=KTML_Bold=‘Me girtîgeh bi qada Mezlûm Doxan û Rêber Apo pênase dikir’=KTML_End=
Birûc Resûl/Qamişlo
Têkoşerê kurd Mustefa Seydo ku piştî 30 salan ji #girtîgeh# ê derket diyar kir ku #dewleta Tirk# her dixwest girtî xwe radestî wan bikin û teslîm bibin û got, “Dewleta Tirk nedizanî ku di felsefeya me de teslîmiyet tune ye, me girtîgeh bi qada Mezlûm Doxan û Rêber Apo pênase dikir.’
Têkoşerê kurd Mustefa Seydo di sala 1975`an de li bajarê Efrînê ji dayik bûye. Di sala 1995’an de di encama îstxbaratê de ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin û cezayê heta hetayê lê hat birîn. Lê Mustefa û hevalên wî di nava 30 salî de destanek di hundirê hemû girtîgehên Tirkiyê de nivîsandin, bi berxwedanî, tekoşîn kirin û bi îradeyeke xurt çalakiyên li dijî dewleta Tirk pêk tanîn û bertekên xwe nîşan didan. Her wiha di nava 30 salî de ew di hundirê girtîgehê de parastina doza Kurd û Kurdistanê dikirin.
Di derbarê jiyan, berxwedanî û tekoşîna 30 salan di hundirê girtîgehê de, Mustefa Seydo ji Rojnameya me re axivî.
=KTML_Bold=‘Di sala 1993`an de ez tevlî Gerîlayên Azadiyê bûm’=KTML_End=
Mustefa Seydo diyar kir ku ew di 18`e saliya xwe de hat girtin û wiha got: “Di dawiya salên 70`î de Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, ji wê demê de Tevgera Azadiyê li Sûriyê xebitî, di heman demê de Akademiya Rêber Apo hat avakirin. Li vir jî tevger her diçû pêş diket, heta rêxistinkirina gel jî li pîş ket. Gelên Rojava êdî bi yek rihî kar û xebat didan meşandin, herwiha aliyê çand û hunerê ve jî xurt bû. Li ser vê esasî ku Tevgera Azadiyê bandoreke mezin li ser kesayeta me da avakirin, em gihîştine biryarekê ku tevlî refên Gerîla bibin. Di sala 1993`an de ez tevlî Gerîlayên Azadiyê bûm û raste rast ez derbasî Bakurê Kurdistanê bûm, ev jî xwesteka min bû. Ez bi ruhekî ciwan û kelecan bûm, ji ber ku em di nava desthiledariya dewletan de bûn, ew dewlet jî dixwestin me ji hemû aliyan ve bidin çewsandin û pişaftin. Tenê ji bo ku em jiyaneke azad û serbixwe jiyan bikin, min biryara tevlîbûnê da, ez bi vê biryarê serbilind bûm. Ji ber ku min didît ku çawa bi hezaran kes tevlî Tevgera Azadiyê dibin û ev hemî jî bandora fikir û felsefeya Rêber Apo ye, êdî em ji nû ve hişyar û jidayik bûn.”
