=KTML_Bold=Rêhevalê Şevan: #Arjen Arî# =KTML_End=
Yeko yeko hatin dilê xwe danîn û çûn. Li pişt xwe tiştên qirase hiştin, tiştên gir, tiştên ku dixwestin ji me bistînin û binax bikin gav bi gav derxistin meydanê. Fedaî vî welatî bûn ji goşt û hêstî wêdatir; li Bakur û Rojhilat li Rojava û Başûr geh bi qelema xwe geh bi dengê xwe geh bi çêkên ser milan bost bi bost giyayên li ser ax şîn dibûn parastin, hê diparêzin. Bênavber her û her em ê weynin ser ziman, helbesta kurdî her tişt e: ji hû heta bi mû, ji hûran heta bi giran, ji derziyê heta bi deziyê ye. Bi neqîlkirina hunermend Aram Tîgran maneya risteya Cegerxwîn ku dibê; “Şev çû ma tu êdî hew têyî, lo” ji seyda dipirse. Seyda dibersivine û dibêje: tu dikarî ji keçikê re jî bejî û ji welat re jî. Du maneyan tu dikarî derxî. Jixwe helbest jî tiştek wisaye ji maneyan dikarî wateyên curbicur derxî. Risteya ku me xwend bi sîtemkariye bibîrdixe, ji dest ketina/çûndina welat re îsyan dike. Lê ne keçikên vî welatî çûn ne jî welat serî tewand, lêxist û çû. Li ser milên keçikên vî welatî hêviyên azadiye bênavber hê jî digere û ne jî welat ji dest çû, meseleya me merheleya ewil yê înkare li ser pişta xwe avêt ji vê û şûnda têkoşînek dijwar li hemberî gel heye. Ew ê behtir sebre bixwaze û belkî berdelên herî û dawî daxwaz bike. Di nav gerdûnê de dilopek bûn xwe gihiştandin okyanusan. Wek ji malzaroka dê bi ber hebûnê vê dilop bi dilop mezin bûn, gir bûn. Wek helbesta Karacaoğlan de dibê; “tên geş bi geşbûnî”. Erê hatin û çûn. Bêguman her çûndin zû ye, bêwext e. Rêhevalên xwe hiştin û wek refên koçberên çûkan lêxistin û çûn. Tov kirin, xemilandin, giriyan, hêviyê dan lorandinê, serî bi êş û keseran derxistin. Di kêliyên jiyane de jî binketin henin. Belkî li hemberî jiyana ku tenê bi derd û êş vê hatiye dorpêçandin qederek serî tewandibin. Dibe bi ber bayê îhtiras û arzuyên xwe ketibin, lê dîsa rê li xwe ronî kirin, bi agire welat hatin bi ser xwe vê. Neketin feqa kes tineye, kes nayxweyne, kes ne elaqeder e, dê ez binivîsim ka ew ê kê û kî bixweyne. Li ser bawerbûna pêşeroja azad xebitin... xebitin... Dibe ku demek an kêliyek rû dabin serkeftinên şexsî. Serkeftin ferz dike û cihê wiye keyfxweşiyê û şanaziyê bi gel re, bi civaka xwe re bi serkeve. Wateya wî herî bilind jî bo helbestkarek bindest ev e.
Evîndar bûn, sewdaser bûn, hişk bûn, xeydok bûn, hestiyar û dilşikestî bûn, lê ti car ne bêhevî bûn ne jî li hemberî zor û zilma serdestan serî tewandin. Cihê ku xwe bi keys kirine, cihê serfîrazî û dilpakiyê bû. Bi zaryên bindest re bi qelem û dilê xwe yên şewat û har di nav şerek dijwar de li ber xwe dan. Kulên xwe diqusandin li qûncikên kes nîne û çav nabîne. Di her tiştên wan de welat daxilbû, bê welat jiyan kêm û şikestî. Azadî û serbestbûn xewna wan bû, li ser rûyê vî erdî gelek mirin komkirin, pirî caran şahidiyên berxwedêriyan bêhempa jî kirin. Dem bi demê re lêxistin û çûn. Di navbera serxet û binxetê de bûn pira hafizayê, rênçberî û rênasî kirin, ti car sînorên çêkirî jî qebûl nekirin. Piştî koça wî ya dawî, di demek kin de ew sînorên ku bi hişê xêrnexwazan ve hatibûn avakirin, bi ruhek azadîxwaz, bi tilîlî û sloganan hat betalkirin û pûçkirin. Li ber sînorên çêkirî dil û qadên dagirkeran bi dengên xwe xweser hêjandin. Bi destên hezaran, deh hezaran ew sînorên sosret û kîret hatin pûçkirin. Sînorên ku serxet û binxetê kiribûn du felq derba ewil û yê herî xurt xwaribû, lêdabûn bi tola sedsalan. Di her berhema wî de bêhna “binxet û serxet” tê pozê xwîneran; çi bi metaforek, çi bi îmgeyek be rastiya sed sala tûj û telh her tim bibîr tê. Xwediye ev bîra telh û tûj Arjen Arî bû. Gelo Arjen Arî yê ku li serxetê banga li binxetê dikir van rojan bidîta ew ê çawa behs û qala berxwedêriya Rojava û Bakurê Kurdistan bikira? Dibe ku Şêrgeleyek din nenivîsanda lê teqez “keç û xortên kurdan” ew ê ji nû ve bi dilgermiyek hundirî bida honandin. Çimkî qehramanên vî sedsala ku em tê de dijîn û şahidiya wî dikin bêguman rola “keça kurdan” di asta herî jor daye. Bi hemû ked û wêrekiya xwe hem ji gel re hem jî dinyaya medenî û vaye bû sed sale pişta ziviriye ji me re destnîşankir. Helbestkarên me hem evînên destanî honandin hem jî şêrgeleyên bingor bûne derxistin ji ew gorên sar û kişfkirin/dahênandin di berhemên xwe de. Bo wî helbest her tişte, ban û asraqa wêjeye yê. Arjen Arî jî yek ji wan helbestkaran bû dibin goran de gernasên vî welatî neda jibîrkirin. Jixwe em ê li jêr ser îmgeyên wî befireh biseknin. Îmgeya wiya sereke jî “bingor” û “binax” e.
