Nav û paşnav: Esra Şahîn
Nasnav: Armanc Nisêbîn
Cihê jidayikbûnê: Meletî
Navê dayik û bav: Nuriye- Îbrahî
Dîrok û cihê şehadetê: #18-08-2019# /Zap
ARMANC NISÊBÎN
Hevrêya me Armanc ku li bajarê Meletî ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bû, ji çanda xwe zêdetir di nava hawirdorekî ku bandorên Kemalîst lê serwer e de mezin bû. Ji ber ku bajarê Meletiyê bi awayekî zêde li ser Elewitiyê rastî her curê bandorên zîhniyeta Kemalîst maye, hevrêya me heta salên zanîngehê jî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas nekir û li dijî vê her tim di lêgerîna rastî û aîdiyeta cewhera xwe de bû. Ji xeynî rastiya ku şert û mercên lê mezin bûye şêwegirtina ewil a di kesayeta wê de çêkiriye, hem di zarokatî û hem jî ciwantiya xwe de tu carî neheqî û bêedaletiya li derdora xwe ji nedîtî ve nehat. Ji salên ciwantiya xwe ve bi taybet di dema zanîngehê de xwest li ser bingeha lêgerînên xwe ji bandorên Kemalîst rizgar bibe û kokên xwe yên hebûnê bibîne. Hevrêya me dît ku ji bo di nava pergalê de xuya bibe divê dev ji nasname, çand û zimanê xwe berde û vê yekê bi ti şêweyê qebûl nekir. Hevrêya me her ku tiştên ku dijmin dixwaze bike dît, têgeha welatparêziyê fêm kir û lêgerînên xwe yên di vê demê de di paradîgmaya Rêber Apo de dît. Li Mêrdînê ku ji bo xwendinê çû, welatparêzên Kurd ên asîmîle nebûne nas kir. Hevrêya me zimanê Kurd û çanda welatparêziyê bi awayekî zindî jiyan kir û ev yek hişt ku xwe bigihîne kokên xwe. Ji ber vê yeke dilsozî û hezkirinek wê yê mezin li hemberî Mêrdîn û gelê Mêrdînê re çêbû. Wekî ciwanekî Kurd a ronak û jineke Kurd a xwedî azweriya azadiyê, ji bo têkoşînê gihişt astekî bilind a biryardariyê. Hevrêya me Armanc ku li ser bingeha vê biryarê jiyana pergalê û tiştên ku pêşkêş dike qebûl nekir, dev ji xwendina xwe ya beşa Endezyariya Elektrîk û Elektronîka a Zanîngeha Artukluyê berda û di sala 2014’an de li Mêrdînê tevlî refên gerîlayan bû.
Hevrêya me dema cara ewil gerîlayan li Bakurê Kurdistanê dît, pir kêfxweş bû. Ji wê demê ve ket nava lêpirsîneke kûr û soz da ku kesayetiya azad di şexsê xwe de biafirîne. Hevrêya me ku perwerdehiya ewil a gerîlatiyê li çiyayên Botanê dît, bû evîndarê çiya û jiyana azad a li vê derê hatiye avakirin. Hevrêya me perwerdeyên bingehîn ên gerîlatiyê jî li vir dît û hewl da rastiya Kurdistanê û têkoşîna di oxira vê rêyê de fêm bike. Hevrêya me bi saya asta xwe ya têgihiştinê di demekî kurt de rêyeke girîng derbas kir û hewl da di aliyê leşkerî de roleke girîng di têkoşîna li Bakur de bigire. Piştî ku li Botanê li ser taktîka suîqastê perwerde dît û pispor bû, vê carê wekî gerîlayeke YJA Starê vegerî Mêrdîna ku pir jê hez dike. Li Mêrdînê bi coş û heyacanekî mezin tevlî xebatên pratîkî bû. Hevrêya me xwest her kêliya xwe ya li nava refên gerîla bi afirandina nirx û fedakariyên mezin tijî bike û hewl da xwe ji her milî ve bigihîne asta ku pêşengiya pratîka Bakur a zehmet bike. Di vê yekê de serkeftineke giring bi dest xist. Li vê derê ji kêliya destpêkê ve helwestekî ku pêşengî di xebatên girîng de bike, raber kir.
Di pêvajoya 2015-2016’an de dema ku artêşa Tirk a dagirker li ser bingeha Plana Çokdanînê bi armanca qirkirinê êrîşî bajarên Kurd û xwerêveberiyên gelê me kir, gelê me jî li dijî vê yekê dest bi berxwedana xwerêveberiyê kir. Nisêbîn yek ji navendên xurt ên welatparêziya qedîm e ku pêşengî ji Berxwedana Xwerêveberiyê re kir.