=KTML_Bold=‘Di felsefeya me de teslîmiyet tune ye’=KTML_End=
Mustefa da zanîn ku di ancama istîxbaratê de ew ji aliyên dagirkeriya Tirk ve hatin girtin û wiha dewam kir: “Di Nîsana 1995`an de hevalekî me birînda bû, ji bo ku em wî hevalî tedawî bikin me berê xwe da gundekî ku li wir dektorek hebû, li gor agahiyên ku me girt, gotin: Ew doxtor welatparêz e û hûn dikarin biçin cem wî ji bo dermankirina hevalê birîndar. Lê mixabin dema ku em çûn cem doxtor, wî agahî da dewletê da ku werin me bigrin, di encama istîxbaratê de ez û 2 heval hatin girtin. Nêzî 25 rojan ez di lêpirsînê de mam, helbet me baş kiryar, siyaset û rûyê dagirkeriya Tirk nasdikir, ji ber vê yekê nikarî bûn me û îradeya me têk bibin. DewletaTirk her dixwest em xwe radestî wan bikin û teslîm bibin, lê wan nizanî ku di felsefeya me de tiştek bi navê teslîmiyet tune ye. Ji ber vê em bi hemû hêza xwe li dijî wan derdiketin û ji bo doza Kurd û Kurdistanê em ranewistiyan. Heya salên 2000’î tecrîd û îşkenceyekî pir giran li ser me didan meşandin, lê ev nebû sedem ku îrade û hêza me bişkînin, her ku dewleta Tirk zext û îşkenca li ser me zêde dikirin, ewqas çalakî û kîna me zêdetir dibû. Me rê ne dide ku ew serweriya xwe li ser me bidin meşandin. Ji bo ku dewlet nema êdî aleqedarî me bibe, me çalakiyên gireva biçîbûne, gireva mirinê û avêtina siloganan pêk tanîn. Li vir dema dewlet ew hêrsa me didît bi xwe sist dibû û zêde xwe nêzî me nedikir.
Piştî 25 rojên ji lêpirsînê, ez derbasî girtîgihan bûm, di girtîgan de hevalên me hebûn ku ji salên 80`î ve di girtîgehan de bûn, ji ber vê yekê dema ez derbasî cem wan bûm, min hîs kir ku ez derbasî akademiyekê bûme, bêguman hevalên me girtîgeh veguherandibûn akademî ku jiyana wan bi rêxistinkirî û her di nava perwerdê de bû. Li vir kêmek ez rehet bûm, ji ber min hevalên xwe li dora xwe dît û bi taybetî jî ku hîn xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo kûr dikin. Çawa ku tekoşîna li derveyî girtîgihê tê kirin, tekoşîna di hundirê girtîgihan de jî heye, me dest ji xwe berneda, heya astekê bilind me tekoşîn û berxwedanî di hundirê girtîgihan de dan meşandin. Nayê bîra me ku me rojên xwe vala derbas kirin, her bi ruhê hevaltiyê xwe ji nû ve ava dikir, hete me xwe bi rexne û rexnedayinê jiyanekî rast ava kir.”
=KTML_Bold=‘Çi bibe û li kur be, pêwîst e jiyanekî bi rêxistinkirî em bijîn’=KTML_End=
Mustefa Seydo di berdewamiya axaftina xwe de behsa girtîgihên herî îşkence lê tê kirin kir û wiha anî ziman: “Bêguman hin girtîgehên ku di nava şert û mercên giran yên îşkencekirinê hebûn, di wan girtîgihan de morovahî hatibû tunekirin, ew girtîgeh jî ev bûn; girtîgeha Erzûm, El-Ezîzîyê û Elebistanê bû. Lê ya here zor û giran ku gelek hevalên me di bin îşkencê de hatin şehîdxistin, girtîgiha Erzrûmê bû, hevalekî me ji Agirî bû, ji ber îşkenceya giran xwe şehîd xist û gelek ji wan giran birîndar bûn. Dewleta Tirk kiryarên hov û dermirovî dikir, rehm di dilê wan de tune bû. Bêguman ev bûyrên îşkence û sehîdxistina hevalên me, bi awayekî veşartî dihat kirin û agahiyên derve jê tune bû ku girtiyên di girtîgihan de di bin îşkenceyê de dihiştin heya ku dighîştin asta şehadetê. Gelek kiryarên dewleta Tirk hene ku nehatine eşkerekirin, di heman demê de dewletên ku çavê xwe jê re bigirin jî hene. Herwiha heya 3`ê sal û nîv çûn û hatina me ya dadgihê çêdibû, di dadgehê de me parastina xwe ya şexsî nedikir, lê belê me parastina partiya xwe dikir û hemû kiryar û komkujiyên ku dewelta Tirk a dagirker li ser gelê kurd daye meşandin, me di dadgehan de tanî ziman. Piştre cezayê heta hetayê li ser min û hin hevalên min hat birîn, ev yek me dizanî bû, lê tenê siloganekî me hebû ku çi bibe û li ku be, pêwîst e jiyanekî rêxistinkirî em bijîn.”
