Wefayî (1844 li Mahabad - 1902, Sûrî) Navê xwe yê malbatî Ebdirehîm e, yek ji helbestvanên navdar ên kurd e.
Jiyan
Di ciwaniya xwe de perwerdeya olî dibîne û wekî sofîyekî deng dide. Sê caran diçe Mekeyê heca xwe dike. Di dawiya temenê xwe de li Silêmanîyê bicih dibe. Di heca xwe ya dawî de nexweş dikeve, li ser tixûbê Sûrî û başûrê Kurdistanê, jiyana xwe jidest dide.
Yek ji helbestvanên dîwana kurd a klasîk e, bi forma klasîk dinivîsîne. Pirranî bêjelawkî (xezel, lawik, kilam, kewş) û beytkî (dûlge) helbest ristiye. Li ser evîn û xwezayê rawestiyaye. Di hin helbestên wî de mîstîk û sofîzma Îslamê jî xwe dide der. Bi soranî nivîsiye, li ser kurdên başûr û rojhilatê bandoreke mezin hîştiye.[1]
Bandora xwe li ser helbestvan Hejar jî hîştiye.
Ela ey saqîy mestan! Be heqqî pîrî meyxane
Be gerdiş bêne camî mey be yadî çawî canane
Eman ey mutrîbî meclîs be heqqî tarî rohanî
Bila bê nexmekey sazit ke awî awrî hîcrane
Eto ey rohekem saqî, eto ey `umrekem mutrîb
Peyapey lêde çeng û ney, demadem bêne peymane
Be tîrî xemze bimlawênewe zulfim le gerden ke
Beser hatûme meydanit, be dil bot bûme nîşane
Eger şewqî cemalî to nebê min mest û heyranim
Leberçî bote bulbul gul, çira boç bote perwane
Le şewqî toye sermeste, be zewqî toye pabeste
Eger `arîf le ke`beyda, eger kafir le butxane
Le şîrînî cemalî toye rojî rûnî leylaye
Eger ferhadî sergerdan, eger mecnûnî dêwane
Demêkî mest û bîmarim, demêk bêhoş û hoşyarim
Çi kes nazanî derdî min, meger ew çawe kalane
De her helqêkîda sed dil giriftare denalênê
Serî zulfî perêşanit meger zincîrî şahane
Henasey `aşiqan ba netgirê bêmirwetî takey?
Btirsê ey gulî nazik beden lew bayî ziryane
Eger zulfit wekû min `aşiqî rûy to nîye boçî:
Serapa têk çuwe kewtote berpêt dest û damane?
Traza dugmekey sîney, be yarîy zulfî hat xemze
Beyan berbû lelay çîn, baxeber bin tîre barane
Wefayî bo gulêkî serubala şêt û şeydaye
Wekû qumrî denalênê wekû bulbul xezelixwane
Wefayî ( 1844 - 1902 )