Arjen Arî danî û çû. Hembezkir û çû. Rêhevalê şevên me bû. Geh denge Ahmed Arîf geh risteyên Arî. Şirîkê derd û kedera me. Arjen Arî samîmî bû di helbestên xwe de, merhebaya wî ji dil bû. Di jiyana xwe ya rojane de jî wisa bû, carek li Ofîsa Amedê leqayê wî hatim, fulara stiye wî qet jibîra min naçe çiqas li dihat û min ji durî ve silavek da bi serê xwe, bişîrî. Pirî caran berhem û xwedîberhem di cihek de tên veqitandin. Rêç û şopên hunermend her tim di berheman wan de cihek fireh ji xwe re peyda dikin. Lê di cihek de meriv bi rihetî dikare berhem û xwedî berhemê ji hevûdin biqetîne. Arî dibê; “Çaxê ez ji xwe derkevim rê û helbest hat bi min vê zelîqî min tiştek di xwe de diherand. Ev keşfa ku min kirî çaxê min helbest dinivîsand min xwe wek helbestkar dihesiband”. Gelek helbestkar jî bi vê hîsê ketine, yek ji vana jî Arî bû û vê yekê wisa dianî ser ziman; “dema ku ez dinivîsim ez şair im, jê pê ve ez mirovekî beredayî me”(Arî, 2010b, r.56). Min ev gotin û pênasakirina wî çend meh berê di maqaleya Türkan Tosun de xwendibû. Bo min tiştek balkêş bû, min jî di helbesteka xwe de wisa nivîsandibû; “çi peyvek xweş e: beredayî/ew peyv peyva min e”. Peyva “bereday”î her tim serbestbûnê û anarşiyê hêma kiriye bo min. Helbesta Arî de jî damarek anarşiyê heye û ev damar bi hostatî xwe veşartiye. Bêguman tiştê ku pênase kiriye û gotiye meriv nikare li ser gelek tiştan rêz bike an zêde bike. Lê wek xwînerek wî yê saxlem û di nav jiyana wî û kesên ku wî nêzîk de nasdikin ew hevoka wî betal dibe û tiştê ku di dest de dimînê dilnizmiya wî ye. Bi kesayetiya xwe û jiyana xwe Arî her tim û her dem helbestkar bû, meriv dikare bêje jiyana rojeneya helbestkar û helbestên wî yekparebû. Ne tenê helbest dinivîsand ji serî heta binî helbest bû. Arjen Arî neh berheman kir milkê wêjeya kurdî. Weşanên Sorê hemû helbestên wî wekî yek taximek weşand. Ji sala 2013an vir de li ser navê Arî xelatên pêşbirkê tên dayîn. Hin helbestên wî hatin bestekirin, gelek ciwanên hêja -yek jî ez bixwe me- dan ser rêç û şopa wî. Karîzmayek wî hebû, bo ciwanan model bû hê jî ji ev mînakiya xwe ti tiştek hinda nekiriye. Helbesta Arî, di dil de dipijiya di bejinga hiş de dixemilî, radibû ser xwe. Nifşê kovara Tîrêjê bû. Nivîsa li ser “Poetîkaya Berken Bereh” de me gotibû nifşê Kovara Tîrêjê civakî ye, pişta xwe daye rastiya ax û xaka xwe. Rojen Barnas, Malmîsanij, Berken Bereh, Tosinê Reşîd û Arjen Arî. Helbestên Tîrêjê nêzîkî hevûdin in. Dengê wan ji hevûdin cudaye lê bana wan civakbûn, welat û azadiya wê bû.
Arjen Arî ne tenê bo gelê xwe hawarê dikir; gel ên ku wek kurdan bindest in û di nav pergela zilmê de dihatin tunekirin, dihatin pelçiqandin ji wan re jî silav dişand. Ne wek helbestkarên serdest çi tirk çi faris çi ereb an rojavayî ji kêleka xwe re kor û lal bû. Ev jî ferqa helbestkarên kurd û yên di pergelên desthilatan de qelem dihejînin di navbera wan de tenê kûrahiyek dida aşkere kirin. Piştî zemanek dirêj min dîsa dest bi xwendina Arî kir, ji taximê hema pirtûkek wisa bi seroberokî min kişand, ev berhem bi navê “Şi’îr û Sînor” bû. Helbesta wiya ewil jî bi navê “bi filistînî” bû. Hin wext henin meriv jê qayîl dibe ku ti tiştek ne tesadufiye. Îro bêşert û merc, dibe ku peykere Seddam li nav bajarên xwe danîbin. Dibe ku di zindanên Bexdayê de îşkencekarên kurd filistînî bin. Dîsa zar û zêçên filistînî dibin bomberanan de tên kuştin, ti xwedî wicdan vê yekê qebûl nake. Serokên wan û rêveberên wan ên ku li hemberî kurdan di cepheyên dijminên me de arz-i endam bikin. Dibe ku piştî êrîşa 7ê Cotmehe li qadan keyfxweşiye kiribin. Kuştinên zarokan dibe ku em ji binî şermezar bikin û vê yekê qebûl nekin. Însan bûn tiştek ne wisa hêsane. Îro dijminên Kurdan wek bazirganan girî û haware dikin bo filistîniyan. Lê ew hawar û hesirên ku direjînin ji sed hezaran behtir zarokên kurdan kuştin. Ji bo me ew hawar û hesirên tên rijandin ji bazirganiyên xweyne wê de naçin.