=KTML_Bold=‘Me girtîgeh bi qada Mezlûm Doxan û Rêber Apo pênase dikir’=KTML_End=
Mustefa teqez kir wan hêza xwe ji heval, gel û Tvevgera Azadiyê digirtin û wiha doman: “Me qada girtîgehê bi qada Mezlûm Doxan dida pênasekirin, ji ber ku berxwedaniya heval Mezlûm Doxan, Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmûş û bi sedan hevalên me yên pêşeng îro me qada girtîgihê kiriye qada berxwedanî û tekoşînê. Bêguman di sala 1999`an de ku Rêber Apo rastî komployeke bêbex bû, ji ber vê yekê êdî girtîgeh ji bo me ne tenê bû cihê berxwedanê, lê belê bû mîna akademî, bû cihê xwendinê, zanebûn, berdozî, fikir û xweavakirinê. Jiyana girtîgehê ne hesan e, bi taybet ku bi salan dirêj bike. Gelek kes dibêjin we çawa 30 sal di hundirê girtîgihê de qedand, lê bersiva me her ew bû ku me hêza xwe ji heval, gel, Tevgera Azadiyê û Rêber Apo digirt, ew ji bo me dibûn hîz û îrade. Berxwedaniya wan îro gelek destkeftî bi dest xistin. Em ji gel, Tevgera Azadiyê û Rêber Apo bawer in, lewma em di wê baweriyê de bûn ku wê ev ked vala neçe.”
=KTML_Bold=‘Dewleta Tirk nikarîbû îradeya me bişkîne’=KTML_End=
Mûstefa Seydo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çalakiyên wan yên di hundirê zindanan de û wiha pêde çû: “Dema ku tecrîd li ser Rêber Apo giran dibû, em hemû hevalên di girtîgihan de me dest bi çalakiyên cur bi cur dikirin, yek ji çalakiyên me ya herî ku bi ancam bû, gireva birçîbûnê bû. Dewletê nêzî 40 girtîgeh dan avakirin, da ku em di girtîgekê de nemînin û her car me bibin girtîgeheke nû, tenê ji bo agahiyê tu kesî ji me tune be, li vir dewlet hewil dide ku bi dekûdolaban agahiyên girtîgehan ji hevdû bide qutkirin, di heman demê de dewlet agahiyek belav dikir ku me hemû girtî belav kiriye û êdî nema dikarin tu tiştî bikin, tenê ji bo ew berxwedaniye di hundirê zindanan tê kirin vala derxîne. Lê dîsa jî û li gorî ewqas zextên li ser me dihat kirin, dema ku me çalakî dest pê dikirin, hemû hevalên di girtîgehan de di heman demê de bi hezaran daxwazname ji Wezîrê Edaletê re rê dikirn ku wan dest bi gireva biçîbûnê kirine. Li vir dewlet matmayî dima ku çawa agahiyên we ji hev çêdibe û di heman demê de daxwazname ji hemû girtîgehan de ji Wezîrê Edaletê hatiya şandin. Edî dewleta Tirk bi xwe ket wê baweriyê ku ew nikare hêz û îradeya me bişkîne.
Wek tê zanîn ku piştî 30 salî biryara derketina min ji girtîgihê hat dayîn, bêguman dema ku min ewqas deskeftî dîtin û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, rastî ew cihê kêfxweşî û şenaziyê ye ku îro me bi fikir û felsefeya Rêber Apo û bi peradîgma wî gelek destkeftî bidest xistin, fikir û felsefeya Rêber Apo bû çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn.” [1]