Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,253
Images
  124,187
Books
  22,100
Related files
  126,082
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,163
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Total 
274,249
Content search
Cemîlê Horo
Group: Biography
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information! We have archivists and collaborators in every part of Kurdistan.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger1
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Cemîlê Horo
Cemîlê Horo
Cemîlê Horo (1934 - 1989)
bi deng û stranên xwe, bi hest û helwesta xwe dengbêjekî ji kurdên binxetê ye. Jiyana Cemîlê Horo jî wek jîyana hemû dengbêjên kurd, bi koçberî û di nav tengasîyê da derbas bûye. Jiber ku ew jî dengbêjê zimanê bê dewlet û bê xwedî ye. Loma di jîyana xwe da koçber e, xizan e, belengaz û birîndar e.
Cemîlê Horo herçiqas dengbêj û hunermêndê Çîyayê Kurmênc were naskirinê jî, deng û sewta wî gihîştîye çar nikalên Kurdistanê. Kilam û stranên wî hatine qeydkirin û ew îro jî tên guhdarî kirin.
Cemîlê Horo çawa dest bi karê dengbêjîyê kirîye, çi astengî derketine pêşîya wî û jîyanek çawa derbas kirîye, bi hûrgulî nayê zanîn.
Agahîyên ku di derbarê çîroka jîyana wî da tên zanîn, ew jî ji vegotinên kesên ji malbata wî pêk tên.
Ne di derbarê jîyana wî da, ne jî li ser kilam û stranên wî û tewna dengbêjîya wî da lêkolînek berfireh nehatîye kirin. Tiştên ku di derbarê huner û jîyana wî da hatine nivîsandin û wek belgefilm hatine kişandin jî ji bîranînên heval û hogirên wî pêk tên û ji wan hinek agahî jî hevdu nagrin.

Cemîlê Horo kî ye?
Cemîlê Horo di destpêka sala 1934an da li gundê Serincek a Efrînê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Horo, navê dîya wî jî Siltan e. Gor kevneşopîya kurdan, zarok bi navê bavê xwe tên naskirin û navê bav weke paşnav tê bi kar anîn. Loma Cemîl jî nave bavê hatîye binavkirin û navê wî bûye Cemîlê Horo.
Cemîlê Horo di 10 salîya xwe da, li gundê Çolaqa û li medreseya Şêx Ehdê dest bi xwendinê dike. Tê gotin, ku dema ew Quran û mewlûdê bidengî dixwîne, taybetîya dengê wî ji alî hevalên wî û meleyê wî tê ferqkirin. Di dawet û şahîyên gund da stranên govendê dibêje. Dem tê, li Çolaga û gundên derdorê dawetek hebe, gazî wî dikin û ew jî ji meleyê xwe destûrê digre, beşdarî dawetan dibe û distirê. Loma roj bi roj mêla wî ya li ser dengbêjîyê zêde dibe û ji mele û medreseyê dûr dikeve.
Xemîs Kokanî ku hevalê wî yê ji dema zarokatîyê ye, di derbarê wê demê da wiha dibêje; “Rojek şêx gazî wî dike û dibêje, ‚Cemîlê min dengê te xweş e, lêbelê dengbêjî û feqîtî bi hev ra nabe, divê tu ji wan yekî hilbijêrî’. Cemîl jî wê rojê biryara xwe ji bo dengbêjîyê dide, di dawet û şahîyan da bi dengê xwe yê xweş distirê, dengê wî li herêmê belev dibe û ew êdî bi dengbêjîya xwe tê naskirin.
Lê bi dengbêjîyê wî ra jîyana wî rojane jî mîna jîyana hemû dengbêjên li serxetê û binxetê tê guhartin. Di nav gund û bajaran da digere, derbasî ser xetê û binxetê dibe. Ji bo wî jî dijwar û di tengasîyên jîyanê dest pê dikin.
Di destpêka salên 1960î da hinek stranên wek Memê Alan, Xana Dinê, Cembelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey Lawô, Fetah Beg, Eyşa Îbê, Ûsibê Şêr û Lo Bavo tên zanîn, tomar dike û distirê. Ji wan hinek kilam û stranan kasêtek amade dike û li bajarê Helebê dide qeydkirin.
Herwiha di wan salan da carcaran derbasî Tirkîyê jî dibe, dengbêja kurd Eyşe Şanê nas dike û ew bi hev ra jî distirên û kasêtek jî derdixin.
Lê Cemîlê Horo ne tenê dengbêj, di heman demê da kurdekî welatperwer û bi sîyasetê ra jî têkildar e.
Di destpêka sala 1964an da dibe endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûryê. Sedem vê yekê ji alî rejimê va tê girtin û demekê di zindanê da dimîne.
Di wan salan da kurdên ku rêya wan nekeve zîndanan nînin. Piştî damezrandina partîyên kurd jî pirranîya endamên wan, mîna Cemîlê Horo ji alî rejima Sûrîyê va tên girtin û di zîndanan da û di bin zilm û zordarîyek bê pîvan da dimînin. Cemîlê Horo li ser rewşa wê demê stranek wiha derdixe û distirê:
Dora Çîyayê Kurmênc bi yayîle û zozan e
Sera bi mij e lo kekê bin ra bi dûman e
Lê diçêrin kerîk xezal e, awçiyan kirî guman e
Li pê rêça xezalan tajî û bucî berdan e
Li ser rêka xezalan kemen û feq vedan e
(Lo hevalino rabin ser xwe
Lo birano rabin ser xwe
Xezalan ji hebsê derxin
Hevalan ji hebsê derxin.

