Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  587,206
Wêne
  124,599
Pirtûk PDF
  22,129
Faylên peywendîdar
  126,863
Video
  2,194
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,184
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,842
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
5,075
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hemû bi hev re 
275,377
Lêgerîna naverokê
KCK: Divê Elewî pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya ne dadgeh e, ew tenê daneyan ji bo lêkolînê û eşkerekirina rastiyan amade dike.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
#KCK# : Divê Elewî pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek da û bang li Elewiyan kir ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê di daxuyaniya xwe de şehîdên Kerbelayê bi bîr anî û got, Di vê mehê de ku Berxwedana Kerbela tê bîranîn, Ehlî Beyt ê li Kerbelayê şehîd bû tê bîranîn, em hêvî dikin ku rojiya 12 Îmaman a civaka Elewî û alema Şîa û pariyên Aşûre ji aliyê Heq ve bê qebûlkirin.
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye: Di nava atmosfereke welê de ku di çarçoveya Banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo de bûyer diqewimin û di nava şert û mercên destwerdana hêzên hegemonîk a bi pêşengiay Îsraîlê li hemberî Îranê de em ketine meha Mûharremê. Di vê mehê de ku Berxwedana Kerbela tê bîranîn, Ehlî Beyt ê li Kerbelayê şehîd bû tê bîranîn, em hêvî dikin ku rojiya 12 Îmaman a civaka Elewî û alema Şîa û pariyên Aşûre ji aliyê Heq ve bê qebûlkirin.

Berxwedana ku bi pêşengiya Îmam Huseyîn li Kerbelayê li hemberî artêşên Yezît hate kirin, xwedî wateyeke dîrokî ye. Li hemberî Xanedanê Emewî Mûaviye û kurê wî Yezît ku cewhera civakî û komunal a Îslamê datanî aliyekî û dixwest Îslamê bike amûrek desthilatdariyê ji bo xanedana xwe, ev berxwedan berxwedana parastina cewhera demokratîk û komunal a mirovahiyê û ola Îslamê ye. Li hemberî zilm, neheqî, dijberiya li civakê û nêzîkatiyên desthilatdarîperest, ev berxweedana mezin ji bo parastina cewhera komunal a civakî û Îslamê hate kirin. Lewma ev berxwedana mezin dîrokî ye û bandora wê 1400 sal in di asteke girîng de dewam dike. Bîranîna şehîdên esîl ên vê berxwedana mezin di şexsê Îmam Huseyîn de û Rojiya 12 Îmaman a ji bo nîşandana dilsoziya bi armancên wan, pariyê Aşûreyê yê heman piştre tê parvekirin, ji ber vê yekê xwedî kûrahiya wateyeke mezin e. Lewma em niyaz dikin ku xizmetên canên Elewî li lênûska heq bê nivîsandin ku bi ruh, hişmendî û baweriya berxwedana Kerbelayê rojiyê digirin û pariyan parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku îbadet û duayên Misilmanên Şîa yên bi heman hest û fikrî Kerbelayê bi bîr tînin, ji aliyê wateya Îslam a demokratîk ve gelekî hêja ye.

Bi destê nûnerên vê serdemê yê sîstema delwetperest-desthilatdarîperest a ku li dijî cewhera komunal û demokratîk a civakê ye, herêma me veguheriye gola xwînê. Erdnîgariya Rojhilata Navîn piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn weke dewlet netewe hate parçekirin. Li vê erdnîgariya ji gelek ziman, çand û nasnameyan, zêdeyî sed sal in bi destê netewe dewletan li hemberî cihêrengiyan komkujiyên mezin hatin kirin. Hate xwestin ku bi zordariyê, zext û zilmê nasname û baweriyên cuda bêne qirkirin. Îro bi navê Şerê Cîhanê yê 3'yemîn tê xwestin Rojhilata Navîn li ser bingeha berjewendiyên hêzên hegemonîk kapîtalîst ji nû ve bê dîzaynkirin. Şerê navbera hêzên hegemonîk ên kapîtalîst û hêzên desthilatdariyê yên statukoparêz ku dixwazin li herêmê serweriya xwe dewam bikin, herî zêde bandorê li gel û baweriyên herêmê dike. Di şerê 20 salên dawî de li herêma me di vê çarçoveyê de hatin kirin, bi milyonan mirovî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan milyon mirov ji cih û warê xwe bûn. Û ev pêvajoya komkujiyê bi şerê Îsraîl-Îranê re hîn bêhtir kûr bûye û dewam dike.
Çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn ne bi netewe dewletên ji karaktera faşîst û tekperest, ne jî bi nêzîkariyên parçekirinê yên li ser bingeha berjewendiyên hêzên hegemonîk dibe. Herdu jî li taybetmendiya pir nasnameyî û pir çandî yên Rojhilata Navîn nayên. Ji bilî komkujî, şer, sîstemên zext û zilmê tiştekî din bi xwe re nînin. Çareseriya yekane ya rast û encamgir çareseriya neteweya demokratîk e ku Rêber Apo destnîşan kiriye. Çareseriya neteweya demokratîk ku li cihêrengiyan vekirî ye, hemû cihêrengî dikarin xwe îfade bikin, mejiyê tekperest, homojenkirinê, neteweperest, olperest, pozîtîvîst û zayendîperest ên netewe dewletan red dike, xwedî wê kapasîteyê ye ku çareseriyê ji pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn re bibîne, çareseriya herî guncaw e ku li taybetmendiya civakî tê.

Di vê serdemê de xwedîderketina herî bi wate ya li Berxwedana Kerbela û Îmam Huseyîn xwedîderketina li çareseriya neteweya demokratîk e, tevlîbûna bê fikar a li avakirina civaka demokratîk e. Lewma xwedîderketina li banga civaka demokratîk a Rêber Apo, esaswergirtina xeta neteweya demokratîk û meşandina têkoşîneke bi wate ya di vê oxirê de, di serî de civata Elewî û Şîa wezîfe û berpirsyariya bingehîn a nasnameyên baweriyan û gelên Rojhilata Navîn e. Baweriya Elewî jî tenê bi vê rêyê dikare hebûna xwe ewle bike û bibe xwedî şert û mercên jiyana azad a baweriya xwe.
Bi vê wesîleyê em şehîdên Kerbelayê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin, bang li canên Elewî hemûyan, hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê dikin ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 211 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 11-07-2025
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 25-06-2025 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-07-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-07-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 13-07-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 211 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.453 çirke!