=KTML_Bold=Li Şêxmeqsud û Eşrefiyê bi sedan kes hatin revandin=KTML_End=
Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi sedan şêniyên taxên #Şêxmeqsûd# û #Eşrefiyê# yên Helebê revandin, li gorî çavkaniyan çeteyan jin birin mizgeftan û mêr jî birin cihekî nediyar.
Çavaniyên taybet ji ajansa me re ragihandin ku çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê, îro serê sibê bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê revandin. Çeteyan jin birin mizgeftan û mêr jî birin cihekî nediyar.
Li gorî çavkaniyan çeteyan li benda kontrolê ya Ewarid bi dehan ciwan revandin, navên hin kesên hatine revandin ev in: Mistefa Eyûb Hisên, Adil Mistefa Hisên, Ziyad Mistefa Hisên, Şengiyar Mistefa Hisên, Rêzan Hisên Hesen, Neîma Şukrî Nasan, Aslan Mihemed Ebdela El Hdî, Edhem Mihemed Ebdela Dl Hadî, Cemîl Mistefa û Mihemed Ehmed Hemo. [1]