Şoreşa Îlonê, ku di bin serokatîya Barzanî da û li başûrê Kurdistanê dest pê kiribû, li ser jîyana Cemîle Horo jî tesîreke mezin dike. Ew bi hest û helwesta xwe dibe piştgirê şoreşê û li ser serokê şoreşê Mele Mistefa Barzanî stranek derdixe û distirê. Di wê strana xwe da pesnê mêranî û mêrxasîya Berzanî dide û wiha dibêje:
Hevalno kanî, kurdino kanî.
Wa şêrê Çiya, kanî Berzanî.
Feleka neyar, mala me danî.
Ji ber kurda va te pir êş (ek) dî, di va dinya fanî.
Cemîlê Horo, di stranên xwe da ne tenê pesnê serok û sîyasetmedaran dide, dema ku kêmasîyên wan dibîne, nerazîbûn û rexneyên xwe jî bi hunera xwe tîne ziman.
Weke mînak, dema ku di navbera tevgera kurdên Rojava da dubendîti çê dibe, ji wan alîyek xwe çep alîyê din jî xwe rast bi nav dike. Cemîlê Horo sedem parçebûna tevgerê xemgîn dibe û nerazîbûna xwe di nav stranek xwe da wiha eşkere dike û dibêje:
„Rast û çep çî ye
Şerm û fedî ye
Bi hev ra bigrin
Ji me ra xêr e…“

Di hinek stranên xwe yên din da jî parçebûna tevgera kurd bi xemgînî nirxandîye û wiha gotîye:
„…Tirsa min ew e, ku ez bimrin û yekîtiya kurdan nebînim.“
Sultana Horo, ku qîza Cemîlê Horoye û di belgefîlma li ser bavê wê hatîye çêkirin da dibêje, bavê wê di sohbetek xwe da dîsa qala yekitîya kurdan kirîye û bendewarîya xwe ya ji bo azadîya welat wiha anîye ziman:
„Kî mizgînîya azadiya welêt bi min de, ezê Mizgînê bi wî dim…“
Di vê hevokê da Mizgîna ku ji bo mizgînîya azadîyê dide, qîza wî ya mezin e, ku ev yek jî bi tena serê xwe pîvana bilindîya hestên wî yên netewî nîşan dide.
Cemîlê Horo, di sala 1970yî da bêçare dimîne û ji Surîyê direve, derbasî Tirkîyê dibê û dîsa bi Eyşe Şanê ra derdikeve ser dîkê û distirê. Di destpêka sala 1971î da rewşa Tirkîyê ya sîyasî tê guhartin û zilm û zordarîya li ser gelê kurd qat bi qat zêde dibe. Cemîlê Horo herçiqas ji binxetê jî wê demê li Tirkîyê ye û loma ew jî ji wê zilm û zordarîyê para xwe digre û bi malbata xwe ra ji wir derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Li Zaxoyê, bi alîkarîya Îsa Suwarî qasî du salan dijî. Piştî ku di rejima Surîyê da guhartinek çê dibe; Elherkê Elteshîhiyê, li Sûriyê dibe desthilatdar, ji bo kesên ku hatine sirgûnkirin û li sirgûnîyê dijîn, efûyê derdixe. Li ser wê yekê Cemîlê Horo jî bi malbata xwe ra vedigere û li bajarê Helebê, li taxa Hulika jorin bi cîh dibe.
Di wan salan da hizra netewi ya ku di damarên wî da kemilîne, di nav stranên xwe yên wek Leyla Qasim, Şêx Seîd, Ebro Kevan, Keça Kurdan, Berzanî, Pêşmergê Kurd, Newroz, Delalê Milanî û Ay Felekê da bi hostayî dinexşîne. Ji wan çend stranan distirê û bi alîkarîya tembûrvan Menan Îbrahim û kemanjen Mihemed Xelîl Xazî di nav kasêtek da qeyd dike.
Bi hunermendên wek Seid Yusif, Seidko û Şêrînê ra li Bêyrûdê derdikeve ser dîkê û distîrê. Dîsa bi Seid Yusif, Seidko ra beşdarî şahîya Newroz a li Qamişlo û Efrîne dibe.
Di sala 1975an da careke din, bi navê Cemîl Necar derbasî Tirkîyê dibe. Bêguman dîsa bi dengbêja kurd Eye Şanê ra dixebite û gelek stranên kurdî tomar dike. Wan stranan bi navên “Bedew Canê”, “Salih Beg”, “Lo Lawo”, “Mem û Zîn” û “Teyar Axa” di nav pênc kasetan da qeyd dike.
Rojek bi sedema ku wî strana Şêx Seîdê Pîran straye, tê girtin. Bi qasî 16 rojan di nezaretê da û li ser pelên rojnameyan radizê. Dûra ji alî rêvebirên tirk va li ser sînor, teslimî dewleta Surîyê tê kirin.

