Durzî; dîrok, bawerî, erdnîgarî û arîşe
- Sîpan SILO
Li Sûriyeyê Durzî ku dîroka wan vedigere sedan salan, rolên girîng di bûyerên dîrokî de lîstine. Durzî di sala 1187’an de li kêleka Selahedîn li dijî xaçperestan beşdarî Şerê Hetînê bûn, di sala 1260’î de li kêleka Memlûkiyan di Şerê Eyn Calutê de li dijî dagirkirina Mongolan şer kir.
Di sedsala 19’an de, Durziyan bi pêşengiya Şêx Yehya El Hemdan li dijî operasyonên Mihemed Elî Paşa bi Osmaniyan re tifaq kir û li Cebel El Ereb ziyanên mezin gihandin artêşa Mihemed Elî Paşa. Lê ji bo hewldanên Osmaniyan ku kontrola xwe li ser çiya ferz bikin, alozî di navbera Durzî û Osmaniyan de derket. Di sala 1911’an de, Osmaniyan çend serokên Durziyan, wek Duqan El Etrash û Yahya Amer, bi dar ve kirin.
Piştre jî Durziyan piştgirî da Şoreşa Mezin a Ereban a bi serkêşiya Şerîf Hisên. Şêx Sultan Paşa El Etreş ku ji kesên pêşîn bû ku ala şoreşê bilind kir. Di sala 1925’an de serkêşî ji Şoreşa Mezin a Sûriyeyê ya li dijî dagirkeriya Fransayê kir. Şêx Sultan Paşa El Etreş ku girêdana xwe ya bi yekitiya Sûriyeyê ve nîaşn da, planên parçekirinê bi taybetî jî avakirina dewleteke serbixwe ya Durziyan, pêşniyarên Fransayê ku wî bikin rêveberê Çiyayê El Durzî red kirin. Di sala 1920’î de beşdarî Şerê Meyselûnê bû û di sala 1982’yan de wefat kir.
BAWERÎ
Ola Durzî ku wekî Tewhîd tê zanîn, di destpêka sedsala 11’an de anku di dema Xîlafeta Fatimiyan de ji hêla Hemze Bîn Elî Bin Ehmed ve bi fermana Xelîfe El Hekîm Bîn Emrallah ve hate damezirandin. Pirtûkçeyên Hikmetê ku ji 111 nameyan pêk tê, ku li ser 6 cildan hatine belavkirin, wek lêvegera sereke ya baweriya Durziyan tê naskirin.
Durzî bi yekbûna mutleq a Xwedê bawer in û Pêxember Şuayb pîroz dikin. Li gorî vê baweriyê, piştî mirinê rih derbasî bedeneke din dibe.
Em dikarin bêjin ku têkiliyeke rasterast a ola Durziyan bi ola Zerdeştiyê re heye ku yek ji kevntirîn olên yekxwedayî ye. Bi taybetî di warê yekxwedatiyê û dualîzma di navbera qencî û xerabiyê de Zerdeştiyê bandor li olên li paş xwe kiriye.
Ola Durzî ji malzaroka mezheba Îsmaîlî ya Şîe derketiye holê, gelek bawerî bi pêş xistine ku meyla xwe didin yekxwedatiya felsefîk û ezoterîk. Bandorên vê yekê jî di felsefeya platonîk, gnostîk û zerdeştî (bi awayekî nerasterast) de diyar dibe. Pirtûkên wekî Pirtûkçeyên Hikmetê behsa sembolîzma ronahî û vejînê dikin.
CIH Û HEJMARA DURZIYAN
Li cîhanê hejmara Durziyên Miwehidîn nêzî 2,5 milyon e û li van deveran belav dibin:
Sûriye: Siwêda, Ceremana û Sehnaya.
Lubnan: Şof, Metin û Kesrewan,
Filistîn û Îsraîl: Celîl, Kermel û Colana dagirkirî.
