‘Festîvala fîlman banga kombûna li dora çîrokên hevpar e’
Viyan Egîd/#Qamişlo#
#Sînema# li gorî xwezaya xwe kolektîf e. Lê belê li Rojava ev kolektîfîzm ne tenê bi şêweyê hilberînê ye, herwiha bi şêweyê piştevaniyeke civakî ye ku îro Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn çîrokan vediguherîne keda kolektîf.
Xweliyên Amûdê hîn jî germ in. Komkujiya Sînemaya Amûdê ku sala 1960`î li bajarekî biçûk ê Rojava bi sedan zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan, ne tenê trajediyek bû, di heman demê de di dîroka sînemaya Kurd de bû yek ji rûpelên destpêkê yên tarî. Îro ji nava xweliyên wî agirî şewqek ji Rojava hiltê: Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn ku di salvegera Komkujiya Amûdê de li bajarê Qamişlo destpê dike.
Di derbarê girîngî û asta sînemaya Rojava, endamê Komîtaya Amedekar Raman Berzencî, di heman demê de leystikvan û temeşevan Sûzan Omer ji Rojnameya me re axivîn.
Hijmara flîman
Raman Berzencî di destpêka axaftina xwe de balkişand ser Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn banga kombûna li dora çîrokên hevpar e. û wiha got: “Bi gotina, ‘Çîrokên hevpar’ me xwest hişê xwecihiyê, hişê hevpar ê gelan bigihînin hev. Ji ber ku ya li rojava diqewime çîrokên hevpar ên tevahiya herêmê û cîhanê ye. Em di nava heman êş, hêvî û berxwedanê de ne. ‘Sînemaya azad’ jî hem ji aliyê naverokê hem jî ji aliyê serxwebûna ji desthilatdariye ve seknekê nîşan dide. Sînema dema bi fikrê azad, li ber destên azad hate hilberandin digihêje wateya xwe ya rasteqîn. Ji ber vê yekê festîvala me di heman demê de vexwendinek e; Banga kombûna li dora çîrokên hevpar e. Îsal ji nava 120 serlêdanan 81 fîlm hatin hilbijartin. Di nava van de 21 dokûmanter, 7 fîlmên dirêj ên bi Kurdî, 8 fîlmên Sûrî û 8 fîlmên dirêj ên navneteweyî, her wiha 37 fîlmên kurt hene. Fîlm wê 7 rojan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Salona Sînemayê ya Mezopotamyayê ya Tev-Çand ên li Qamişlo tên nîşandan. Bi taybetî jî mijarên berxwedan, lêgerîna li azadiyê, koç û têkoşîna civakî îsal hatine hilbijartin.”
‘Bi saya şehîdan em bi nasnemeya xwe tevdigerin’
Raman di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ji bo ku em asta sînemaya kurdî û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê binerxînin, pêwîst e di destpêkê de ferman û felaketê li serê kirudan hat, dema ku kurdistan 4 parçe kirin, dewletên hegemon xwestin ku çand û hunera Kurdan jî bide parcekirin. Ji bilî vê yekê hemû cureyên êrişan li ser gelê kurd dan meşandin. Lê gor van êrişan gelê kurd her xwe bi çand û hunera xwe ve kir yek û bi wan êşên xwe sînema dan avakirin. Wek tê zanîn ku bi hatina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya Rojva, ew ji bo gelê kurd û tevahî gelê blindest vejîneke nû bû, Şoreşa Rojava derfetek pir mezin li pêşiya me vekir û destkestî mezin jê hatin bi destxistin, helbet ev yek jî wiha bi hesanî nehatiye, bi saya şehîdan îro em Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5’emîn li dar dixin, di heman demê de ku em bi ziman, nasnema, kevineşopî, çand û hunera xwe bi awayekî serbest derdixin holê. Ji ber vê yekê em her gav û kêlî şehîdên xwe bi rêzdarî bîrtînin. Îro sînemaya kurdî li tevahî cîhanê deng vedeye, lê em vê yekê têrker nabînin, em ê her di nava hewledanan de bin ku sînemaya kurdî aktîftir bibe.”
‘Sînema li gorî xwezaya xwe kolektîf e’
Raman Berzencî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku sînema weke rêyek ji bo jinûve avakirina hişê gel were dîtin û wiha pê de çû: “Sînema li gorî xwezaya xwe kolektîf e. Lê belê li Rojava ev kolektîfîzm ne tenê bi şêweyê hilberînê ye, her wiha bi şêweyê piştevaniyeke civakî ye. Dema ku çîrokek derdikeve holê ew êdî ne ya şexs e, ya gel e. Hin ji fîlman qala çîrokên hevalên me yên şehîd dikin, hinek jî qala trajediyên gel dikin. Karê me ew e ku van çîrokan veguherînin keda kolektîf. Weke Komîna Fîlm a Rojava em sînemayê weke rêyek ji bo jinûve avakirina hişê gel dibînin.”
‘Jin di her qadî de çalak in’
Di heman çarçoveyê de Leystikvan û Temeşevan Sûzan Omer da xuyakirin ku bi ruh, estetîk û zimanê festîvalê bi nêrîna azadkirina jinê afirî û wiha bi lêv kir: “Îsal jî ruhê festîvalê ji aliyê jinan ve hate afirandin. Bi taybetî di beşa Sînemaya Sûriyê de. Jin ne tenê li pişt kamerayê ne; lê belê di her qadê de çalak in. Ji ber vê yekê jî ruh, estetîk û zimanê festîvalê bi nêrîna azadkirina jinê afirî. Bi rastî em çi bînin ziman wê kêm be, ji ber ku dema ez flîman temeşe dikin hestekî pir xweşe, ji ber yek ji xeyalên me bû ku em sînemeya kurdî bidin avakirin. Lê îro sînemaya kurdî veguherê Navneteweyî. Ev cihê kêfxweşî û serbilindahiyê ye. Bêguman ez wekî jineke ciwan û kurd di hin flîman de rol leystiya ez xwe kesekî bextewar dibînim ku îro min cihê xwe di sînemaya kurdî de girtiye û em ê roj bi roj sînemaya jin û kurdî xweşktir û aktîftir bikin.”
‘Jin bi rengekî çalak tevlî her qonaxa vê pêvajoyê dibin’
Sûzan Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Derhênerên jin û zimanê sînemayê yê azadîparêziya jinê ruhê festîvalê diyar dikin. Jin bi rengekî çalak tevlî her qonaxa vê pêvajoyê dibin û sînema jî bi vî rengî xwedî nêrîna jinê ye. Ev yek ne xerîbe ji ber ku dema şoreşa Rojava hat destpêkirin bi navê şoreşa jinê hat pênasekirin, lewma jin her xwedî li deskeftî û li civaka xwe derdikeve.” [1]