=KTML_Bold=ˋŞêxmeqsûd li dijî dagirkeran bû sembola berxwedanêˊ=KTML_End=
Xelkê kantona Reqa û koçberên Efrînê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedan gelê taxên #Şêxmeqsûd# , #Eşrefiyê# û Benî Zêd û diyar kir ku ev tax li hember êrişên hovane yên dagirkeran bûn sembola berxwedanê.
Bi armanca şermezarkirina sûcên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê gelê kantona Reqa û koçberên Efrîn-Şehba, saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Partiya Sûriya Pêşerojê meşek girseyî li dar xist.
Meş li Qada Jina Azad a Reqayê veguherî mitîngê. Li wir hevseroka Meclisa Gelan a Reqayê Fehîme El Casim li ser navê gelê Reqayê, endamê rêveber ê Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxm Hisên El Elî, Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Cîhan Mihemed li ser navê Reqayê axivîn.
Axêveran diyar kir ku destwerdana leşkerî ya derve ya ku serweriya welat bin pê dike, xwîn dirijîne dijminahî ye, bi armanca dagirkirina herêmê ye. Hat diyarkirin ku berdewama dewleta Tirk a dagirker di destwerdana kar û barên Sûriyeyê û kontrolkirina aqûbeta Sûriyeyiyan û piştgiriya çeteyan a qetilkirina sivîlan de wê radixe beramberî berpirsiyariyê.
Axêveran anî ziman ku jiyana bi rûmet mafê wan e û rê nadin ku ev trajedî li cihekî din dubare bibin. Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê li hember hovîtiya çeteyên hikumeta demkî bûn sembola berxwedanê. Her wiha bang li oldarên cîhanê û saziyên olî hat kirin ku helwesta xwe li hember van êrişên hovane nîşan bidin.
Meşa û kombûna girseyî bi diruşmên silavkirina berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû. [1]