=KTML_Bold=‘Bi qasî yekîtiya netewî, yekîtiya hunermend û#rewşenbîr# an jî girîng e’=KTML_End=
Esma Mistefa/#Qamişlo#
Hunermend û têkoşera Kurd Bermal Çem da zanîn ku divê hunermendên Kurd di nava tevger û yekîtiyekê de bin û li gor pêvajoyê nêz bibin û got “Rêber Apo her tim pêşiya hunerê vekir û bawerî bi hêza hunerê anî ku got “#PKK# ’ê romaneke, PKK’ê helbesteke” di wê demê de ev misyonek bû û Rêbertî da pêşiya hunermendan”.
Girêdayî rastî û rewşa huner û hunermedên Kurdî di vê pêvajoyê de hunermend Bermal Çem bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.
=KTML_Bold=Huner perçeyek ji hebûn, çand, têkoşîn û helwesta gela ye, bi gelemperî asta hunerê di cîhanê de hûn çawa dibînin û dinirxînin?=KTML_End=
Di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de huner cuda diherike, her wiha di bin mêtîngeriyê û di Ewropa de cuda diherike. Lê dema em weke serdem digrin dest em di serdema teknîkê de jiyan dikin, bi taybet li ser kêm netewan serdemeke qirkirinê heye. Ji bo wê jî di astekê de bi rêya vê tekneolojiyê huner pir zû belav dibe û gerdûnî dibe. Hunermendek dikare pir zû berhemekê avabike, bigihîne welatekî din û ji derdor bandor bibe. Bê guman aliyê wê yê erênî jî heye û yê neyînî jî heye. Teknîka heyî bi endustryalîzmê di hunera heyî de helandinek ava kiriye. Berhemên ji pêwîstiyên civakê re bibe bersiv dernakeve, pir bi lez berhem derdikevin û bi lez winda dibin.
Em bêjin berê berhem û fîlmên ku dihatin çêkirin pir dirêj bûn û wext digirtin ku sebra însanan hebû û bi hunerê re xwehunandin hebû. Lê niha bi herikîna teknîkê re êdî însan nikare stranekî 2 deqe guhdar bike; ev tuketine û têr nabe. Gelek tişt li ser teknîkê tê bikaranîn û jiyana însan ji civakbûyînê û parvekirinê qut e. Helbet ev bandor li ser hunerê jî dike. Berê huner kolaktîv bû, dibe çalakî a kesekî be lê bi kolaktîv belav dibû. Her wiha di asta cîhanê de bi komî xebat dihat meşandin, dema berhemek dihat çêkirin gelek caran demdirêj li ser lêhurbûn dihat kirin, ango ew berhem çîrokên wê yên jiyanê durûdirêj hebûn. Di ciwanên niha de lêgerînek heye lê ew jiyankirin û watedayîn kêm e. Ji ber wê di asta cîhanê de dibe ku çand û nêzîkatiya her netewekê ji hunerê re cuda be, li hin cihan bi awayekî akademîk û profesiyonal jî tê dayîn lê di wate û xuliqkariyê de lawaziyek tê jiyankirin.
Di bingeh de ger teknîka heyî rast were bikaranîn, dikare pir zû civakê biguherîne û bi berhem û peyamên hunermendan di civakê de wate ava bike. Lê belê ev hinek bi erênî û neyînî di nav hev de diherike. Di serdema heyî de ketineke mezin heye, hestên ku niha însan jiyan dike û piştî saniyekê jiyan dike ne weke hev in. Ji ber serdema em tê de di warê bîrdoziya kapîtalîzmê de şerek piskeolojîk li ser gelan dimeşîne. Hîn zêdetir weke robotekî jiyan dike êş, ken, girî, hest û kêfxwaşî dikare hin caran wateya xwe winda bike.
Di sedsala 21’emîn de bi pêşketina endustryalîzmê, teknîk û kapîtalîzmê re, vîrosên ku dixwazin civakan, çanda demokartîk û komînalîzmê tune bikin hene. Ev hemû bi rêya teknîkê pêş dikevin ku her tiştî dighînin ber destê însan da ku lêgerîn û parvekirina mirov winda bikin; ev yek bandora xwe li hunerê jî dike.
Bi tayebt li Ewropayê kenê li ser rûyê mirovan êdî kêm bûye, ev yek jî ji ber kêmbûna hunerê ye, ji ber hunerê wate li jiyanê barkiriye û zindî kiriye. Dibe em aktîvîstên hunerî dibînin, bê guman gelek hunermendên ku karên bi wate dikin hene, lê bi giştî serdema heyî di van aliyan de kirîzan jiyan dike û civakek ber bi robotbûyînê ve diçe.
