=KTML_Bold=Danasîneke kurt li ser #sînema# geriya Kurdî=KTML_End=
Sînema, ango hunera heftemîn, hunera heftemîn, hunera herî biçûk e di malbata xwe de, lê her şeş hunerên berî xwe jî di hundir xwe de dihewîne. Her çiqasî ku zêdeyî sed salî ser çêkirina filiman re derbas bûye jî, lê dîsa kevin nebûye û di hemû civakan de jî bi germahiyeke mezin tê xwestin û hezkirin. Bi salane bi hezarên filman tên çêkirin û li seranserî dunyayê jî bi hezaran salonên sînameyê hene, li her welatekî jî mehrecanên sînameyên wekî hunerên din hene.
Bêguman dema ku sînema tê gotin bi wateya film tê gotin. An ku dema mirov dibêje sînema di hişê mirovan de film bi beden dibe. Naxwe film di heman demê de bi wateya sînemaye jî tê bikaranîn.
Film, bi kamîrayê kişandina dîmenan e. Lê tenê kişandina bi kamerayê nabê film. Her filmek xwedî çîrokek û xebatên teknîkîye jî. Derhêner, çîroknivîs, kamera, cîh, lîstikvan an parçeyek ji xwazayê, montaj, pêşkêşkirin û temaşevan bi dibin giştî endamên filmekî. Bi awayekî dî film; dîmenên ku ji hev cûda ne, bi saya ronahiya li ser perdeyeke bi awayekî pişt hev û bilez ku tê tevgerkirin û tê xuyakirin ew dibe film.
Sînameya kurdî jî di van bîst salên dawî de hem li kurdistanê û hem jî jî diyasporayê di nav pêşedaneke berbiçav de ye. Dema ku em qala filma yekem a kurdî dikin, filma ''Zerê'' ya Hemo Nezeriyan vet ê bîra me. Ev film di sala 1926'an de li çiyayê Elegerzê li ser evîna keçeke êzîdî ku nave Zerê bûye hatiye kişandin. Paşê di salên 70'yî de bi alîkariya casimê Celîl û keça wî ya muzîsyen camîle celîl belgefilm tên çêkirin. Ev film ji aliyên ermenan ve wek yekm filmên ermen tên qebûlkirin. Di cîhanê de bo nasnameya filmekê hin pîvan hene; nasnameya derhêner ango (Muxric), çêker, mijar, ziman û şêwaz. Ji ber ku filma Zerê van pîvanan di nav xwe de dihewîne, em dikarin bêjin ku Zerê filma kurdan a yekem e.
Sînameya kurdî bixwe mijarekî gelekî fireh e. kurd; mijara filmên xwe di van bîst salên dawiyê de bi tabet piştî şoreşa rojavayê kurdistanê bi rihetî çêdikin. Ji sala 90'î ve êdî kurd dest bi çêkirina filmên kurdî dikin û tekoşîna xwe ya xwebûnê bi riya sînameyê nîşan didin. Her wiha ji wan salan ve di sînameya kurdî de mijarên polîtîk û li ser êş û azarên gelên kurd di nava xwe dihewîne. Behman Qubadî, Cemîl Rustamî, Şehram Eladî, Taha Kerîm, Kazim Oz û Yilmaz Guneyî di wan salan de hin derhênerên ku filmên kurdî û yên li ser kurdan çêkirin di mehrecanên cîhanê de belav dikirin.
Di roja me ya îro de dema ku em li fimên kurdî dinêrin, di nava van filman de jî guhertinên mijaran çêbûne, ji xeyînî mijarên polîtîk filmên komîdî, fantazîk û dîrokî jî tên çêkirin.
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
-Kovara Şermola, dosya li ser sînamegeriya Kurdî
-Kovara Pênûsa Ziman, hejmar 3
-Ji bernameya podcast-kurdî
-Malpera Çandname, Bi giştî sînema û dîroka destpêka sînemayê
[1]