Helbesta me ya ewil -bi filistînî- rewşa Kurdistanê û wêneya hemwelatiyan dide der, di qeraqolên mêtingeran de, hal û wextê kurdan dide vegotine. Belkî nifşên vêga zêde nizanibin salên nodî Filistin Askısı îşkenceyek sereke bû. Rêya kê û kî biketena qereqolek wan teqez leqayê vê îşkenceyê dihat. Helbest nade jibîrkirin; “di sêpiya filistînî de/ bi filistînî/dikeniya…”(r.5). Kenên wê gavê hatine tomar kirine, kenên ku li hemberî zilme xwe parastiye. Ev berhem li ser “gazin”ê ve meşiyaye. Ne gazinek wisa çavberdaye hundirê mala xwe û gelê xwe bide ber gulleyan. Gazina ku em berhemê de dixwînin ji dinyaya medenî re ye. Ev nêrîn û nêzîkatî nifşên Tîrêjê de tê dîtin. Gelo ew ên bindest in ji bilî hawar, gazin û xebetên azadiye çi di destên wan de ew ê hebe? Îro gazin û hawara me qîsmî be jî xwe gihiştandiye cihê xwe. Gazina Arî ji welatiyên xwe behtir ji dinya alemê re ye, (ev terz û nuansa wî ji aliyekê vê ji nifşên Tîrêjê vediqete) heta di çalakiyên wî yên îmzeyê de ji bilî çend kesan nedihatin lê dîsa jî bi dengek bilind wiya nedianî ser ziman. Dibe ku ji hevalên xwe re gazinan bikira, lê ji girseyê re viya nedikir. Hem ji xwe û hem jî ji helbesta xwe bawer bû, di ser de jî û yê herî girîng ji welatiyên xwe bawer bû. Hin dem û qonaxên jiyane de kes biniya binî jî dibîne, wek çapûtek hêvî li meriv dike çirînî jî. Lê meseleyek te yî azadî û serbestbûna welatê te hebe; her tişt, mirin jî daxilî wî li ber çavê ew kesî ji bilî kêvjikek wêdatir neçe. Mixabin îro helbestkar û nivîskarên populîst, belkî zêde bi zêde bi hîsa “ez her tiştî zanim”, “min her tiştî xitim kir” ketine. An yên herî sosret û evîndare xwe bûne/narsîst “ez merivek wisa me ku naym ti ser zimanî”, di dûre her û her gazin jî em seh dikin. Dibên çima xwîner qurbana me nabin. Dibên çima rêyên ku em tê de dimeşin gul û sosina narêjin. Dibên çima xwîner me li ser pişta xwe nagerînin. Ger helbestkar û nivîskarek xwedî vê nêrînî û nêzîkatiyê be dibe ti xwîner rû nede, wî protesto bike û bide ber rexneyan. Jixwe însanek di vê aste dabe hûn bi çi rengî rexneyan bikin jî bersiva wî/ê ew ê dîsa wek tevgirtina wî be. Meriv di destpêkê de ji bo xwe dinivîsê, ji bo xwe distre, ji bo xwe lêkolînê dike, ji bo xwe diçe ser çiyan; piştre tiştek derketibe meydanê ew dibe milkê/mîrasa gel. Lê hunermend keda xwe li ser gel wek minetek bide ferzkirine teqez ew ê bersivek were dayîn, ew bersiv jî di gel de veşartiye, ev jî ji bilî jibîrkirine nîne. Di edebiyatê de girî û gazin her ku diçe behtir dibe, wek nexweşiyek şewbê sîreyet dike. Zarokên ku di destên wan de şêraniya wan hatibe dizîn û lêvên xwe bi jêr va qelibandibin û li quncikek bikin miramir. Mixabin helbestkar û nivîskarên me di van wext û deman de her tim nerazibûna xwe destnîşan dikin, ewqas di nav bar û kar de hawara wan e. Dikarim li vir yeko yeko navan rêz bikim. Lê meseleya me ne nav in meseleya me meseleyek zihniyetê ye. Vêga em wergerên Kawa Nemir nexwînin ew ê ji me çi kêm bibe? Ger em ji maqaleyên Fexriya Adsay -ku di bingeha xwe de qels, tevlîhev in- an ji wergerên wê bêpar bimînin ew ê ji me çi kêm bibe? Ger em risteyên Temo jiber nekin ew ê ji jiyana me çi kêm bibe? Ti tiştek ew ê ne ji me û ne jî ji jiyana me kêm bibe belkî em ê ji jehra wan xwe biparêzin jî. Dem dema mizamizê nîne, wext wextek dijwar e û dibê hunermend, rewşenbîr, stranbejên vî gelî bi tevgirtinên xwe mînak bin ji civak-civatokên xwe re. Ti hunermend, helbestkar û nivîskar heqê wî tuneye ku mineta xwe li ser welatiyan bar bike. Gel ketiye etra xwe ya hebûn û nebûnê, canê wî di devê wî de gav bi gav dijî. Di ser de jiyanek dijwar kêlî bi kêlî li pişt xwe dihêle, beyefendî û xanimefendî yên ku li cihên xwe yên bi konfor in; gazin û minetên xwe dibarînin û ketine etra “kes me naxwîne/me guhdar nake”! Belê bi vê tevgirtinê kes bardaxek ava sar jî nade wê. Ger tiştek dibe ku bi dilê wê nîn be, gazin jî heq lê mixabin mineta wê tenê bar giran dike. Vêga meseleyek giran heye ew jî meseleyek welat û azadbûna wiye.