Bê guman gelek civak û gelên ku bi komînalî jiyan dikin û têkoşînê didin meşandin hene, yek ji wan jî gelê Kurd e. Lê bi taybet ji bo çandek demokratîk û hemû gel û netew bi zimanê xwe jiyan bikin Tevgera Azadiyê pêşengtiya wê kir û bi taybet jina kurd. Mirov dikare bêje şerê vê serdemê herî zêde ser çand û hunerê tê kirin, li hember wê çanda berxwedanê derdikeve û têkoşînek tê dayîn. Weke altirnatîf di aliyê hunermendan, nivîskar û yên ku dixwazin çandeke demokratîk avabikin, têkoşîn û berxwedanek heye.
=KTML_Bold=Bi taybet di serdema heyî de hûn hunera Kurdî li çar aliyên Kurdistanê çawa digirin dest. Her wiha li hember siyaset, pilan û şerê li ser gelê Kurd û Kurdistanê gelo hunermend û hunera Kurdî çiqas derketiye pêş û bûye bersiv?=KTML_End=
Gelê Kurd xwediyê çanda kevnar e ku hîn di dema neolotîkê de xwedî hebûnekê ne û heya roja îro çanda xwe parastine. Lê li ser ziman, çand û netewa me her tim siyaseteke qirkirinê hatiye meşandin. Ji bo wê huner û çanda Kurdî, hinek birîndar e, karkterekî xwe ya berxwedanê heye lê di heman demê de birêndar e jî. Di oxira xwedî derketina li hebûn, çand û zimanê xwe de her tim rastî kuştin, ceza û hesabxwestinê hatiye.
Dema em dibêjin çar perçeyên Kurdistanê, çanda me jî di nav çar perçeyan de hatiye perçekirin. Kurdan jî li kêlek asîmîlasyonê bi rêbazekî çanda xwe parastine. Ji ber Kurd xwedî çandeke dewlemendin, dîrok û çanda wan winda nebûye û dîrokekî pir zindî em jiyan dikin. Herî zêde di warê ziman de rastî asîmîlasyonê hatiye ku bi taybet li Bakurê Kurdistanê ev dihat ferizkirin. Ji bo tune bibin stranên me dihatin dizîn, navên gundên me guharandin, navên Kurdî qedexe kirin. Dibe ku zimanekî perwerdê nîn bû, herî zêde bi stran, çîrok, dengbêjî û lorîkên dayîkên xwe em dihatin perwerdekirin. Bi Tevgera Azadiyê re Kurd zêdetir şiyar bûn, rê û rêbazên têkoşînê nas kirin û di aliyê bîrdozî de çanda qedîm zindîtir kirin.
Mînak; li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çanda Kurdî gelek zindî ye, Kurdan bi rêya sîname, çand û hunerê, zexta sîstemê qebûl nekirine. Li çar perçeyên Kurdistanê jî dewlemendiya jiyana Kurd heye bi dehan zareve û şêwazê jiyanê hene, tên jiyîn û tên parastin.
Hunera Kurdî niha ji asta qirkirinê derketiye, êdî divê em ji qonaxa parastinê derkevin, zengîntir û gerdûnî bikin. Ji ber gelek kesên ku ji Rojhilata Navîn ku ji Mezobotamiyayê ji nav civaka Kurd derketine hene, lê belê kes van nizane. Divê êdî em van derxînin holê û di aliyê perwedehiyê û akademîk de em çi bûn ji kur hatin û bandora me çi ye, em hîn zêdetir di van aliyan de perwerde û berhemên xwe amede bikin. Îro Rappê herî bi deng ji dengbêjiyê tê. Ji ber wê jî hunera Kurdî bandora xwe li ser hunera cîhanê kiriye û ji wan jî girtiye.
Têkoşîna me heya niha li ser esasê em xwe biparêz in û bêjin em Kurd hene, bû. Serokatî jî viya pir xweş tîne ser ziman dibêje êdî Kurdan hebûna xwe îsbat kiriye, divê em xwe gerdûnî bikin. Ji me tê xwestin em berhemên xwe yên bibandortir avabikin, hîn zêdetir hunermendên Kurd di nava tevger û yekîtiyekê de bin û bi hunermendên din re di nava yekîtî û têkiriyan de bin. Bi tayebt bi hunermendên iternasyonalîst re xebatên hevbeş bikin ku tê dîtin bandorek me li ser gelê Ewropî jî heye.
=KTML_Bold=Bi hemdemiya geşedanên ku di asta Kurdistanê û doza gelê Kurd de tên jiyankirin, girîngiya yekhelwesta hunermendên Kurdistanî di asta giştî de divê çawa be?=KTML_End=
Pirsekî girînge; me got di welatê me de perçebûyîn çê bûye, di nava huner û hunermendên me de jî perçebûyîn çê bûye. Ev pêvajo li çar perçeyên Kurdistanê hemû hunermendan eleqedar dike. Ji ber em dibêjin divê çanda demokrat bi pêşengtiya hunermendan de pêş bikeve û yekîtiyê ava bikin.
