=KTML_Bold=‘Komîn bingeha avakirina civakê ye’=KTML_End=
Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevseroka Mecilsa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed diyar kir ku komîn civakeke rast û pêşketî ava dike, di hemû zagonên cîhanê de cihê ku kombûn lê heye parastin, hevtemamkirin, çareserkirina pirsgirêkan û jiyana komînal û hevbeş heye û got, “Komîn bingeha avakirina civakê ye.”
Ji despêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê pergala#Xweseriya demokratîk# li ser bingeha avakirina komînan civakê bi rêxistin kir. #Komîn# li gund, tax, bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin û erka wan a bingehîn bi rêxistinkirina civakê ye, ji ber bingeha netewa demokratîk, azadî, wekhevî û edalete. Komîn di taxa xwe de kar, xebat, barê civakê, xizmetguzarî, mazot, xaz, paqijî, alîkariya mirovan di aliyê madî û manewî de pêk tîne. Di heman demê de, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya komînan parastina xwe ya rewa dike. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel bi saya komînan dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe û civaka xwe bi rêxistin bike.
=KTML_Bold=Danasîna komînê=KTML_End=
Komîn tê wateya komek kesên ku li tax û gundên xwe teşe didin jiyanê û hemû pirsgirêkên aborî, çandî, tendirustî, civakî, çandinî û ewlekariyê bi riya komîteyan çareser dikin. Komîn rêveberiyek biçûk ji rêveberiya xweser e, biçûktirîn şaneya berpirsiyariyê ye.
Di derbarê rol û girîngiya komînan di nava civakê de Hevseroka Mecilsa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Her çiqas komîn aktîv be wê civak were aktîvkirin’=KTML_End=
Hêvî Ehmed anî ziman ku komîn mînaka civaka birêxistinkirî ye û wiha pê de çû: “Komîn di civakê de, civakeke rast û pêşketî ava dike. Di hemû zagonên cîhanê de cihê ku kombûn lê heye parastin, hev temamkirin, çareserkirina pirsgirêkan û jiyana komînal û hevbeş heye. Ji bo wê avakirina komînan di civakê de tişta herî girîng û sereke ye. Ji ber ku ew komîn dibe bersiv ji bo çareserkirina hemû pirsigrêkan. Di civaka komînal de destên ji derve tunene, ji ber ku ew xwe bi xwe bi rê ve dibe û komîte hene ku xebatên xwe didin meşandin. Di her komînê de gelek komîte hene weke komîteya aborî, perwerde, çand, huner, tenduristî, parastina rewa û hwd. ji ber vê yekê komîn ji civakê re pir girîng in.
Rêber Apo gelekî girîngiyê dide komînan. Gotineke Rêber Apo heye dibêje ‘Heger ez rojekê ji zindanê derkevim ez ê di komînek de cihê xwe bigrim’ ji bo wê jî em weke gel gelekî girîngiyê didin komînan û gere em li kar û xebatên komînan xwedî derkevin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn bi roleke sereke radibin û kilîta çareseriyê ne di her kolan û taxê de. Komîn xwe naspêre tu ziman, ol û neteweyan ji bo wê jî gel xwe dispêre komînan ji ber ku komîn komîna gel e. Komîn bi hemû pêdiviyên gel ên weke perwerdekirin, avakirina sîstemê, rêxistina gel û peydakirina pêdiviyên gel radibe.”
=KTML_Bold=‘Komîn stûna civakê ye’=KTML_End=
Hêvî Ehmed da zanîn ku komîn stûna civakê ye û wiha got: “Ji ber ku komîn di civakê de tişta herî sereke ye, gelek projeyên me ji bo pêşxistina komînan hene. Projeyên me pêşxistina aboriya komînan, pêşxistina perwerdeyên ku di komînan de werin dayîn û avakirina meclisên taxan mala gel, hemû lêvegerîna sazî û dezgehên me di hundirê komînan de hene. Gere her komînek bi rol û misyona xwe baş rabe, heger komîn ne bi rêxistinkirî bin ew civak ne bi rêxistinkirî ye ji ber ku komîn dendika neteweya demokratîk e.”
=KTML_Bold=‘Rola jin di komînan de diyarker e’=KTML_End=
Hevseroka Mecilsa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Komîn ji 5 komîteyên bingehîn pêk tê ku her komîteyek a din temam dike û hevsengiyê ji bo birêk û pêkbûna xebatê ava dikin. Bi riya van komîteyan gel çareseriya di tevahî waran de dibîne û berê xwe didin komînan. Taybetmendiyeke din a cuda heye ku komîn bi rêbaza hevseroktiyê tê birêvebirin, ev yek jî dihêle ku vîneke hevpar di rêvebirina kar û barên civakê de derkeve holê. Bi taybetî ji bo jinan jî komîteya jinan heye ku roleke çalak dilîze. Di warê mijûlbûna bi mijar û pirsigirêkên jinan de xwedî berpirsyarî ye.” [1]