Em vegerin ser berhema “Şi’îr û Sînor”ê. Di helbesta Arî de “sînor” cihek wî yê fireh heye. Di navbera sînorên çêkirî de şahidiya berxwedêriyek jî kiriye. Tiştê ku nivîsiye bi serê çavê xwe şahidiyê kiriye. Welatiyên li ser sînoran dijîn her tim bi mayînên dagirkeran ve hemhal bûne, gelek jiyan di navbera sînorên çêkirî de ji jiyanê hatine veqatandin an seqet mane. Arî ev bûyerên ku li ser sînoran qewimîne kiriye mijara helbesta xwe û rolek giring li ser barkiriye. Ev jî li kû dinêre û dinivîse kodên wî dide me. Meseleyên li ser welat cereyan dikin jê re bûye dînamîka helbesta wî. Meriv dikare bêje av û nanê helbesta kurdî li hemberî zilm û zorderiya dagirkeran zayiye. Bi zimanê xwe û ku jê re bûye mirin û îşkence, bi hêza wê serî bi pê re derxistiye. Arî bi axa xwe re bi şidandî girêdayiye, kêliyên ku bîra wî gav bi gav sazkiriye her tim pê re zindî maye û wiya bi serkeftî neqilkiriye. Ew bîr her tim bi meşa xurt dike demboriye. Gelo nostaljiyek bi hesap û kîsabî dike? Bi qasî zanîna min nostaljî demên xweş di bîr de kom dike. Nostaljiya helbestkar û helbesta wî heta dev bi neheqî û êş tijeye, rojên şabûn û keyxweşî jî henin lê giranî û belkî kedera bindestan ne nostaljiyên wan bi elem û xwîn in. Helbesta duyem mînakek baş e bo piştrastkirina me. Xatir dixwaze ji axa xwe, neçar dimîne dev ji kûçe û kolanên xwe berdide. Ev derba ewil li helbestkar diqewime. Vebêjer a helbestê kirde bixwe ye. Bi çûndina kirde axa ku pîrozbahiyê li ser lêkiriye bi dilek şewat dibê;
yek din kêm bû ji ser te
bi ku dire, bo çi dire, nepirse
xatirê xwe dixwaze/helbestkarek e
axa min bi xatirê te(r.6).
Ne tenê bi hest û hîşî, bi fîzîkî jî bi axa xwe re girêdaye; “gorî te bibim axa min gorî te…”(r.7). Helbesta sêyem ji pênç beşan pêktê û bi ser navê “em ne hov in” hatiye nivîsandin. Beşam yekem bi navê “hatin” û hatina dagirkeran hêma dike, bi “teyrên goştxwir” hatiye îmgekirin; “ref bi ref/teyrên goştxwir/teyrên xezebê”(r.12). Beşam duyem “werin” e û ev beş gazina helbestkarê ji dinya alemê re, ji dinyaya medenî re ye;
werin
ji çar aliyê dinê
werin bibînin:
xwîna rijî
hêsrên herikî
û şîne:
bi ser kê de em bigrîn?
dawiya helbestê bi pirsek dawî dibe; “tivingê/em têxin sênga kê!?”(r.13). Beşa sêyem “bêheya” de navê dagirker dide û zilma wan aşkere û destnîşan dike;
ev çi xezeb e?
di qirnê bîsta de
li ber çavê dinê
êrîşî me dike
bêfedî
tirko
bêheya…(r.14).
Beşa çaran “ka”yê de dîsa pirsek heye ji koma miletê re; “ka koma milleta?/heqqê însana/ka/ka li ku man?”(r.15). Helbesta bi navê “ev sînor” jî di xwe de gazinek dihewîne û li ser sînorên çêkirî û tengasiya hemwelatiyan hêma dike. Ev sedsale em li ser xaka xwe bi nasname-pasaportên dagirkeran ve diçin û tên; “geh bi jêr de, geh bi jor de/meşîm di ber sînor re…” Dewama helbestê de “deng” hal û wextê welat tê ser ziman û bêçaretiya wê nade jibîrkirin;
bang bikim te
bibêjim ‘lêêê!’
wê deng bê te
lê ev têl
ev mayîn
ev leşkerê Romê
ne dihêlin bang bikim
ne jî dihêlin bêm…”(r.17).
Di berhemê de îmgeya sereke bêguman “sînor” û “evîn” e. Sînor bixwe re gelek tiştan jî bibîr dixe. Wek têl, mayîn, kaçaxçîtiyê, bêçareyî, perçekirine, evîn, zilm û zordarî, heq û neheqiye. Li ser poetîkaya Arjen Arî, Türkan Tosun bi navê “Rengvedanên Bîra Civakî di Helbesta Arjen Arî de” maqaleyek berfireh û ji hêla “bîr”ê vê niqaşkiriye. Wek di maqaleyê de hatiye destnîşankirin. Helbesta Arî de “bîr” bi her awayî xwe dide xuya kirin. Em ê ji maqaleyê çend paragraf derbarê “bîr”a ku di helbestên Arî de çawa xwe keys kirine em bixwînin; “Arjen Arî jî bi helbestên xwe ve bîreke dijî serdestan ava kiriye. Arî helbesta xwe wekî ‘bêndera bîrê’ bi nav dike. Mirov vê helwesta wî di berhemên wî de dikare bi zelalî bibîne. Mînak li ser êşeke hevpar a kurdan, li ser komkujiya Helebçeyê bi kar aniye”. Belê wek Tosun jî diyar kiriye helbestên Arî de hafiziyek kolektîfî heye. Ji bo hevparî çi qehremanî çi qurbanî çi komkujiyên li ser gel hatiye bikaranîn di berhemên wî de li pêş in. Çêkên kîmyewî û komkujiyên li ser rûyê erdê pêk hatiye wek Nagazakî û Hîroşîma dide ba hevûdin. Qiyas nake bibîrdixe, êşan nade berhevûdin. Di ser erdnîgariya Kurdistanê de gelek komkujî qewimîne. Bi qasî nifusên dewletên Balkanan miriyên me bin gor in an li ber serê wan kevirek ranebûye yên henin jî bi destê dagirkeran tên bombekirin tên tunekirin. Li hemberî me dagirkeriyek ji her tiştî bêpar heye û ji hêla “şerê ehlaqe” vê jî gelek qels û dûr in. Gelo xelasiya me ew ê bi demokrasiyê vê were çaresekirin? Gelo ew ên ku kevirên ber serê welatiyên me dişkenin û bombebaran dikin ji hêze fem dikin an demokrasiye! Ti baweriya min ji vê yekê tineye ku bi rêya demokrasiye maf û heq werin dayîn. Xelasiya gel dagirkerên vî welatî heta hetayî li ser vê axê çûndina wan e, baş ti çare jî nîne. Îro nebe ew ê sibe, sibe nebe disba ew ê pêk be. Her tim dibêjim em tovên felaketê ne û ti tofan û komkujî bi me re serî dernexistiye. Çiya her tim zaryên rojê parastin e, di paşila xwe de veşartine, stargeha herî bi îman û xurt e. Îro hê jî li ser çiyayên Kurdistanê çêkên kîmyewî li hemberî şervanên azadiyê bikartînin. Çend sal berê rêveberiya PDKê û asayîşa destdanîbûn Hezar û Du Sed maskeyên kîmyewî û wek tiştekî serfirazî, şanazî be wiya bi dîmenan dan belav kirine. Ehlaq çawa dirize mînakek baş bû. Îhtîrasa îqtîdarbûnê û çokdayîna li hemberî dijmin dîmenên bê şîrove bûn û ew dîmen ew ê ti car ji bîr û hafizaya me neçe. Erê, hezar û sed maskeyên kîmyewî we bi kû ve bir?