Cemîlê Horo ne tenê dengbêj, di heman demê da helbestvan e û gelek helbest jî nivîsîne. Jî helbestên wî yek bi navê „Sê Gul“ e û bi îhtimaleke mzin ev helbest li ser Ala Kurd nivîsîye û beşek ji wê helbestê wiha ye:
Hêdî hêdî daketim nav baxçê gula
Dihat guhê min dengê kevok û bilbila
Qêrîn û hawaran agir berdan dila
Hin difirîn, hinekan mil dabûn mila
Ew çi baxçe ye wek bihuşt e
Ji gul, çîçekan û çîçekan tevde mite
Ji wan gulan sê gul tenê mabûn
Zer û sor û sipî di rêzekê de mabûn…

Cemîlê Horo, qasî hunermedî û kurdperwerîya xwe, di jîyana xwe da ewqas jî mirovekî evîndar e. Evîna wî welat e, huner e, jin û jîyane. Loma ew herdem li pey evîna dilê xwe dikeve û digere, di stranên xwe da eşqa dilê xwe tîne ziman. Bi deng û hunera xwe şerê xem û felekê dike û bi stranên xwe va agirê dilê xwe sar dike.
Mixabin di jîyana wî ya kin da rûyê wî nakene û bi taybetî salên wî yên dawîyê bi xizanî û belengazîyê derbas dibe. Demekê li bajarê Helebê, Çayxaneyek vedike, lê sedem qilûlikên ku, kesên derdora wî di drbarê wî da dikin dibihîse, çayxaneya xwe difroşe û tere li gundê Tislorê bi cîh dibe. Li nêzîkî Cindirêsê baxçeyekî hinaran dikire, lê di wê karê xwe da jî bisernakeve û xwe di nav tengasîyek mezin da dibîne. Ew karê xwe jî di cîh da dihêle û ji nuh va, vedigere Cindirêsê û karê darteşiyê dike.
Sedem jîyana xwe ya ku bi êş û kelem derbas bûye, rûbirû gelek nexweşîyan dibe. Dema ji nexwaşîya xwe ya ku di kezeba wî ya reş da rû da ye, hayîdar dibe, wê nexwaşîyê wek “kula leklekê” bi nav dike û dikeve nav nivînan.
Lê ji bo ku debara malbata xwe bîne cîh, bi rewşa xwe ya nexweş tere ser karê xwe û dixebite. Rojekê rewşa wî xirab dibe û radikin nexwaşxaneya bajarê Helêbê. Mixabin nexwaşîya wî giran bûye û êdî pêsîra wî bernade. Di roja 19ê Îlona 1989an da cara dawîyê çavê xwe digre û dilê wî yê xemgîn disekine.
Berî koça wî ya dawîyê, mala wî li bajarokê Cindirêsê ye û loma termê wî ji Halebê tînin Cindirêsê. Nivîskar û lêkolîner Pîr Rustem di derbarê wê demê da wiha dibêje; “Dma ku termê wî anîn meleyê mizgefta Cindirêsê, jiber ku Cemîlê Horo dengbêj bûye û mey vexwarîye, termê wî nessûsst. Di nav kesên amade da hevalêk wî yê ku demek meletî jî kiribû, xwe amade kir û gor bîr û bawerîyên olî, termê wî şûşt…”
Bi alîkarîya heval û hogirên wî termê wî li Gorîstana Henên, li rexta tirba Nûrî Dersimî, di nav axa reş û sar da tê veşartin.
Nivîskar û lêkolîner Pîr Rustem di belge filma Cemîlê Horo, da dibêje navê lawê wî yê mezin Ehmed bûye û lê Cemîl jî wî Piling gotîye û carcaran xwe wek Bavê Piling jî bi nav kirîye.
Gor gotina Pîr Rustem, Cemîlê Horo berî ku cara dawî çavên xwe bide hev, ji kurê xweyî mezin, Piling ra hosîyê xwe dike û jê ra wiha dibêje:
“Eger ku, rojekê Kurdistan ava bû; Kurdistaneke azad û serbixwe, divê tu digel hunermend, şair û sema û lîliyan, werê ber seriyê min û bêjî min: Dê rabe.. rabe.. raa.. aabee…”
Hêvîdar im, rojek Kurdistaneke azad û serbixwe ava bibe û Piling jî hosîyê bavê xwe bîne cîh…

