=KTML_Bold=‘Çareseriya doza gelê Kurd û Amazîxî ramanê Abdullah #Ocalan# e’=KTML_End=
Lîloz Hisên/Qamişlo
Nûnera Misrê di Rêxistina Kongrêsa Cîhanî ya Amazîxî de Emanî El- Wşahî destnîşan kir ku armanc ji Înîsiyatîfa Amazîxî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, danasîna doza Kurd û Rêber Abdullah #Ocalan# ne û got, “Ji ber doza me û gelê Kurd heman doz e çareserî wê bi rêya Abdullah Ocalan be.”
Derbarê Insyatîfa Amazîxî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Nûnera Misirê di Rêxistina Kongrêsa Cîhanî ya Amazîxî de Emanî El- Wşahî bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
=KTML_Bold=Armanca Insyatîfa Amazîxî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan çi ye?=KTML_End=
Însyatîfa Amazîxî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di Sibata sala 2024’an di heman salvegera 25’an a girtina têkoşer Abdullah Ocalan de hate damezirandin. Endamên çalakvanên tevgerê ji çend dewletan tevlîbûne. Armanca bingehîn ji destpêkirina însyatîfê ew e ku doza Abdullah Ocalan û doza Kurdî bi raya giştî ya Amazîxî re bidin naskirin. Herwiha baweriya me bi maf, edalet, rakirina zilmê û mafê diyarkirina çarenûsê ji bo gelê ku têkoşînê ji bo azadî û demokrasiyê di Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqyayê dike, tê.
=KTML_Bold=Endamên însiyatîfê kîne û çiqas kar û xebat heta niha hatiye kirin?=KTML_End=
Endamê însiyatîfê ev in:
Serokê Partiya Lîbiya El-Uma (Lîbo) û serokê berê yê Kongrêsa Cîhanî ya Amazîxî-Fethî Nexlîfa.-
-Serokê Rêxistina Kongrêsa Cîhanî ya Emazîxî-Xalid El-Zêrarî.
-Şêwirmendê siyasî yê serokê Komara Qebîleyên Demokrasî û Pêşengê Tevgera diyarkirina çarenûsa qebîleyan MAK-Eksel Belebasî.
-Nivîskar û damezrînerê Rêxistina Ciwanan Îmohaj ya navdewletî-Aklî Şeka.
-Serokê berê yê Rêxistina Îmohaj ya navdewletî-Eyûb Ax Aşmed.
Cîgerê serokê Partiya Lîbiya El-Uma(Lîbo)- Ehmed Doga.-
-Nûnerê Amazîxên Nêcer di Rêxistina Kongrêsa Emazîxî ya cîhanî-Xelîlo Mihemed Hebîbo
-Nûnerê amazîxên Misrê di Rêxistina Kongrêsa Emazîxî ya cîhanî-Emanî El-Weşahî
Ji kar û xebatên ku me kirine heya niha ew ku em tevlî hemû çalakiyên kurdî yên taybetî doza têkoşer Abdullah Ocalan bûne.
=KTML_Bold=Nameya ku hûn ji gelê Kurd û civaka navdewletî re rê dikin di riya vê însyatîfê çi ye?=KTML_End=
Em dixwazin gelê Kurd hîs bikin ku birayên wan hene ku piştgiriya wan dikin, ku bi salan êş ji tevlîbûneke zordar û qirkirneke komî di nava çar dewletan de kişandin e, ji ber vê yekê ji erkê me ye weke Emazîxî bi gelê Kurd re hevgirtina xwe ava bikin û piştgiriya hev bikin, da ku em yek çarenûsê ji xwe re ava bikin.
Çima hûn gelê Amazîxî û Kurd weke cêwî dihesibînin?
Tevî ku gelê Emazîxî û Kurd ne di heman erdnîgariyê de ne û di dîrokê de hev nedîtine, lê belê ew bi heman şertûmercên dîrokî, civakî û siyasî derbasbûne, bi wateyeke din me heman tecrûbe bi hemû hûrgiliyên wê jiyan kiriye.
Hûn helwesta civaka navdewletî ji domandina girtina Rêber Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?
Ji dema ku birêz Abdullah Ocalan hatiye girtin û kiryarên ne qanûnî û dijmirovî li ser têne meşandin, bi taybet di 4 salên dawî de tecrîdeke giran ji hêla desthilatdariya Tirkyê li ser hate ferzkirin, tişta ku mirov pê matmayî dibe ew e ku civaka navdewletî li hemberî vê yekê bêdengiyê nîşan dide, ev jî berjewendiyên bilind ên aliyên navdewletî nîşan dide. Di dema heyî de derfetê me kêm in ku em li Efrîqiyayê însyatîfê berfireh bikin, ji ber ku wekî tê zanîn doza me ya ku em ji bo wê kar dikin dema me dibe, lê em vê yekê li ser gelê Emazîxî hilbijêrin.
=KTML_Bold=Kesayeta Rêber Apo ji bo we çi nîşan dide?=KTML_End=
Birêz Abdullah Ocalan kilîta çareseriya Rojhilata Navîn e, doza kurdî çi di Tirkiyê de an li derve bêyî hebûna wî nayê çareserkirin, ji ber ku ramanê wî xizmeta jiyana hevbeş û azadiya jinê dike.. eger bê berdan û azadiya wî hate misogerkirin, em ê şandeyekê bi nûnertiya tevgera Emazîxî ava bikin, da ku pê re lêkolînên ji bo pêşerojê bikin.. bi şexsê xwe ez ê di nava şandeya ku pêşwaziya wî bikin de bim dema ku bê berdan. [1]