Tosun di maqaleyê xwe de ji xeynî komkujiyên kîmyewî, komkujiyên di bîra kurdan de hê jî zindiye di helbestên Arî de çawa rûdaye em ji Tosun bixwînin; “Zarokên di zikê dayikên xwe de bi zora sunguyan hatine qetilkirin, kurdên li Geliyê Zîlan fermana wan a kuştinê hatiye dayîn, yên di Enfalê de hatine kuştin, kuştiyên di Newala Qesaban de veşartî ne, kurdên ku xwîna wan çemê Munzurê sor û gevez herikandiye di nav risteyên wî de cih digirin. Dîsa hin bûyerên wekî li Dêrsimê qewimîne, kesên ku ji hêla failê wan nediyar in û hatine kuştin û termên wan avêtine Newala Qesaban jî di helbesta Arjen Arî de mijarên giring in (…)” Hafizeya civakê ne tenê bi bûyerên ku me li jor qal û behsa wan kiriye hatiye honandin, rêber û rênasên kurdan jî di helbestên Arî de cihek wan ne taybet henin. Tosun dibêje; “Arjen Arî kesayetiyên kurd ên civaka kurdan de bi nav û deng in, di salvegera rojbûn, kuştin an serhildana wan de tên bibîranîn jî kirine mijara helbesta xwe. (…) Seyîd Riza, Şêx Seîd, Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Mazlum Dogan, Siyahpûş, Ehmedê Xanî, Simko, Cemîlê Çeto, Elîşêr, Şêx Mehmûdê Berzencî û hwd”. Rêber û serokên kurdan ne gorên wan diyar in ne jî gel bi dilek rihet dikare wan bibîr weynin. Çaxê welatê me xelas bû wê gavê em ê şîna xwe jî bi dilek rihet bigrin, serkeftinên xwe jî bi govend û şahî bigerînin. Ti bindest bî şîn jî kevirê li ber serî te jî dibin gefanxwarine daye û her tim ew tiştê maf û heqê te ye jî ji te re heq ew ê ney ditîn. Ji bo şînek azad û serbest dewletbûn û statuya gel şert e şert e şert e...
Arî ne tenê behsa êş û bindestiya gel kiriye, gelên din jî bûne mijara helbestên wî. Tosun; “Arjen Arî tenê êşên kurdan re eleqedar nabe, bîra civakî bi tenê mijarên kurdan re zindî nahêle, behsa êş û komkujiya gelên din ên wekî japon, ermen, boşnak, somaliyan, îspanyolî û cihûyan jî dike”. Dîroka fermî her tim gelên bindest tune hesibandine, di nav hevokên wan de ji hêla gelên bindest de ti tiştek meriv nikare bibîne an bixweyne. Ger hebin jî bi ruhek nijadperest, bi gotinên biçûkxistinê hatiye nivîsandin. Jixwe dîroka wan a fermî li ser tunekirina gelên bindestin rabûye. Lê dîrok tenê li ser rûpelan xwe naparêze, di dev de, di ziman de, di stranan de, di çîrok û meselokan de, di helbestan de xwe her tim parastiye. Ji helbesta me ya klasîk heta roja me dîrokek dij-fermî hatiye nivîsandin. Dengbêj û destnanên me yî çi xwezayî çi çêkirî mînakên herî xurt in û pûçbûna dîroka wan a fermî dide xuya kirin.
Stûna helbesta Arî pişta xwe daye edebiyeta klasîk. Di çarîn û hin helbestên wî yê di berhemên curbicur dane wek A A B A û A A B B dawî li risteyan aniye. Dengê helbesta kurmancî û bi dawîkirina risteyan vê gelek xweş lihevaniye. Helbestên pênûs, çarîn, nûra nûranî, nokê nokê û hwd meriv dikare derxe pêş. Bîr û hafiza bi sembolan vê xurt dibin, me li jor behsa naveroka û îmgeyên wî yê sereke kir, sembolên ku di helbestan de bikaraniye her yek sembola welatê kirdeyê ye. Çi Heskîf, çi Zindana Amedê, çi çemê Dîjle û Firatê, çiyayên ku welat xemilandine, kûçeyên Nisêbînê, kolanên Sûrê û hwd. Welat her helbestkare kurd de konaxek wî yê cuda heye, di helbestên Arî de jî gelek li pêş e;
miribin, hin şehîd ketibin
gorna wan helbesta min e
ne di bine axa sar de ne?(r.78).
