Nav û Paşnav: Onur Kaplan
Nasnav: Yucel Xerzan
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê Dê-Bav: Naime – Ahmethan
Dîrok û Cihê Şehadetê: #17-10-2018# / Zap
YUCEL XERZAN
Hevrêyê me Yucel, ji malbateke ji Bedlîs Hîzanê, li Mêrsinê hate dinê. Malbata hevrêyê me Yucel li dijî sîstema cerdewaniyê ya ku dewleta Tirk a dagirker xwest li Kurdistanê pêş bixe, bertek nîşan da û destnîşan kir ku ew ê vê bêrûmetiyê nepejirînin. Ji ber vê yekê, bi berdêla koçkirina ji Kurdistanê, helwesteke bi rûmet nîşan dan. Piştî ku koçî Mêrsinê kirin, girêdayîbûna xwe ya bi çand û kevneşopiyên kevnar ên Kurdî bi awayekî xurt domandin, hewldan ku zarokên wan jî bi girêdayîbûna bi kokên xwe mezin bibin. Weke endamekî vê malbata welatparêz, hevrêyê me Yucel ji temenê biçûk ve rastiya têkoşîna me nas kir. Li Mêrsinê, hem ji zextên dijmin hem jî ji êrîşên faşîstên nijadperest re rû bi rû ma, ji rastiya dijmin a ku wan ji welatê wan ê resen dûr xist, hêrseke mezin hîs kir.
Her wiha ji gerîla re ku hêza yekane ya azadiya gelê me bû, heyraniyeke mezin hîs kir. Ji ber vê yekê ji temenê biçûk ve xeyala gerîlabûnê kir. Demekê di dibistanên dewleta Tirk de xwend, lê gava fêm kir ku armanca li vir dûrxistina wî ji kokên wî ye, bêyî dudiliyekê dev jê berda. Weke ku ji malbata xwe hîn bibû, bawer kir ku jiyan tenê dema bi rûmet û azad be watedar e. Weke her ciwanekî Kurd ê welatparêz û ku xwe ji azadiya gelê me berpirsiyar dibîne, haydar bû ku li hemberî êrîş, zext û qirkirinên bêrawestan yên dijmin divê tiştekî bike.
Bi vê armancê dest bi tevlîbûna xebatên ciwanên şoreşger, û welatparêz kir. Bi tevlîbûneke pir çalak, di demeke kurt de li herêma xwe bû pêşengê ciwanan. Ji ber vê helwesta xwe, bala dijmin jî kişand, gelek caran hate binçavkirin û carekê jî hate girtin. Di van pêvajoyan de helwesta xwe ya şoreşgerî parast, li hemberî hemû zext, şîdet û êşkenceyên dijmin, temsîla vîna Apoyî kir. Bi hişmendiya kevneşopiya berxwedana zindanan a dewlemend a tevgera me, ve girêdayî ma û vê kevneşopiyê va girêdayî ma. Piştî derketina ji zindanê jî xebatên xwe dom kir, ji çalakiyên gerîla bi kûrahî bandor bû. Fêm kir ku têkoşîna wî bersiva hewcedariya azadiya gelê me nade, ji ber zêdebûna zextên dijmin li ser xizmên wî û gelê me, biryar da ku tevlî refên gerîla bibe. Li ser vê bingehê, di dawiya sala 2014’an de berê xwe da ber bi çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû û xeyala xwe ya zarokatiyê bi cih anî.
Perwerdeya şervanên nû li herêma Xakurkê wergirt, bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek di demeke kurt de bi jiyana çiya û gerîla re bû yek. Bi perwerdeyên îdeolojîk ên ku hilda, xwe baştir nas kir, hest kir ku ji nû ve jidayik bû. Bi têgihiştina ku kapîtalîzm ciwanan xira dike, ji kokên wan dûr dixe û pasîf dike, di pêvajoya perwerdeyê de li ser vê mijarê kete nava kûrbûneke kûr. Her ku ji bandorên sîstemê xwe rizgar kir, hest kir ku azad dibe, jiyana pîroz a gerîla bi çar destan hembêz kir. Bi têgihiştina xetereya qirkirina li ser gelê me, xwest weke mîlîtanekî Apoyî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Dizanîbû ku ev yek tenê bi pisporbûna di şêwaza şerê gerîla de pêkan e, ji bo serkeftina vê yekê kete nava hewldaneke xurt. Bi dilsoziya xwe, jidilî û girêdayîbûna xwe ya kûr bi hevalên xwe yên şehîd re, teqdîra hemû hevalên xwe qezenc kir, ji bo layiqî hevalên xwe be zêdetir ked da.
Piştî qedandina perwerdeya xwe ya bi serkeftî, weke mîlîtanekî Apoyî yê jêhatî tevlî xebatên pratîk bû, bi xwezaya xwe ya bi xwestek û meraqdar di demeke kurt de di hemû xebatên pratîk de ceribandinên girîng bi dest xist. Bi hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin, bi israreke mezin xwest derbasî qadên şerê giran bibe û hêrsa ku salan di dilê xwe de kom kiribû di pratîkê de bi cih bîne.
Bi vê helwesta xwe bawerî û moral da hemû hevalên xwe, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Di sala 2016’an de ku weke sala fedaîyan di dîroka têkoşîna me de hate tomarkirin, xwest kûrbûnên xwe bi pêvajoyeke perwerdeyê ya kûrtir bike bingeha encameke mezin, li ser vê bingehê xwest tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe. Ji ber helwesta xwe ya di jiyanê de û asta angaşta wî, bawerî da û hevalên wî bawer kir ku ew dikare pratîkên mezin bike, bi vî awayî tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.
Weke xwediyê meşeke domdar a di xeta fedayî de, vê meşê di xebatên Hêzên Taybet de gihande lûtkeyê. Her kêliya xwe bi kûrbûna li ser felsefeya Rêbertiyê û bi armanca zindîkirina bîranîna hêja ya hevalên xwe yên şehîd derbas kir, bi hêza manewî ya ku gihîşt têkoşîna xwe hîn mezintir kir. Bi têgihiştina ku fedayîtî di her qada jiyanê de her dem xwe feda kirin e, û ev yek kir şêwazekî jiyanê. Bi dîsîplîna xwe, helwesta xwe ya zelal di pîvanên azadiyê yên Apoyî de, kesayetiya xwe ya dilsoz û sade, bû fedayiyekî ku hemû hevalên wî xwest bi wî re bijîn û têbikoşin, bi van taybetmendiyan bû mîlîtanekî mînak. Di 17’ê Cotmeha 2018’an de, di êrîşa dijmin de bi hevrêyê me Tayhan re gihîşt şehadetê, hevrêyê me Yucel her tim wê bibe meşaleya ku riya me ronî dike. [1]