Komkujiya Ereban a bi destê Osmaniyan û 6'ê Gulana 1916'an anku Roja Şehîdan
-Rauf KARAKOÇAN
Her çend dagirkeriya Împaratoriya Osmanî li ser cografyaya Ereban û serdestiya wê ya bi sedan salan bi têkçûna wê ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi dawî bûbe jî, hê jî hewesa wê neqediyaye.
Ji sala 1500'î heta hilweşîna împaratoriyê di sala 1918'an de erdnîgariyeke mezin a Ereban ku nîvgirava Erebistanê jî di nav de ye, di bin serweriya Osmaniyan de ma. Gelê Ereb li hemberî desthilata Osmaniyan her ku hêza xwe bi dest xist û bû xwedî derfet, serî hilda lê di dawiyê de hemû bi xwîn û komkujiyan hatin tepisandin.
Heke mirov hinekî li dîroka Ereban a dema Osmaniyan bikole, heta bi komkujiyan, gelek tawan hene. Komkujiya giran a yekemîn ji aliyê Yavuz Sultan Selîm ve li hember Elewiyên Ereb hat kirin. Yavuz di dema sefera xwe ya Misirê de ji bo ku Elewiyan ji holê rake ku wek xetereyeke potansiyel a li dijî xwe dibîne, alimên xwe yên olî li hev civandin û ferman da wan ku bi fetwaya ku ji wan stand 'li ser navê ol Elewî qetil kirin'. Gelek çavkanî hene ku diyar dikin ku b dehfikan rûspiyên Elewiyan li Helebê kom kirine û serên wan jê kirine û bi vî rengî komkujiya Elewiyan daye destpêkirin.
Li gorî rîwayetan Yavuz Selîm li peravên Sûriyeyê nîv milyon eşîrên Tirkmen bi cih kirine û Elewiyên Ereb qetil kirine yan jî mişext kirine. Tê gotin ku wê demê navê 'Sûrek' li Elewiyan hatiye kirin ku wateya wê ev e; 'yên ku didin pêş hespan û didine pey'. Ev komkujî veguherî firsendekê ku ûlemaya Sunnî fetwayên dan ku piraniya Elewiyên li Helebê dijiyan bên qetilkirin û hin ji wan jî reviyan herêma çiyayî. Yên reviyane jî jê re digotin 'Sûrek' û piraniya wan li gundewaran tên qetilkirin. Di wê demê de hejmara Elewiyan li Sûriyeyê zêdetir bûye, lê ji ber komkujiyan bûne kêmahî. Sunniyên li Iraqê jî ji kiryarên Yavuz cesaretê digirin û ew jî komkujiyên bi heman rengî dikin. Di heman serdemê de Elewî li Iraqê jî rastî komkujiyan tên. Piraniya mêrên ahil tên qetilkirin, tecawizê li jinan dikin û dest datînin ser mal û milkên wan.
Seferên Osmaniyan ên li ser Yemenê jî gelekî xwînî bûn. Di sala 1538’an de artêşa Hadim Suleyman Paşa, di 1569’an de artêşa Sînan Paşa, di 1830’an de artêşa Mehmed Elî Paşa, Yemen kirina gola xwînê. Zêmarên li ser Yemenê heta gihaştina îro jî. Di kilaman de çîrokên wan kesên çûne Yemenê lê venegeriyane têne vegotin.
Rewşa nîvgirava Erebsitanê jî ji ya Yemenê baştir nebûye. Zarokên Mehmed Elî Paşa ê waliyê Misirê Tosun Paşa û Îbrahîm Paşa jî li çolistanên Erebistanê komkujiyên xirabtir kirine. Bi ser xanedana Siûdiyan û Wehabiyan de çûne, piraniya mirovan qetil kirine, xanedan ji nav birine, emîrê Siûdiyan û ferdên malbata wî birine Stenbolê û li wê derê li ber gel teşhir kirine û piştre jî bi şûran serên wan jê kirine.
