Nav paşnav: Azad Akinci
Nasnav: Rohat Rover
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik - bav: Gulçîn - Nazim
Dîrok û cihê şehadetê: #10-09-2024# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
ROHAT ROVER
Hevrêyê me Rohat ê ku jiyana wî ji destpêkê heta dawiyê nîşaneya têkoşîna azadî û rûmeta gelê Kurd bû, di kesayetiya xwe de hemû taybetmendiyên ku divê milîtanê Apoyî hebe, bi cih kiribû. Her tim ji bo têgihîştin û fêmkirina heqîqeta Kurd û Kurdistanê bêwestan têkoşiya. Hevrê Rohat şoreşgerekî cewherî, hevalekî dilnizm ê hevalên xwe û bi wêrekiya xwe tê nasîn. Hevrê Rohat ji roja ku tevlî refên Partiyê bû heta kêliya ku şehîd bû êşa gelê Kurd di dilê xwe de hîs dikir û ji bo çareserkirina her cûre pirsgirêkên civakê ji hêza xwe wêdetir tevgeriya. Dema ku pêwîst bû şervanekî bêwestan bû, dema ku pêwîst bû ji bo hevrêyên xwe mamosteyek bû, dema ku pêwîst bû fermandarekî gerîla yê bêhna dijmin diçikand bû. Hevrê Rohat, yek ji wan kesên ku ji hêla gelê Kurd ve hatiye mezin kirin. Hevrê Rohat di rapora xwe ya ku di dema perwerdehiya li Ocaxa Sakîne Cansiz a PKK’ê de li ser jiyana xwe ya berî tevlî refên Partiyê wiha nivîsand;
'Navê min Rohat Rover e. Ez di sala 1989’an de li gundê Rover (Tanyeri) ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bûm. Malbata me jê 9 xwişk û bira bi tevahî ji 11 kesan pêk tê. Ez zarokê duyemîn ê malbatê me. Tenê xwişkek min heye. Heta sala 1993’yan li gund jiyam. Cara yekem min di salên 1992-93’yan de Tevgerê nas kir. Her çiqasî min di vê demê de cara yekem gerîla dît jî, min tam nizanibû wateya wê çi ye. Piştî demekê, leşker bi domdarî bi ser mala me de girtin û heqaret hem li Tevgerê û hem jî li malbata min kirin. Ev jî hişt ku sz hêdî hêdî vê rewşê di lêpirsînê de derbas bikim. Di vê çarçoveyê de, min ji bavê xwe pirs pirsî û fêm kir ku mesele bi Kurdbûnê ve girêdayî ye. Ji ber temenê min biçûk bû, çend sal şûnde min nû rastî fêm kir. Cara yekem di sala 1993’yan de min navê Rêbertiyê nas kir. Di sala 1993’yan de, ji ber zextên dijmin ên li ser gundê me, di destpêkê de hin malbatan cerdevanî qebûl kirin, lê paşê ji ber tevahiya gund cerdevanî qebûl nekir, ji neçarî gund terikandin. Piştî koçberiya ji gund, em li Êlihê bi cih bûn. Her çiqasî me di destpêkê de li Êlihê zehmetiyên darayî yên cidî kişandin jî, paşê em ji hêla darayî ve rewşa me baş bû. Malbat bi xwedîkirina ajalan û xebata li zeviyan debara xwe dikir. Ji ber ku bavê min zû ji malê derket, di destpêkê de me nikarîbû debara xwe bikin û pir caran ji bo xebatê diçûn bajarên cûda. Bi qasî ku tê bîra min, bavê min ji ber welatparêziya xwe gelek caran hat binçavkirin û girtin. Her carê êşkence lê dihat kirin, lê ji ber ku sûcek nehat dîtin, bêyî ceza lê bibirin dihat berdan. Kekên min jî bi heman awayî bi êşkenceyê re rû bi rû man. Li gund pir caran peyva bavê min dihat guhdarkirin. Wî gelek caran zanîna xwe bi birayên min û me re parve dikir û ev jî di me de hesta welatparêziyê xurt dikir. Yekem hevdîtina min a fermî bi tevgerê re di sala 2005’an de çêbû. Wê Dema ku min dest bi lîseyê kir, min Partî nas kir. Beriya wê tenê beşdarî çalakiyan dibûm. Ji ber salvegera Komploya Navneteweyî bertekek jî hebû. Ev bertek di min de veguherî tevlîbûna xebatên fermî. Ez heta sala 2005’an wekî nûnerê dibistanê hatim hilbijartin. Ez bi rêkûpêk beşdarî civînan dibûm. Piştî demekê, bi nîqaşên hevalan re, yan piştî ji dibistanê derdiketim an jî piştî ji kar derdiketim, bi hevalan re dihatim gel hev. Ev hevdîtin bandor li ser min çêkir. Min hewcedariya pêşxistina xwe ya îdeolojîk hîs kir. Di vê serdemê de, hevalê ku herî zêde ji min re eleqedar dibû şehîd Canfeda Welat bû. Wê demê, dema ku ez beşdarî çalakiyan dibûm, xeyala min a zanîngehê jî hebû. Ez difikirîm ku têkoşînê li wir bêhtir bimeşînim. Kekê min ê ku li zanîngehê dixwend, bandorek mezin li ser min hebû. Ew bi berdewamî ji min re qala bîranînên xwe yên zanîngehê û meşandina têkoşînê dikir. Ev jî bandor li min kir. Ez bi vî rengî nêzîkî xebatê bûm. Lê her ku roj derbas bûn, kêm be jî min hem Tevger û hem jî çawaniya têkoşînê fêm kir'.