Urdun: El Ezreq û Selet.
ÊRIŞ Û KOMKUJÎ
Di dîrokê de li dijî Durziyan zordestî û komkujî hatin kirin:
Di sala 1960’an de li Cebel Lubnanê ji ber fitneya mezhebî bi hezaran Durzî û Mesîhî hatin qetilkirin.
Di sala 1925’an de anku di dema Şoreşa Sûriyeyê de, gelek Durzî di şerê li hemberî Fransiyan de hatin qetilkirin.
Piştî 2011’an, bi taybetî di sala 2018’an de di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Siwêdayê de nêzî 200 Durzî bûn qurbanî.
ÊRIŞÊN DAWÎN LI SÛRIYEYÊ Û FITNEYÊN MEZHEBÎ
Durziyên li Siwêdayê ku bi helwesta xwe ya dijberî rejîma Beşar Esed dihatin naskirin, piştî hilweşîna rejîmê, rastî gelek êriş û fitneyên mezhebî yên tune hatin. Di vê dawiyê de jî ew fitne di vê dawiyê de li Sehnaya û Cereman teqiyan û gihaştin gundewarê Siwêdayê.
Ev êriş, di 28’ê Nîsanê de, bi belavbûna dengekî qeydkirî ku neheqiyê li olê dike zêde bûn. Durzî û xwendekarên li zanînehan rastî êrişên çekdarên desthilata Şamê hatin, bi wê re gelek ji wan hatin qetilkirin û birîndarkirin.
Digel vê yekê, Şêx Hikmet El Hicrî bi daxuyaniyekê ev komkujiyên li dijî Durziyan şermezar kirin û bi DAIŞ’î û tundrawî wesif kirin û diyar kir ku ew qirkirina sivîl a sîstematîk e. El Hicrî di daxuyaniyê de got: Em êdî bi Heyeta Tehrîr El Şam ku îdia dike hikumetê, bawer nakin. Em banga destwerdana navneteweyî dikin ku sivîlan biparêzin û sûcên yekser rawestînin.
KESAYET Û REFERANSÊN HEYÎ:
Her sê şêxên aqilmend di nava mezhebê de xwedî bandorekî mezin in; Şêx Hikmet El Hicrî, Şêx Hemod El Henawî û Şêx Yûsif Cerboi.
KOMÊN XWECIHÎ YÊN DURZÎ KU DERKETINE JÎ WIHA NE:
Tevgera Rîcal El Kerame ku di 2013’yan bi serkêşiya Şêx Wehîd El Belûs hat avakirin. Hejmara hêzê ne zelal e, lê ji komên mezin li Siwêdayê ye.
Hêzên Şêx El Kerame di 2015’an de, piştî veqetîna endaman ji Rîcal El Kerame hat avakirin. Serkêşiya hêzê her du bira Fehed û Leys El Belûs dikin.
Ehrar El Cebel jî bi serkêşiya Şêx Silêman Ebdulbaqî ye.
Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê jî ku çekdarên Durzî di 23’yê Sibata 2025’an de îlan kir, bi serkêşiya Tariq El Şofî ye.
DAWÎ
Mezheba Durzî, ya ku xwedî dîroka kevn û baweriya nimûne, îro rûbirûyî astengiyên çarenûsî de ye. Digel ku îsrara parastina taybetmendî û serxwebûna xwe dike, hêvî ji bo siberojekê tê de pirrengî hebe û rêzê ji mafên jiyan û rûmetê re di nava destûreke Sûrî ya demokratîk de bigire, heye.
(çavkanî: Sultan Başa El Etreş û Şoreşa Sûriyeyê, Dar El Fikir)
(Çavkanî: Dîrok Ereban a Giştî, Cêrcî Zêdan)
(Çavkanî: Durzî di dîrokê de, Emîn Seîd)
(Dîroka Durzî, bawerî û avabûn)
[1]