Ekrem El Mehşûş: Êrişên li ser Şêxmeqsûdê biriyara dewleta Tirkiyê bû
DIYAR EHEMED
Şêwirmendê qebîleya El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş diyar kir ku êrişên li ser #Şêxmeqsûd# û #Eşrefiyê# bi biriyara dewleta Tirkiyeyê bû, komên DAIŞˊê pêk anîn û got: Desthilata Sûriyeyê şirîk û alava qetilkirina sivîlan li Helebê ye.
Êriş û topbarana li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd ê bajarê Helebê pêleke şermezarkirinê ya mezin û dengvedanek berfireh çêkir. Di vê çarçoveyê de şêwirmendê qebîleya El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş ji ajansa me re ragihand ku hemû sûcên li dijî sivîlan hatine kirin dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê berpirsiyar in.
Şêwirmendê eşîra El Cibûr got: Dema ku em dibêjin desthilatdarî, divê desthilatdariyeke rastîn hebe. Êrişên li ser Şêxmeqsûd ji aliyê Tirkiye û DAIŞ'ê ve hatine plankirin û ji aliyê komên çeteyên girêdayî wan ve hatin kirin, hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê temaşevan bû, û xwe ji bo Sûriyan berpirsiyar nedît.
ˋHIKÛMETA DEMKÎ AMÛREK DI DESTÊ TIRKIYEYÊ DE YEˊ
El Mehşûş diyar kir ku Biryar û êriş a dewleta Tirkiyê bû, hikumeta demkî jî amûrek di destê Tirkiyê de ye. Serweriya Sûriyeyê li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê û DAIŞ'ê li ku ye? Berê, di navbera me û DAIŞ'ê de şer hebû, îro ew di nava vê hikumetê hatine tayînkirin.
El Mehşûş anî ziman ku şerê kolanan hat kirin, sivîl hatin qetilkirin û bi cenazeyên wan hatin lîstine û gotin ˋEllah Ekberˊ, ev jî binpêkirina hurmeta xwedê ye. El Mehşûş got: em wek eşîran van pêkanînan û qetilkirinên sivîlan di bin navê parastina sivîlan de şermezar dikin. Ev kar bi fermanên Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞˊê pêk hatine û desthilata Sûriyeyê amûrê pêkanînê bû.
El Mehşûş destnîşan kir ku Di 4'ê Çileyê de, hikumeta demkî Colan firot Îsraîlê, piştire li 2 taxên Helebê dest bi qetilkirina Sûriyeyiyan kir. Vê desthilatê û dewleta Tirk berê hesab û planên van êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiribûn.
=KTML_Bold=ˋJI BO HEMÛ SÛRIYEYIYAN ŞERM Eˊ=KTML_End=
Şêwirmendê qebîleya El Cibûr şêx Ekrem El Mehşûş di dawiyê de got: Tu Sûriyeyek ji van êrişan bê guneh nîn e, ji bo hikumetê û tevahî sûriyeyiyan şerm e. Rayedarên Sûriyeyê berpirsiyariya biryarên Tirkiyeyê ku hiştiye Sûriyeyiyan qetil bike û bi cenazeyên wan bilîzin, berpirsiyar e. [1]