Berhema wî ya bi navê “Şêrgele”yê di nav berhemên wî de herî navdar e û nasyar e. Di berheme de helbesta “Şêrgele”yê pê ve helbestên ku em dixwînin aliyê teknîkî de mînîmal in. Helbestên Arî li gor helbesta modern tam di tehma xwe daye ne. Bila sebeb direj nekiriye an kin nehiştiye. Awaza helbesta klasîk gelek xurt tê guhê xwîner, ruhê klasîk di vê berhemê de dozaja xwe zêde bilindkiriye. Mîsal helbestên ku bi navê tembî, çarîn, pirs, kulîlk henin(li vir terza risteyan ne bi dawîbûna risteyan vê tê, deng di destpêkê de ji xwe cih amade kiriye), bêbavê, bendî, li dû (…), mamik û hwd bi dawiya risteyan de wek hev dibin. Çaxê meriv derdikeve hênandina/keşfa helbesta Arî meriv xwezaya welat dibîne, hafizaya xwezayê bi civakê vê girêdide. Sembolên şervaniyê, têkoşînê, komkujiyê bi xwezayê bi lev û ziman kiriye û daye behskirin û axaftinê. Helbestên bi navê, “ev gelî”, “newal”, “ey ax”, “koye spî”, “agirî” naverokên van helbestan bi têkildariya însan û xwezayê bi şidandî honandiye. Nifşên Kovara Tîrêjê de encama helbestan û bûyerên ku li ber çav in yek ji hevkariyên wan ên eyan beyan li ortê ye bêguman xwezaya welat e. Her tim xwezaya welat bi sembolan vê anîne ba hevûdin. Di helbestên Rojen Barnas de ev nêzîkatî her dem xwe nade xuyakirin lê Bereh û Arî de xwezaya welat gelek caran, hema hema di hemû berhemên wan de derdikevin pêşiya xwîneran. Xweza û taybetbûnên wê bi metaforan, îmgeyan serbestbûnê, binketinê, êşê, dagirkeriyê hêma kiriye û pê ve hatiye girêdan. Helbesta “Agirî” nîşaneyek xurt e, têkîliya helbestkar û xwezaya dide me. Taybetbûnên ku aîdê însan in li ser Çiyayê Agirî ve hatiye xelimandin. Ev helbesta me hem rêya azadiyê destnîşan dike hem jî têkoşîna wê. Çiyayê Agirî yek ji sembola şoreşa kurdan e. Serhildana wî, piştre jî têkçûna wî. Ev her du hest, hem îsyan hem jî têkçûn, di xwîneran de heta canê mû dide hîskirin. Risteyên vê helbestê bi min serkeftina nîşaneya helbestkar e. Hestên azadîxwaz û xwediyê hestên serbestbûnê hem êşê hem jî hevîrê têkoşînê dide hilhatinê. Bê xatir, di tûrikê wî de bi nanekî hişk berê helbesta xwe dide çiyayê agir û Agiriyê. Helbestkar dipirse;
kengî bêxwedî man?
Ji Geliyê Lolan ta Herekol
(...)
çiyayekî bibîne heyran çiyayekî
ku serî hilnedabe li wext û zemanek?(37).
Belê kîjan û kengî wext û zeman ev çiyayên welat serîhilnedaye. Her û her derdora me agir bû Agirî bû. Agir pijand bi xwe re her rengî û îro agirê welat ji do bêhtir har û dîn e. Me hê zivistan li pişt xwe nehiştiye, lê heta vêga me xwe bi stargehên xwezaya xwe parast û pêşî li ber bêhna biharê vekir. Ew ê lehî jî rabe, tava rojê jî rû hembêz bike, bayê tofanê jî ew ê rabe lê em zanin, baş zanin bihar û zaryên rojê ew ê rûbirû bimînin. Tercumeya hîsên me di risteyên helbestkar da;
me qîz hene şox û şeng, me xortên çil çeleng
li welatê por roj, bejn bi bejn terhên jiyê!”(r.37).
Serî çîk sayî û zelal, dor bi mij û moran ne. Helbesta Agirî û Şêrgele ji hemû perçeyên helbestkar perçeyek di xwe de dihewîne. Şopdar e, rêçên hest û hişê helbestkar niqutandiye. Helbesta bi navê “Şêrgele” di berhemê de helbesta herî dirêj e û ji çend helbestên wiye çemî ye. Atmosfera helbestê li hemberî dagirkeran şervaniye hêma dike. Ne şervaniyek ziwa û yek ling e. Hemû rengên berxwedêriyê di xwe de xwestiye bihewîne. Em bi gotina helbestkar bêjin û risteya wî jê deyn bigrin, “şîrê helbestê di eyarê helbestkar daye”. Silavek bo Mîr Bedirxan jî heye, bo keda wî silavek ji hundir û bi germî: “ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî/ şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan”(r.18). Şêrgeleyên vî welatî bi hêjmaran naqedin her nav hezar şervan û şêrgeleyan sembol dike, wek Leylê û Şerefkendî. Helbestên Arî de pirs henin, gelek henin bo xwîneran, ew pirs çiqas di helbestan de bêbersiv ma be jî, alîkariya kolandine bîrê dike, bi hişek dervayî tê mehandin, bi sembolên xwezaye dibê:
Çiya sêwî ne niha bêyî wan
Sefîn sêwî, Sîpan sêwî
Çeper bêxwedî ne li Cûdî
(...)
Kî bûn lo, kî bûn
ew ên dilpola
û
gurçik risas?!
(...)
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan xewna her kesî!(r.22).
Ew xewna ku xewna her jinxas û mêrxasan ne didome bi hemû hêza xwe li çar aliye Kurdistanê… Helbesta şîn û hawariyê. Şêrgeleyên bêgor, bêkefen, bênav ji binî axa sar derdixe û li wan digere. Ewqas şêrgeleyên vî welatî heye ku helbestkar wan wek stêrkên rijiyayî tîne bahevûdin. Îmgeyên ku bikaraniye di serê dagirker de dibe çirûsk dibiriqe. Biqasî stêrkên rijiyayî şêrgele dibin gor-wendayî û bêkêl dane. Helbestkar helbesta xwe de bi ber dawîbûnê ve dikeve nav kiteyan, hurguliyan. Şikl û şemala wan dide.
Bawerî bûn, bawerî dildarê çiyan:
dil dijeh, pagir, landik agirdan
jiyan asikeke por-ewr bû
Sîrwan çefî-sor, simbêl qeytan
bûka Agirîbû destgirtiya Azad
Medya esmer esmer, şar kesrewan…”(r.24).