Fermandarê fedayî yê Hêzên Taybet Xebatkar Baran – Zamanî Çamak pêşengî ji Berxwedana Nisêbînê ya dîrokî re kir. Vê berxwedanê têkçûneke dîrokî bi çêkerên leşker, polîs, çete û paramilîterên artêşa Tirk a dagirker da jiyankirin ku weke ‘Sendroma Nisêbînê’ derbasî lîteraturê bû. Hevrêya me Armanc jî yek ji wan lehengan bû ku ji çiyayê Bagokê derbasî Nisêbînê bû, bi rengekî fedayiyane di parastina gelê me de cih girt, bi berxwedana xwe destan nivîsand. Piştî ku rolê xwe yê di berxwedana dîrokî de pêk anî, car din vegeriya çiyê. Ev pêvajoya berxwedana dîrokî di jiyana hevrê Armanc û pratîka wê ya gerîla de bû xaleke werçerxê ku ti carî ji bîr nake û beşê herî girîng ê jiyanê ava kir.
Hevrêya me Armanc fedayîtî ji bo xwe weke xeteke jiyanê esas girt. Piştî pratîka li Bakur, hevrêya me derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo di asteke hîn pêştir de tevlî têkoşînê bibe û li pey şopa fermandarê fedayî Xebatkar Baran bimeşe, derbasî Hêzên Taybet bû. Li ser encamên pratîka xwe ya perwerdeyê, ket nava lêhêrbûnên kûr. Hevrêya me bi lêhêrbûneke kûr nêzî paradîgmaya Rêber Apo û mijarên Îdeolojiya Azadiya Jinê bû. Weke jinekê û ji her tiştî girîngtir weke milîtaneke fedayî ya Apoyî ferq kir ku wezîfeyên wê yên dîrokî hene û dema ev wezîfe meşandin divê kesayeta xwe di ronahiya heqîqetê de jinûve ava bike. Bi vê têgihiştinê pêvajoyên perwerdeyê qedand û li ser bingehê biryardariyeke mezin esas girt ku derbasî qada pratîkê bibe. Hevrêya me Armanc ji dema tevlî bû û şûnde bi sekna xwe ya bi îrade û xurt bal kişand, bi rûkeniya xwe her tim bi hevrêyên xwe re bû. Milîtanên fedayî yên Apoyî Xebatkar, Yildiz, Kawa û Bextiyar ên ku di Berxwedana Rêveberiya Xweser a Nisêbînê de cih girtin û heya nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane şer kirin, ti carî ji bîr nekir. Hevrêya me Armanc ji bo jiyankirina hevrêyên xwe yên leheng, têkoşiya. Di cihê herî bedew ê dilê xwe de cih da şehîdan. Zanebûna xwe bi meşaleya wan ronî kir. Hevrêya me Armanc ji hestên Kurdîtiyê dûr mezin bûbû, lewma ji bo tolhildana vê yekê li dijî dijmin şer kir. Hêrsa xwe ya li dijî dijmin her tim zindî hişt û timî di eniya şer de cih girt. Felsefeya ‘24 saetan bi Rêbertî re jiyankirin’ ji xwe re esas girt û sekna milîtantiyê bi kesayeta xwe re kir yek. Hevrêya me Armanc bi fedayiyane xwedî li vê jiyanê derket.
Bi sekna xwe ya gihiştî, tawrê xwe yê berhemdar û jiyana xwe ya milîtanî bû hevrêyek heqîqî yê Rêbertî û şehîdan. Hevrêya me Armanc îspat kir ku eger jineke ciwan heqîqet nas kir wê çawa vegere kokên xwe, cewherê xwe yê dîrokî zindî bike û bi rengekî xurt bibe Kurd, îradeya xwe xurt bike û bibe milîtan, bi îradeya fedayî destanên dîrokî binivîse. Şervana bi wêrek a YJA Starê weke milîtaneke fedayî ya Apoyî ya ku hewl dide timî PKK û PAJK’ê jiyan bike, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. 17’ê Tebaxa 2019’an di êrîşa dijmin a li ser Zapê de bi hevrêya me Filîz Dersim re şehîd bû. Tişta dikeve ser milê me ew e ku em ala şoreşê ya hevrê Armanc radestî me kirî, bigihînin serketinê. Weke hevrêyên wê em soza xwe ya serketinê ya ji bo şehîdan, dubare dikin. [1]