gotina me asteng bike, ji ber ku me tiştê ku em bawer dikin got” nîşan da ku ew ê têkoşîna xwe bidomîne.
Onder di tevahiya jiyana xwe de bedel da, lê wî qet tiştê ku jê bawer nedikir, nekir. Ew hem di hunera xwe de û hem jî di siyaseta xwe de domdar bû. Ew xwe deyndarê axa ku lê dijiya hîs dikir û ji ber vê sedemê ne dev ji siyasetê û ne jî çîrokbêjiyê berneda.

HETA NEFESA XWE YA DAWÎ JI BO AŞTÎ Û DIYALOGÊ XEBITÎ
Onder piştî ji girtîgehê derket bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ma lê ji têkoşînê paşve gav neavêt. Di hilbijartinên giştî yên 2023’yan de ji DEM Partiyê wekî Parlamenterê Stenbolê yê serdema 28’an hate hilbijartin û hewldanên xwe yên aştî û diyalogê domand.
Sirri Sureyya Onder di pêvajoya ku piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Parlamentoyê di 22’yê Cotmeha 2024’an de dest pê kir, bi gotina Aştî tenê bi diyalogê dikare pêk were cihê xwe di nava Şandeya Îmraliyê de girt.
Onder tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî di pêvajoya aştiyê de roleke dîrokî lîst. Tevî hişyariyên bijîşkên wî yên ji bo bêhnvedan û kêmkirina bernameya xwe, bi gotina Ev welat hewceyê aştiyê ye; beza ji bo aştiyê terapiya herî baş e xebata xwe ya ji bo aştiyê domand.
Onder êvara Sêşema 15’ê Nîsanê ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê. Onder, ku piştî teşhîskirina jêbûna rehên aortayê bi lez hate emeliyatkirin. Emeliyata Onder 12 saetan dom kir
Sirri Sureyya dema ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin di 21’ê Nîsanê de peyamek ji Rêber Apo hat. Peyama ku bi rêya endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Parêzer Ozgur Erol hatiye dayîn de, Rêber Apo wiha behsa Onder kir:

RÊBER APO: RÊYA GIRÊDANA VÊ HEWLDANA WÎ YÊN AŞTIYÊ TÊXIN PRATÎKÊ
“Min bi Sirri Sureya Onder re 12 sal mesayî derbas kir. Girîngiya wî hilgirtiye ev e: Ji Semsûrê ye. Ji koka Tirkmenan e. Kevneşopiya Baba Îshak temsîl dike. Hewldana aştiya mezin teyisand civakê, di şexsê xwe de pêşdaraza civakê şikand. Wî ev yek kir. Pêşdaraziyên civakê şikand, li Meclisê şikand, li kolanan şikand.
Ya ku di şexsê wî de jîndar bûye, em jê re dibêjin gen û çanda Anatoliyê. Tişta ku em jê re dibêjin aştî, genên Anatoliyê û kevneşopiyên Tirkmenan jîndarkirin e. Onder kesayetekî wisa ye û ev jî cewhera rastîn a Tirkmentiyê ye: Nasnameya herî baş a aştiyê û nasnameya herî baş a çandê ye. Li dijî feraseta ‘Bi israr bikim dijmin û bi vê şêwazê siyasetê bikim’ tevgerandin e.
Çanda Onder a têkoşîna li dijî neyîniyan û li gel neyîniyan meşandin gelek girîng e. Neyîniyên ku derketin holê beyî wan kûr bike ew vegerandin aliyê erênî. Ez dibînim ku her kes diçin nexweşxaneya ku Onder lê dimîne û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wî re eşkere dikin. Rêya vê girêdanê de hewldanên wî yên aştiyê jî têxin pratîkê. Careke din ez ji bo wî, malbata wî û heskirinên wî dibêjim derbasî be. Ez hêvî dikim ku demek berî demekê baş bibe û bi coş û bi hêz têkeve nava me.”
Sirri Sureyya Onder yek ji siyasetmedarên herî girîng ê ku di pêvajoyên aştî û diyalogê de karibû navbeynkarî” bike bû û bi vî awayî di dîrokê de cihê xwe girt. Rola wî ya di Şandeya Îmraliyê de bû sembola serdema ku Tirkiye herî nêzîkî aştiyê bû. Ew ji bo siyaseta Tirkiye û gelê Kurd bû ziman, bîr û wijdan.[1]
Ev babet 5,650 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://anfkurdi.com/ - 04-05-2025
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Jiyaname
Zimanê babetî: Kurmancî
Rojbûn: 07-07-1962
Dîroka Mirinê: 03-05-2025 (63 Sal)
Aliyê siyasî: Comonist
Asta perwerdehiyê: Zanko (Bekelorya)
Cihê jidayikbûnê: Adiyaman
Cihê mirinê: Stembol
Cureya Xwendinê: Sîyaset
Cureyên Kes: Perlemantar
Cureyên Kes: Rojnameger
Cureyên Kes: Siyasetmedar
Cureyên Kes: Dostê Kurdan
Dereceya partiyê: Endam
Hîna dijî?: Na
Partî: HDP
Welatê jidayikbûnê: Bakûrê Kurdistan
Welatê mirinê: Tirkiya
Zayend: Nêr
Ziman - Şêwezar: Turkî
Ziman - Şêwezar: Turkmenî
Zimanên ku dizane: Turkmenî
Zimanên ku dizane: Turkî
Zimanên ku dizane: Kurmancî bakûr - T. sllavî
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 04-05-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-05-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 05-05-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 5,650 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.39 çirke!