=KTML_Bold=Agirê laşên zarokan di bîranînê de nehatiye vemirandin=KTML_End=
Hêvî Keleş/ Qamişlo
Di 13’ê Mijdara 1960”an de, bajarê #Amûdê# şahidiya karesateke mirovî ya trajîk kir dema ku agir bi hola sînemaya Amûdê ket û xewnên bi sedan zarokan vemirand. Ev agir ne tenê bûyerek demkî bû, lê birîneke mayînde bû di bîra bajarê Amûdê û gelê Kurd de bû.
Di 13’ê Mijdara 1960”an de, bajarê Amûdê yê #Rojavayê Kurdistanê# bi trajediyekê şiyar bû, ku giyanê wê hejand û rûyê wê her û her guherand. Di wê rojê de, xewnên zarokatiyê di hola sînemayê ya biçûk de ku çend kêliyan beriya karesatê tijî ken û kêfxweşiyê bû, ji aliyê agir ve hatin şewitandin. Di nav çend xulekan de, ew cih veguherî cihekî tirsnak û mirinê û di bîra nifşan de bi navê Şewata #Sînema# ya Amûdê ma ku yek ji karesatên herî tirsnak ên mirovahiyê di dîroka Sûriyê de ye.
=KTML_Bold=Amûdê bû bajarekî bêdeng, di nav êşa dayikan û hêstirên bavan de=KTML_End=
Sînemeya Amûdê yek ji wan çend navendên çandî yên wî bajarê bêdeng bû û bi rêkûpêk fîlm ji bo bûyerên civakî û neteweyî lê dihatin nîşandan. Di wê roja çarenûssaz de, rayedaran biryar dan ku fîlmek Misrî bi navê “Qehremanên Giravê” nîşan bidin da ku pereyan ji bo piştgiriya şoreşa Cezayîrê li dijî kolonyalîzma Fransî berhev bikin. Ji bo teşwîqkirina beşdarbûnê, xwendekarên dibistana seretayî bi berdêleke sembolîk hatin vexwendin ku beşdarî sînemeyê bibin, bêyî ku ewlehiya cihê sînemeyêan ji bo hejmareke ewqas mezin a zarokan were hesibandin.
Hola biçûk bi sedan zarokan tijî bû ku bi hewes bûn fîlm temaşe bikin. Lê kêfxweşiya wan kurt bû, ji ber ku ji ber kurtbûna elektrîkê li beşek ji avahiyê ji nişkê ve agir derket. Agir bi lezeke ecêb li hundirê holê belav bû, ku piraniya dîwar û banê wê ji dar û materyalên şewatbar hatibûn çêkirin, di heman demê de ne amûrên vemirandina agir û ne jî rêyên revê yên têrker hebûn.
Dema dûxaneke stûr bilind dibû, zarokan hewl dan ber bi yekane deriyê ku ber bi derve ve diçû birevin, lê ew pir teng bû û hin gotin dibêjin ku ew girtî bû. Di nav qêrîn û tirsê de, bi dehan kes ketin erdê û di hewldaneke bêhêvî de ji bo zindîmanê di bin lingan de hatin tepisandin. Di nav çend deqeyan de, hol veguherî dojeheke mirovan, jiyana zêdetirî 280 zarokan winda bû û bi dehan zarok jî birîndar bûn. Paşê bajar ket nav xemgîniyeke kûr a ku qet nedîtibû, ji ber ku yek mal jî ji windabûnê xilas nebû. Amûdê bû bajarekî bêdeng, di nav êşa dayikan û hêstirên bavan de. Heta piştî ev qas dem jî, birînên di dilê wan de hîn baş nebûne û ew şeva tarî di bîra giştî ya Kurdan û hemû Sûriyan de hîn jî hatiye kolandin.
Tevî mezinahiya bûyerê, ji bo destnîşankirina kesên berpirsiyar xemsarî û kêmasiyên ku bûne sedema vê karesatê, tu lêpirsînên zelal nehatin destpêkirin. Medyaya fermî ya wê demê tenê bi sînor nûçe belav kir, di demekê de ku welat di serdema aloziya siyasî de bû. Lêbelê, xelkê Amûdê red kir ku ev bûyer ji bîr bibe û ew her sal bi vêxistina mûman û xwendina Fatîhê (beşa destpêkê ya Quranê) ji bo giyanên zarokên ku di destpêka jiyana xwe de mirine, wan bi bîr tînin.
=KTML_Bold=Agirê laşên zarokan şewitand hîn di bîranînê de nehatiye vemirandin=KTML_End=
Şewata sînemaya Amûdê bûye semboleke kûr a mirovî ku buhayê xemsarî û bêrêziya jiyana bêguneh nîşan dide. Ew her wiha bûye çavkaniya îlhamê ji bo gelek nivîskar û helbestvanên Kurd ku trajediyê di helbest û stranên xwe de nemir kirine, di nav wan de Cegerxwîn, Mihemed Şêxo û yên din. Ew qêrînek li dijî jibîrkirinê ye, peyamek e ku pêwîstiya parastina zaroktiyê û parastina rûmeta mirovan tîne bîra nifşan. Agirê ku laşên zarokan li bajarê Amûdê şewitand hîn di bîranînê de nehatiye vemirandin, berevajî vê ew rêya ber bi hişyarî û mirovahiyê ve ronî dike. [1]