Sîrwar, Azad, Medya, Jiyan û Agirî divê beşê de bi tipên mezin hatine nivîsandin ev jî taybetbûna wan destnîşan dike. Wek îmge an metafor nîne sernav e, destnîşankirin e. Helbestkar berxwedêrên kurdan êdî bûne sembol û taca serê gel jibîrnake;
min navek li kurê xwe kir:
Rizo
Kalo
Berzencî
min navek li kurê xwe kir:
Qadî
Simko
Barzanî…
min navek li kurê xwe kir:
Mazlum
Gabar
Munzir
min navek li kurê xwe kir:
yek mir, sedî tol hilanî!(r.25).
Sembolên me yên nûjen û ê kevnar bi hev re mil bi mil bîra ku dixwazin vikîvala bikin ji civaka xwe re dibe stargeh, dibe dîwer. Koçgirî, Agirî, Îhsan Nûrî û Barzan. Berhema Şêrgeleyê de îmgeya sereke şervanên bêgor û bêkêl in. Çiya, newal, ba, tofan, ax û esman, berf û zinar, êş û windabûn, sêwî û bêxwedî gelek di risteyan de ji xwe re cih dîtine. Arjen Arî di helbest û bi giştî berhemên xwe de bikaranîna hin peyvan de gelek bi israr e. Ev peyvên sereke û her yek îmgeyek li xwe barkiriye, wezîfeya sembolkirine jî di xwe de hewandiye. Tacîdar, teyr û nikil-xun, Riza, Barzan, Mazlum, Cudî, Herekol, Seîd, Qadî, Munzur, Agirî, Meyda, binxet û serxet, simbel-boq, Sîpan, Newala Qesaban, Geliyê Zilan, Simko, xwîn, Amed, Dîjle û Ferat, tirabêlk, Rom, Helebçe, Dêrsim, Gunde Çalê. Li ser poetîka û li ser armanca xwe meşa ku daye destpêkirin bi pergalî û sîstematîk bi ser de bi eksî meşiyaye. Li cihekê din meriv dikare ji xeynî dubarekirinên wî; bikaranîna peyvên sereke û sembolên ser bi serî ve hatine bicihkirinê tengasiyê jî hêma dike, meriv dikare bi sed peyvan jî helbest binivîse bi hezar peyvan jî. Arî hin berhemên xwe de bikaranîna peyvan de tesarufarê kiriye, jixwe ev jî şaxek helbesta moderne. Alîkariya ev şewaze jî bêguman ji sembolan tê, helbesta modernî çawa tê nivîsandin û ji hêza kevneşopiye çawa feyz û feresat tê wergirtin baş zane. Helbest li ser helbestkar hikma xwe nekiriye, helbestkar hikma xwe bi xurtî li ser helbestê daniye. Dengê klasîk û naverok û forma modern jî destnîşaniya wê ye. Tengasiye bi rêya sembolan xwe dide pêş, di helbestan de carcarna bejî serî derdixe û wek kaşokek di qula xwe de dimeşe û behna tehlukeyê belav dike li ser atmosfera berheme. Reva vebejêr-kirde bi vê rêye hatiye xitimandin, qadek berfireh ji nişka ve, teng dibe. Jiyana ku li pişt hatiye hiştin û civakbûn-rasteqîniya wî bêşik vê yekê dibe ku ferz kiribe. Qada herî azad helbest e, çima ez ê xwe li quncikek asê bikim. Belê di berheman de helbestkar hem vebêjer hem kirde hem jî bive bîr bivênevê tengasî derdikeve pêşberî me. Helbestkar her tim ji nû ve bibîr dixe. Bi helbesta “serjimêrî” em berhema Şêrgele dawî bikin:
4 hezar gund
30 hezar kuştî!
3 mîlyon penaber…
ji devê berdevkê fermî ev xeber:
hêj jî em zinanin jimara bî û sêwiyan!(r.46).
Ziman her tim vedigere malzaroka xwe, îradeyek dide pêşiyê. Çawa ku şûrê xwe dikşîne û bi ruhek şêrgeleyî dikeve nav qadê wek zarokek jî carcarna vedikişe hundirê xwe yê birîndar û bîra ku heta dev bi êş û elem tijeye. Valahiya ku helbestan de em dibînin bi fikr û ramanên dubareyî tên ber me lê meriv dikire bi vî awayê jî şîrove bike: li ser vê eksê seknandin poetîkaya xwe daye meşandin. Sehneyên pişta xwe dane xwezayê çarçoveyek fireh dide me. Gerdûna atmosfera helbestan wek xelkêyên zincîrê bi hev re hatine girêdan. Berhema Efendîno, Şi’îr û Sînor, Destana Kawa û Azhî Dehaq, Şêrgele, Çil Çarîn û Eroûtîka bo mînakên gerdûna xelkêyên zincirkirî me piştrast dike. Her tim helbest di nav xwe de xelkêyek xêz dike, ev jî nahele xwîner derkeve ji wir. Bi her vegere û temamkirina mijarek an berhemek, ji xwe tiştek din, temayek din dide zayîn, ev jî gerîna bêdawî dide destê me. Yanî piştî qederek şûnda ev gerdûna her û her meriv bi rastî jî diwestîne. Piştî demek meriv berhem an helbestek wî bixwîne, rêya ku li ber me ye kêm-zêde xwe dide der. Helbestek suprîzî nîne, lê xweserbûna wî jî ti kes nikare bike mijara gengeşiyê an nakokiyê. Jixwe helbestên di hêla civakî de tên honandin, bandora serdeme jî radixe ser, bûyerên ku encam dane dibe paşçavî neykirin, êşa te li kû be canê te jî li vir dike gupegup. Bêşik her berhem ruhê serdema xwe hildigire, bi kod, hest û sembolên wî wextî radibe serxwe. Lê helbest rêya dîtina pêşerojeye jî, Arî zêde zêde di serdema xwe va mijul bûye. Ger vêga li nav me bûya bêguman ew ê helbestên gelek suprîzî û kahînî binivîsiya. Bingeha helbesta Arî denge xwe ji klasîkê girtiye lê ev nêzîkatî hin caran piştî