Navê pirtûkê: DESTANA BÎJEN Û MENÎJEYÊ DI EDEBÎYATA KURDÎ DA (GORANÎ, SORANÎ, KURMANCÎ)
Navê nivîskar: ENGİN ÖLMEZ
Cihê çapkirina pirtûkê: #Mêrdîn#
Navê çapxaneyê: Zanîngeha Mardîn Artukluyê
Sala çapê: 2025
Evîn an jî evîndarî, temayeka sereke ye ku hema bibêje di hemû cureyên edebîyata kurdî da hatîye bikaranîn. Yek ji qadên ku evîn û evîndarî xwe dide der bêgûman cureyê destanê ye. Edebîyata kurdî ji alîyê destanan ve xwedîyê gencîneyeka zengîn e û Bîjen û Menîje yek ji wan destanên kurdî ye ku ji alîyê naverok, karakter û geşedana bûyeran ve destaneka evînî-mîtolojîk e û di sê zaravayên kurdî (kurmancî, soranî, goranî) da tê dîtin. Ev destana ku hem bi awayekî folklorîk tê vegêran û hem jî di Şahnameyên Kurdî da tê dîtîn, wekî pexşan û menzûm gelek varyantên xwe hene. Ev destana evînî lehengî/hemasî, behsa serborîya evîna Bîjen û Menîjeyê, şerê îranî û tûranîyan dike ku di encamê da wuslat pêk tê û îranî bi rêbertî û pêşengtîya Rustemê Zal di şerî da bi ser dikevin. [1]