Piştî banga Rêber Apo a “Aştî û Civaka Demokratîk” bi rastî hinek xebatên hunerî hatine çêkirin. Rêber Apo silavên xwe ji hunermendan re jî şand û misyonak da pêşiya wan. Rêber Apo her tim pêşiya hunerê vekir û bawerî bi hêza hunerê anî ku got “PKK’ê romaneke, PKK’ê helbesteke” ev di wê demê de misyonek bû û Rêbertî da pêşiya hunermendan. Îro pêvajoyek girîng a têkoşînê heye. Hunermend dikarin bi berhemên xwe konserên bi komî çêbikin. Heyanî niha dibêjin em girêdayî filan rêxistin, tevger, perçeyê ne û hev du qebûl nakin. Di vê pêvajoya girîng de divê her kes destê xwe bide ser wîjdanê xwe û bêje êdî ez pêşengtiyê ji vê pêvajoyê re bikim. Divê Rêxistin û yekîtiya hunermendên Kurd bên avakirin, werin gel hev nîqaşan bikin, ji bo pêvajoyê perspektîv derxînin. Konferansan lidar bixin, hunermendên Kurd li Ewropayê berê xwe bidin Kurdistanê, bêjin em dixwazin serokê xwe bibînin. Biçin di nav bajar, gund û gel de bigerin moral bidin gel. Her çiqas kîmasî û rexne hebin, xebatek û kedek tê dayîn. Lê li gor pêvajoyê ne têrker e û her kes li bendemayînê ye.
Çawa ku Rêbertî dibêje yekîtiya netewî ji bo gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê, di nav vê de yekîtiya hunermedn û rewşenbîran jî gelek girêng e. Em dikarin bang bikin her hunermendek di aliyê xwe de di nava tevger û hewildanê de be ku rola xwe biçûk nebîne.
=KTML_Bold=Di dawiyê de tu jinek hunermend, sazvan û têkoşer ji bû xwe tu hunerê çawa dibîne?=KTML_End=
Ev pirs ji bo min gelek zehmete. Ji ber min tu carî huner ji xwe re weke mesleke ango xebatek nedîtiye, wateya jiyana min e. Huner ji bo min nefesek e, li hember zor û zehmetiyên vê jiyanê min bi hunerê nefes girt. Êş û kêfxweşiyên min jiyan kirine, min hewil da bi huner û berhemên xwe teysandina wê li civakê bikim. Em di nava civakekî berxwedêr û têkoşer de mezin bûn, me gelek mirovên bedew jî nas kirin û kêlî bi kêlî me wate li jiyanê bar kir. Ger stran û awaz tune ba, belkî me nedikarî jiyan jî bikira. Ez ji bo xwe bêjim ger muzîk nîn bûya min nedikarî li hember evqas êş li ber xwe bida. Ji ber wê jî ez fêr bûm ku huner jî rêbazekî têkoşîn û berxwedanê ye. Her wiha rêbazeke ku em qêrîn, hest û kêfxweşiyên xwe bighînin çar aliyê cîhan.
Ji bo min huner şêwayê jiyanê ye. Min bandora huner û muzîkê dît ku çawa li hember zor û zehmetiyan ez rakirim. Bê guman ji bo nirxên vê jiyanê û çanda gelê Kurd re ez hîn nebûme bersiv, hîn jî ev têkoşîneke min e û xebat dimeşînim. Ji ber her hunermendek li pey wateya jiyana xwe ye, li pey noteyên azadiya xwe dibeze ev jî lêgerîneke bê dawî ye.
Têlên ku ez pêl dikim her yek behsa serdemekê û rastiyekê dike. Karekterê hunerê ne homojen e, komînal e, ji ber wê di xwezaya wê de wekhevî û parvekirin heye. Wateyê li jiyanê bar dike û hinek estetîze dike. Ji ber wê jî Aram Tîgramgot “Ez hemû çekan bikim stran û diyarî zarokan bikim” her wiha gelek kesên ku bûne pêşengên azadiyê bi awazekê, fîlmekê, pirtûkekê, helbestekê û hwd bandor bûne. Ev tiştên ji rêzê nîn in însan çiqas fîzîk e ewqas jî metefîzîke, lê yê ku dikare vê metefîzîkê bandor bike; huner e.
Ji ber van bila çiya, gund, kolan û civaka me bi hunerê bixemilin. Bila hunermendên me bê sekin û hedan her biafrînin. Xeyala gelek hevalan ew bû ku bi hunerê civakê bedew bikin û di vê rêyê de jî xebat kirin û şehîd bûn.[1]