Stranek ji Cemîlê Horo: Li min xezalê
Xezal, Kurdistan, yê ku li ser Kurdistanê dinale jî Cemlê Horo ye. Werin em guh bidin deng û sewta Dengbêjê Çiyayê Kurmênc û li gotinên wî guhdarî bikin, ku ka jib o xezalên xwe çi gotîye…
Ay lêlê xezalê bi qurban zozanê li welatê me ne
Çavreşa min sî û sisê ne cot memikên te keçikê,
Taximê sing û berê te yê gewr ji min ra bûne wekî belekî berfa sipî dimane li etegê çîyê ne
Hey la malxirabê sala çûyî vê çaxê ber û pêsîrê te keçikê li ber destê min lawikî xwedê bû,
Sala îsal tu xayîn bûyî te berê xwe da welatên dûr, welatên xerîbîyê
Ez nizanim sala îsal cot memikên xezalan min li ber destê kê ne
Li min, li min, xezal li min li min, way xezalê lê hayê, çavreşê lê wayê,
De çavên te reş û belek in, kilê suphanê qet lê nayê…
Bimrim sala îsal xezala min xeyîdiye, terikandim li dinyayê, xezalê lê wayê…

Hey lê xezalê bi qurban zozanên li welatê me sala îsal baranek barî berfê lê kir
Cin û cinawirên çolan meşîyane çilê zivistanê lê rê û çibir çêkir
Germa biharê teyr û tuya xwe berda bû li nav bax û baxçeyan da hêlûn çêkir
Heyla malxirabê xezalê sala çûyî vê çaxê ber û pêsîrê te keçikê tiştûrî li ber destê min lawikî xelkê bûn
De sala îsal tu xayîn bûyî te berê xwe da welatên dûr, welatekî xerîbîyê
Erebekî kotî û genî hat, got xezala min e, ez ji wê ra xwedî me, dawa xwe lê kir
Li min, li min, xezal li min li min, way xezalê lê hayê, xweşikê lê wayê, piçûkê lê wayê, derdgiranê lê wayê
Erê çavên te reş û belek in, kilê suphanê qet lê nayê …
Ez bimrim sala îsal xezala min xeyîdiye, terikandîm li dinyayê
Xezala min lê wayê, ax delalîya min wayê…

Lêlê xezalê bi qurban xezalê xelkê yek û didune, yê sebîyê xwedê, em xezalên min gelk in, çar in
Jê du tene kul û histewr in, du tene jê bikarin hew jê stewra dikevin yanê elem û kelema sûxwiran, suwan û sekvanan digrin, wer kê bi guhdar im
Her sê bikarikakan in, bi ref in, bi ser karê xwe da rûreşin, histûxwar in, bendewar û berdûwar in
Li min, li min, xezal li min li min, way xezalê lê wayê
De çavên te reş û belek in, kilê suphanê qet lê nayê …
Ez bimrim gundîno, sala îsal xezala min xeyîdiye, terikandîm li dinyayê
Xezala min lê wayê, ax delalîya min wayê…

Çavkanî:
1-Jîyana Cemîlê Horo, Kovara Pirs, Hêjmar; 49-50
2- Dokufilm, Cemilê Horo, Afrin1
3- Wikipedia.org
[1]
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 3,157 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | navkurd.net
Related files: 2
Linked items: 7
Group: Biography
Articles language: Kurmancî
Date of Birth: 10-03-1934
Date of Death: 19-09-1989 (55 Year)
Alive?: No
Country of birth: West Kurdistan
Country of death: West Kurdistan
Gender: Male
Nation: Kurd
People type: Singer
Place of birth: Afreen
Place of death: Afreen
Place of Residence: Kurdistan
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( Rapar Osman Uzery ) on 01-04-2022
This article has been reviewed and released by ( Rozhgar Kerkuki ) on 01-04-2022
This item recently updated by ( Rozhgar Kerkuki ) on: 07-09-2024
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 3,157 times
QR Code
Attached files - Version
Type Version Editor Name
Photo file 1.0.120 KB 01-04-2022 Rapar Osman UzeryR.O.U.
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.328 second(s)!