qederek wek Şûrê Demoklesê li ser hemû berhemên wî xwe dihejine. Helbestkar vê yekê nekiriye ji xwe pirsgirek, armanc û poetîka xwe diyar kiriye. Ger ji bo helbestkar ne problem be ji bo xwîner çima ew ê bive problem. Fikr û ramanên ku honandiye bêguman hestên wiye li ser welat û serbestbûne yekpareye, bi hev re ne. Helbestkar li hemberî windakirina zaryên welat û bêçaretiya xwe hin caran bi zimanê hawarê û bi mottoya “êdî bes e” xwe dispêre, hin caran jî şûrê xwe ji qamê xelas dike û dihejîne. Ziman ne tenê rola veguhêziyê armanc kiriye di helbestan de, bi têna serê xwe barek giran jî daye ser pişta xwe. Zimanê helbestkar li ser ruhê xwe yê birîndar û derbekirî xeber daye, ji demboriya cengewariyê feyz û ferasetê wergirtiye, bi hafizaya welat ve jî hemhal bûye. Rêwîtiya wî li ser îmgeyên tûj û rasteqîniye û di poetîkaya wî de du tişt nîşanî me dide. Yek serî li hemberî zemanê rojaneyê ne tewandiye, yê din jî zeman her tim bi xwe re aniye. Helbestên civakî de ev pergal her tim rolek sereke leyîstiye, her tim bi demboriyê vê av kişandiye, nan pijandiye. Yanî vedigere û lê dinêre. Parastina hafizayê bi dema xwe re bênavber girêdaye. Ji do bi ber îroyê. Helbesta civakî li aliyek ve rol û wesfa tomarkirinê li aliyê din bûyerên zilm, zordarî, gernasî û têkoşînê di xwe de dihewîne. Gotinek Yaşar Kemal heye dibê, “ger ez hesinbûma ez ê biriziyam, ax bûm min li ber xwe da”, em vê yekê li ser berxwedêriya zimanê xwe vegerînin û bêjin, ger zimanê me hesin bûya ew ê biriziya ax bû li ber xwe da. Kîjan ziman piştî ewqas dijminatiye, neheqiyê, êrîşê, tunekirinê dikaribû li ber xwe bide? Kêm ziman henin ku li ser rûyê erdê şehidên wî hebin, yek jî zimanê me yê pîroz e; bi sedan şehîdan bingor kiriye.
Berhema bi navê “Destana Kawa û Azhî Dehaq” berhemek çîrok-şiîr e. Ji du beşan pêktê. Bi her du beşan temamî şest û sisê helbest henin. Helbestek çemî ye, çiqas bi ser navên curbicur hatibe nivîsandin her helbest dewama helbesta din e. Destana Kawa û Dehaq bi formek modernî bi ruhê klasîkê ve hatiye honandin. Ez ne şaşbim Hegel bû digot belkî Kral Max bû, ger dîroka netewek tune be bila ji sehneya cîhanê têkbiçe. Bi min miletek destanek wî yê xwezayî an çêkirî tune be gelo ew dibe gel? Destan ji bo miletek, netewek di derbarê wî de bûyerên hurgulî dide, derbarê civakî û dîrokî de gelek agahiyên bingehîn jî dide. Ger meriv derbarê civatek de agahiyan, bûyerên ku qewimîne baş fêm bike, baş têbigihije divê li ser destanên wan hûr bibe. Mifteya-kîlîda dilê miletek di destanên wan de hatine veşartin. Gilgamêş destana herî kevn e û li Kurdistanê û Mezopotamyaya jêr de qewimiye. Bi zimanê sumerî û texrîben 3000-2500 salan de hatiye nivîsandin. Destan bîr û baweriyên gelan ji nifşekê xwe digihîne nifşekê din. Ji xeynî destana Ristemê Zal(pexşanî-rastnivîs) hemû destanên kurdan bi helbestî hatine nivîsandin. Ji van destanan destana Zembilfiroş bi awayê helbestî hatiye vegotin. Ne tenê helbestkarên kurdan destanên me gihiştandine roja me; rol û keda dengbêjan di vî warî de bêguman zêde ye.
Em vegerîn ser berhema destana Kawa ku destanek qehramanî ye. Dehaq di dawiyê de bi destê Kawa tê kuştin. Arî ev berhema xwe li ser du lingan rakiriye. Wek berhemên din klasîk û modern. Dengê helbesta klasîk di pêş de ye. Forma wêjeya klasîkê jî bikaraniye, bi du-risteyî hatiye nivîsandin. Arî ketiye bin barek zehmet lê negihiştiye tehma destanek. Berfireh nîne, kin û girangiran/bi navber meşiyaye. Destan çi xwezayî çi çêkirî be hurguliyê daxwaz dike. Zimanê ku bikaraniye rîtma wê herikbar e, meriv jê aciz nabe, xwe dide xwendine. Lê wek bayeke sivik tê rû miz dike û diçe. Em baş dizanin ku nivîsandina destanê ne wisa hêsan e, Arî wêrekbûna xwe dîsa destnîşan kiriye û bi min ev berhem di nav berhemên din de gelek qels maye. Meriv ne pirse nabe Arî vê nenivîsanda ew jê çi kêm bûya?
Ger em nivîsa xwe berhev û kom bikin poetîkaya Arî li ser êş û kulên welat rabûye. Hemberî xêrnexwazan qelema xwe hejandiye. Di nav berhemên wî de berhema “Heftê û Du Nefî” de dengê klasîzmê gelek kêm lê piçek bejî em dîsa seh dikin. Lîrîka Arî di nav helbestkarên kurdan de herî bi deng û tehm e. Ne dirêj kiriye ne jî ketiye pey bayê avşoqî. Di berhemên xwe de jî lîrîzma modern bi hostatî bikaraniye, ne êşandiye ne jî di çav re kiriye.
Arî bexçeyek bi rengo rengo ji gelê xwe re hişt û bi ber bêdawîbûnê vê lêxist û çû. Arî rêhevalên şevan bû, danî û çû… (1)
[1]