Cezzar Ehmed Paşa ku ji sala 1758’an ve li Misir, Erebistana Siûdî û Şamê wek 'Şûrê Bira' yê Osmaniyan tê naskirin, ji ber ku 70 qefleyên Ereban tevî deveyên wan kuştine, bi navê ‘Cezzar’ (qesabê deveyan) hatiye naskirin. Di çavkaniyên Ereb û Osmaniyan de jî wek kesekî gelekî zalim û xedar cih digire. Li hember eşîrên Ereban gelekî bê rehm bûye.
Komkujiyên li hember Ereban ku Komîteya Îttîhat û Terakkiyê li parêzgeha Şamê di rojên dawîn ên Osmaniyan de pêk anîn, ji mînakên herî xwînî yên dîroka nêz in. Pratîka paşayê Îttîhat û Terakkiyê Cemal Paşa ya li Sûriyeyê, kêmî qetlîamên li hember Ereban ên beriya wî nebûye.
Tevgerên neteweperest ên li Ewropayê bi pêş ketin, di destpêkê de bandor li gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Ereban kir. Şam, Beyrûd û Qahîre navendên rewşenbîriyê bûn. Salên hilweşîna Osmaniyan bi perçiqandina bizavên neteweperestên Ereban derbas bûn. Seferên ji bo dagirkirina erdnîgariya Ereban, bûn rûpelên herî bixwîn ên dîroka Ereban. Tu hêzeke biyanî, heta ku seferên xaçperestan jî, hovîtiyeke bi vî rengî li Ereban nekiriye. Rûpela xwînî ya dawîn jî fermandarê artêşê yê li Sûriyeyê Cemal Paşa lê zêde kiriye.
Di sala 1915’an de Cemal Paşa wek waliyê leşkerî yê Lubnan û Sûriyeyê tê erkdarkirin û peywira wî ya sereke ew bû ku bi xwînsarî netewperestiya Ereban biçewisîne. Hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdarî ve ji bo ku herêmê ji nû ve kontrol bike, wek walî û leşkerekî xwedî otorîteya siyasî bû. Lubnan û Sûriye hem ji bo Rojhilata Navîn hem jî ji bo Osmaniyan cihên stratejîk bûn. Herî zêde rewşenbîriya Ereban liv an deran bi pêş ket. Neteweperestiya Ereban a li vir bi pêş ket, li tevahiya erdnîgariya Ereban belav bû, loma jî xwedî girîngiyeke zêde ye.
Cemla Paaş ji pêşengên Îttîhat ûTerakkiyê ye û ji bo polîtîkayên navendperest bi rê ve bibe, ji bo welatê Ereban rêveberekî îdeal bû. Bi darvekirina neteweperestên Ereban dest bi kar kir. Li gorî rîwayetekê, 'he sibeh heta ku 20 neteweperestên Ereb bi dar ve neke, taştê nexwariye'. Her wiha çavkanî hene ku dibêjin ji bo ku guleyan xerc neke, du-sê kes li pey hev rêz kirine û bi guleyekê tenê li serê wan daye û bi hev re înfaz kirine. Ev îdia jî di vegotinên dîroknasê Tirk Murat Bardakçî de jî hebûn. Ji bo vê jî di nava Ereban de bi navê ‘Cemalê Xwînî’ anku ‘El Cemal El Damawî’ hate naskirin. Nasnavekî wî yê din jî ‘Seffah’ (Xwînrêj) e.
Cemal Paşa temsîla tirkîzm û neteweperestiya Tirkan dike û wek xencerekê li dilê rewşenbîriya Ereban anku Şam û Beyrûdê ketiye. Ji bo tepisandina neteweperestiya Ereban gelek tedbîrên tund giritine. Dema zehmetiyên Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî lê zêde dibin; zext, şîdet û xelaya li ser gel, zêdetir bûye. (Serokkomarê Lubnanê di axaftina xwe ya bi boneya Roja Serxwebûnê de rêveberiya Osmaniyan tawanbar kir û got 1,5 milyon kes di bin bandora xelayê de mane. Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk ev yek red kiribû û heqaret li serokkomarê Lubnanê kiribû.) Bacên giran ên di salên şer de li ser gel hatin ferzkirin, li Lubnan û Sûriyeyê rê li ber mirina 40 hezar kesî vekir.