Jiyana wî ya sivîl ku bi têkoşînê re derbas bû, piştî ku koka saxlem ji ji malbata xwe wergirtibû Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas kir, ji bo bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bibe û li hemberî dijmin bibe neferekî têkoşînê di sala 2005’an de tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku bi salan di xebata ciwanan de bi awayekî çalak cih girtibû, tecrûbeya ku bi dest xistibû û jiyabû kir bingeha têkoşînê. Bi biryara partiya me û ev tecrûbeya ku bi dest xistibû, ji bo dîsa xebatên Komalên Ciwan bimeşîne, bi perwerdehiya dît re pêngaveke xurt avêt. Piştî perwerdeyê, hevrêyê me li herêmên Bakur hat peywirdarkirin û û li wir performansek xurt nîşan da. Di hemû qonaxên têkoşînê de ji bo şikandina êrîşên li ser Rêber Apo û ji bo pêşiya sekna şoreşgerî veke helwesteke xurt nîşan da. Wê demê hêzên dijmin li hemberî gerîlayan operasyonên tinekirinê dimeşandin û di heman demê de li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê zextek cidî li ser ciwanên Kurd dikirin. Hevrêyê me li dijî van çalakî û êrîşên ku armanc dikirin ciwanan ji têkoşînê dûr bixin û wan ji holê rakin, roleke girîng di xebata ciwanan de lîst. Li cihên ku diçûyê wir komî ser hev dikir, di aliyê rêxistinî de mîsyon bar dikir û rêya îdeolojîk nîşan dida û bi vê şêweyê di vejandina bihêzkirina ciwanên Kurd ên ku dijmin hewl dida wan parçe bike û tune bike, berpirsiyariyeke bi bandor û pratîkî girt ser xwe. Hevrêyê me di xebatên ciwanan de du caran ji aliyê dijmin ve hat girtin û demek di girtîgehê de ma. Bi çavên xwe dît ku Tevgera me çawa zindanan veguherandiye akademiyê, dijmin dihjînê û bi vî awayî hîn bêtir bi têkoşînê ve girêdayî bû. Hevrêyê me pêvajoya zindanê ji bo xwe derftekê û ew bi kelecan li benda rojên ku ew ê bi gerîla re hevdîtin bike bû. Piştî hat berdan, berê xwe da çiyayên azad û bi awayekî çalak beşdarî hewldanên ji nû ve avakirina ciwanan û Pêngava Êdî Bes e bû. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de kedeke mezin da, bi fedakarî û taybetmendiyên xwe yên pêşengiyê şopek li ser hemû hevalên xwe hişt.
Hevrêyê me yê ku di zanîna erkên serdemê yên Tevgera me ku ji bo pêkanîna çaremîn serdema stratejîk û berfirehbûna Şerê Gel ê Şoreşgerî li Kurdistanê bedelên giran da debû û di sala 2012’an de beşdarî perwerdehiya Ocaxa PKK’ê bû. Di pêvajoya perwerdehiyê de bi gotina,Piştî ku ez tevlî Ocaxê bûm, min agahiya şehadeta gelek hevalên ku beriya beşdar bibim û piştî beşdarbûm wergirt. Dîsa di vê pêvajoyê dd şehadeta bi dehan hevalan; bi taybetî serî de berxwedana Rêbertî û zindanan, talîmata sekna fedaîtî da” girêdana xwe ya bi şehîdan re anî ziman. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdehoyê de lêhûrbûnek kûr jiya, xwest ji bendewariyên serdema nû re bibe bersiv û perwerde bi serketî qedand. Di serdemeke ku dewleta dagirker a Tirk operasyonên tasfiyekirinê li ser gerîla û operasyonên çewisandinê li ser gelê me dimeşand de di nava xebateke ku ji bo Partiya me stratejîk bû de cih girt. Di hemû xebatên ku tê de cih girt bi jiyana xwe ya dilnizm, kesayetiya xwe ya têgihîştî û hevaltiya xwe ya xurt bû fermandarekî mînak. Hevrê Rohat ji bilî serketinê ti vebijarkek din qebûl nedikir, girêdana bi armanca xwe re, israra serketinê û sekna xwe ya jiyanê şopek bêhempa li ser hemû hevalên xwe hişt.
Hevrê Rohat ê ku lêgerînerê heqîqetê bû û wateya jiyanê bi PKK'ê tacîdar kir, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de xeta Partiyê esaa girt. Bi ramanên Rêbertiyê û bîranînên hevrêyên şehîd re xwe xurt kir di gelek xebatan de bi ser ket. Hevrê Rohat ê ku timî bêwestan bû û her kêlî bi têkoşînê tijî kir, di 10'ê Îlona 2024'an de di êrîşa artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Wekî hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyala hevrê Rohat a Rêberê Azad, Kurdistana Azad pêk bînin. [1]