Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,420
Wêne
  123,320
Pirtûk PDF
  22,038
Faylên peywendîdar
  124,561
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,517
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,815
Kurtelêkolîn 
6,761
Şehîdan 
4,470
Enfalkirî 
4,707
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Hemû bi hev re 
271,882
Lêgerîna naverokê
93 sal derbas bûn, lê Kurd qet Simkoyê Şikak ji bîr nakin
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
93 sal derbas bûn, lê Kurd qet Simkoyê Şikak ji bîr nakin
93 sal derbas bûn, lê Kurd qet Simkoyê Şikak ji bîr nakin
=KTML_Bold=93 sal derbas bûn, lê Kurd qet #Simkoyê Şikak# ji bîr nakin=KTML_End=
93 sal beriya niha Simayîl Axayê Şikak ku weke Simkoyê Şikak an jî Simîtko tê nasîn, li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi biryara şahê wê demê yê Îranê Riza Şah ji aliyê leşkerên wî welatî ve hat şehîdkirin. Lê bandora serhildana wî rêberê Kurd hêj jî li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet li herêma Urmiyê maye.

Simayîl Axayê Şikakî di sala 1887an de li Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Kurê Mihemed Axayê serokê eşîra Şikak e. Piştî birayê wî Cewer Axa di sala 1905an de bi destê rejîma Îranê ya wê demê li bajarê Tewrêzê hat kuştin, Simko serokatiya eşîra Şikak wergirt.

Piştî ku Cewer Axayê Şikak hat kuştin, Simko soz da ku tola birayê xwe hilde û şerê li dijî hikûmeta wê demê ya Îranê berdewam bike.

Li gor gelek çavkaniyên biyanî û Kurdistanî, tevî ku di destpêkê de hestê tolhildanê li cem Simko hebûye, lê belê piştî derbasbûna demekê hizra wî ber bi tevgereke netewî ve çûye. Li gor wan çavkaniyan, şerê Simkoyê Şikak bi hikûmeta Îranê re şerekî netewî û ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên milletê Kurd bûye.

Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji destê desthilatdariya dewleta Îranê derxist û xiste bin kontrola xwe û rêveberiyek taybet ava kir.

Herwiha piştî şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî û Kela Dimdim, soreş û serhildana Simkoyê Şikak, tevgera herî mezin a Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Hêza serbazî ya Simkoyê Şikak piranî ji çekdarên eşîreta Şikak pêk dihat, lê belê piştî ku eşîretên din ên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan wî, wan eşîran jî çekdarên xwe tevlî hêza Simko û Şikakan kirin.

Şikak li Rojhilatê Kurdistanê piştî eşîreta Kelhûr li herêma Kirmaşanê ‎mezintirîn eşîreta vê perçeyê Kurdistanê ye ku di serdema desthilatdariya Qacarî ‎û Pehlewiyan de li Îranê û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv ê siyasî bûn.

Navenda desthilatdarî û hêza Simkoyê Şikak û eşîreta Şikak bi giştî Kela Çariyê li navçeya Selmasê û herwiha bajarê Urmiyê bû.

Di dema herî bihêziya xwe de, her ji Mako û Kela Xwê (Xoy), Selmas, Urmiye, Mihabad, Şino û bajarokên din ên parêzgeha Urmiyê heta sînorê Seqiz, Bane û Merîwanê li parêzgeha Sine di jêr desthilatdariya wî de bû û gefa kontrolkirina Sine û Kirmaşanê jî dixwar.

Rojnameya navdar a Amerîkî ya New York Times di raporekê xwe ya sala 1922ê de behsa şoreşa Simkoyê Şikak dike û dibêje, hikûmeta Kurdistanê hatiye damezrandin. Di raporê de tê gotin, ku Simko serkirdatiya hêzeke çekdar a 85000 kesî dike û sînorê hikûmeta wî jî Urmiye, Selmas, Kirmanşan û Erdelan e. New York Times herwiha dibêje, çavê Simko li Loristanê ye jî.

Simkoyê Şikak di serdemekê de ku hêj civaka Îranê bi giştî û ya Rojhilatê Kurdistanê paşketî û feodalî bû û li ser bingeha rejîma axatiyê birêve diçû, gelek karên giring kirin, weke mînak li Kela Xwê bi alîkariya malbata Bedirxaniyan Medreseya Cîhanbanî vekir û di wê medreseyê de ji bilî fêrkirina zanistê bi zimanê Kurdî û Farsî, bi pereyê hikûmeta xwe xwandekarên Kurd fêrî zimanên Fransî, Rûsî û Tirkî dihatin kirin.

Herwiha yekemîn rojnameya Kurdî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi navê “Kurdistan” di serdema desthilatdariya Simko de li bajarê Urmiyê hatiye çapkirin û weşandin.

Simko herwiha di navbera bajar û cihên stratejîk ên di bin desthilatdariya xwe de, cihên weke Mihabad, Urmiye, Selmas û Kela Çariyê xeta telegrafê kişand.

Weke ku nivîskar û dîrokzanê Fransî, Chris Kutschera dibêje, Simko di çend nameyên xwe de ku bo çend berpirsên Rûsî, Brîtanî şandine, gelek bi aşkere behsa mafên netewî yên Kurdan, welatek bi navê Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê kiriye.

Kutschera herwiha ji ber xebatên wî yên di serdema xwe de, ‎Simkoyê Şikak weke “bavê nasyonalîzma Kurdî” li Rojhilatê Kurdistanê bi nav ‎dike.

Simko di beşeke nameya xwe ‎de ku ji bo fermandarê hêzên Îranê li bajarê Meraxê Zefer el Dulê şandiye, dibêje: ”Em pir baş dizanin ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagihe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêk anîne. Bi rastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jê re baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî Kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nû ye.

Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewa yê gelê Kurd bi armancên mezin û planên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye.‎

Simkoyê Şikak di 25 salên serhildana xwe de, rastî gelek serkevtin û şikestan jî hat, herî dawî piştî ku hikûmeta Îranê karî serhildana wî têk bibe, Simko derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bûbû û piştî demekê li ser banga Îranê ya ji bo muzakere û danûstandinan, di 21ê Tîrmeha 1930an de çûbû Şinoyê û li wir bi pîlana Riza Şah ji aliyê hêzên Îranê ve hat şehîdkirin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 373 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Nenaskirî | Kurmancî | https://www.rudaw.net
Gotarên Girêdayî: 54
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 21-07-2023 (2 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Dîrok
Kategorîya Naverokê: Bîranîn
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Kalîteya babetê: 96%
96%
Ev babet ji aliyê: ( Sara Kamela ) li: 03-11-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Hawrê Baxewan ) ve li ser 11-11-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 11-11-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 373 car hatiye dîtin
QR Code
Pelên pêvekirî - Versiyon
Cûre Versiyon Navê afirîner
Dosya wêneyê 1.0.143 KB 03-11-2025 Sara KamelaS.K.
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 1.609 çirke!