Cemal Paşa li deverên serdestiya xwe toreke berfireh a îstîxbaratê çêkir û bi hewldana kontrolkirina gel û bi zext û tirsandinê rêveberî kiriye. Bi sansura li ser çapemeniyê rê neda tu dengekî nerazîbûnê derkeve. Tevî ku bala hemû cîhanê li ser şerê cîhanê bû, hovîtiya ku Cemal Paşa anî serê Erebên li Sûriye û Lubnanê gihaşt asteke gelekî bilind. Van reftaran di nava gel de bertekên mezin çêkirin, lê ji bo Osmaniyan wek hewldanên ji bo parastina otorîteya navendî bûn û hewl dan îdam, girtin û komkujiyên li hember Ereban wek tiştên erênî nîşan bidin.
Komkujiya Osmaniyan a 6’ê Gulana 1916'an yek ji mînakên dawîn ên şiyarbûna Ereban e. Li gorî çavkaniyên dîrokî bûyer li hember biryara girtinê ya 33 neteweperestên Ereb dest pê kiriye. Ji wan kesan 21 kes têne girtin. Li bajarokê Aley ê li Lubnana niha ye û niştecihên wê zêdetir Durzî ne, ji alîyê dadgeheke leşkerî ve hatin dadgehkirin û cezayê îdamê li wan dibirin.
Ji bo darvekirina van Erebên bijartî li qada Mercê ya Şamê û qada Bûrcê ya Beyrûdê sêdaran datînin. Di nava wan de rewşenbîr, siyasetmedar, rojnamevan, parlamenterên berê yên Osmaniyan, metranek û neteweperestên Ereb hene û tên darvekirin. Yên nekarîne bên girtin jî, cezayê îdamê yê xiyabî lê tê birîn. Darvekirinên di 6'ê Gulana 1916'an de ji aliyê gelê Ereb ve wek 'Roja Şehîdan' tê binavkirin û bîranîn û hîna jî di bîra Ereban de zindî ye. Ev îdamên han bûne bîreweriya neteweperestiya Ereban û bandoreka xwe ya mezin a siyasî jî heye.
Şam û Beyrûd ew cih in ku çapxane di qonaxa destpêkê de lê hatin avakirin, cihên rewşenbîriyê bûn û fikrên neteweperestiya Ereban ji wan deran derketin. Yên hatin darvekirin jî, rewşenbîr û ramangerên herî hêja yên Ereban bûn. Armanc dikirin ku neteweperestiya Ereban ji pêşengiyê bê par bihêlin anku serî xwe ji bedenê qut bikin. Cemal Paşa, ji bo ku avaniya navendî ya îdarî ya Împaratoriya Osmanî zindî bihêle û neteweperestiya Tirkan belav bike, bi xeyala ku ziman û çanda Tirkan li welatê Ereban serwer bike, ev qas zilm û komkujî pêk anîn. Li şûna ku gel gavekê bi paş ve biavêje, wan îdaman bandoreke berovajî kir û berxwedan û şiyarbûna gelê Ereb zêdetir kirin.
Vê bûyerê di nava gelê Ereb de gelekî deng vedaye û tu carî ji bîr nekiriye. Bû sedemeke tevgera şiyarbûna Ereban a bi navê 'El Nehda'. Wan îdaman rê li ber feraseteke giştî vekir; 'Tirkan wek mêtinger 400 salan Ereb îstîsmar kirin, xerac jê standin, hin rûspiyên Ereban qetil kirin û hin ji wan ji olê derxistin (bi fikra laîktiyê)'. Mehekê piştî darvekirinên 6'ê Gulanê, di 10'ê Hezîranê de serhildana mezin a Ereban a bi pêşengiya Şerîf Huseyîn dest pê kir. Lubnan û Sûriye cihên dawîn bûn ku şerên herî dijwar li dijî Osmaniyan lê rû dan (1918) û Osmanî têk birin.[1]