=KTML_Bold=Êrişên çeteyan ên li ser Şaxmeqsûd û Eşrefiyê rojeva rojnameyên erebî ne=KTML_End=
Rojnameyên erebî diyar kir ku êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi piştgiriya rasterast a dagirkeriya Tirk, hewldaneke spandina guhertina demografîk a bi zorê ye. Ev yek xetereyên demdirêj li ser yekitiya Helebê û tevna civakî ya Sûriyeyê çêdike.
Êrişên çeteyan ên li ser #Şaxmeqsûd# û #Eşrefiyê# rojeva rojnameyên erebî ne
Rojnameyên erebî li ser êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nivîsîn.
Rojnameya Lubnanê El Exbar diyar kir: Enqere rageşiya xwe ya leşkerî ya sîstematîk didomîne da ku Kurdan ber bi rojhilat ve bibe, bi bikaranîna Artêşa Neteweyî û hêzên hikumeta demkî, di çarçoveya planeke kevn a Tirkiyeyê de ku xuya ye vê carê bi hevkariya Amerîkayê çêdibe, da ku demografiya Sûriyeyê bi rêya operasyonên koçberkirina bi zorê were guhertin.”
Rojnameyê diyar kir ku tiştê li taxên bakurê Helebê diqewime ji operasyoneke leşkerî ya sînorkirî wêdetir e, karekterekî stratejîk e, armanca wê ew e ku rastiyên nû bi zorê li ser erdê ferz bike.
Rojnameyê wiha domand: Lê ev armanc, tevî vekişîna Kurdan ji Helebê, hîn jî ne pêkan e. Ji ber xwestekên ji bo Sûriyeyeke federal berdewam dikin û ne mimkun e ku ew pêk bên, bi taybet ji ber rageşiya mezhebî û etnîk a li welêt ku Durzî ber bi başûr, Elewî ber bi rojava ve û Kurd niha ber bi rojhilat ve têne dehfdan.”
Rojnameyê diyar kir ku ev rêç derî li ber yekitiyê digire û rê li ber xetereyên demdirêj ên li ser tevna civakî ya welêt çêdike.
Raporên din ên çapemeniyê destnîşan kir ku topbarana ketober a çeteyên hikumeta demkî bûye sedema koçberbûna bi sedan malbatan û kêmbûneke giran a pêdiviyên bijîşkî û xwarinê.
Rojnamayan her wiha hişyarî da ku berdewama vê aloziyê derî li ber pêleke tundiyê ya berfirehtir vedike û tiştê ku rejîma Baasê ya hilweşiyayî 14 salan kirin, tîne rojevê. [1]