Ji dîwarê betonî yê di navbera Bakur û #Rojhilatê Kurdistanê# de ji aliyê Tirkiyê ve tê lêkirin 64 Km yê din jî lê hat zêdekirin.
Ev du sal in Tirkiye bi hinceta ku bikare parastina sînorê xwe ji derbasbûna karên qaçax û koçberên qaçax bigire dîwareke bi dirêjahiya 560 kmyan lê dike. Tirkiye dê vê lêkirinê di sê qonaxan de xilas bike ku niha ji qonaxa yekê ku armanc çêkirina 164 Km bû 64 Km dîwar hatiye lêkirin.
Li ser vî dîwarî cihên çavdêriyê hatine çêkirin, xendek li kêleka dîwar hatine kolandin, dûrbîn, termal û sîstema kamerayê hatiye danîn. Her wiha têl bi du sê rêzan hatine danîn.
Dîwarê betonî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ku ji aliyê Tirkiyê ve tê çêkirin û wek ew dibêjin ji bo parastina sînorên li gel Îranê ye, bi dirêjahiya 560 kîlometreyan sînorê parêzgehên Agirî, Îdir, Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê li xwe digire.
Li aliyê din her çiqas Tirkiye sînorên xwe bi çêkirina dîwarên ji betonê qayîm dike lê derbasbûna koçberên Efxanistanî ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve berdewam e û rojane bi dehan koçber piştî sînor derbas dikin li bajarên sînorî yên wek Wanê tên desteserkirin.[1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,726 times
Write your comment about this item!