Jîna Emînî, keçeke 22 saliya kurd e ku di 13ê îlona sala 2022an de ji aliyê hêzên Îranê ve jibo sedema xwepêçana wê hatiye desteserkirin û ji aliyê heman hêzan ve bi îşkenceyê hatiye kuştin.
Desteserkirina wê
Jîna Emînî di 13ê îlona 2022an jibo serlêdana xizmên wanên li Tehranê bi malbata xwe re diçe Tehranê. Li Tehranê hêzên bi navê polêsên ehlaqê jibo xwepêçana wê desteser dikin û bi sedema şîret û fêrkariya xwepêçandana wê, dibin navenda polêsan li kolana Wuzera ya Tehranê.
Piştê du saetan agahî ji birayê wê re tê ku Jîna bi ambûlansê ji qerekolê derxistin e. Hatiye ragihandin ku Jîna ji aliyê polîsên Îranê ve hatiye îşkencekirin û jiber îşkenceyê derb li serê wê ketiye û xwînrijîna mejî ya Jîna pêk hatiye.
Jîna piştî sê rojan di 16ê îlona sala 2022an de li nexweşxaneyê jiyana ji dest dide.
Bertekên li dijî kuştina wê
Rêxistinê Navneteweyî ya Efûyê Amnesty International li ser kuştina Jîna Emînî daxûyaniyek weşand. Di daxuyaniya xwe de dibêje ku “Şert û mercên ku bûne sedema mirina bi guman a jina ciwan Jîna (Mehse) Emînî ya 22 salî, di nav de îdiayên îşkence û muameleya xerab a di qeteqolê de, divê bi gumana ku sûc hene bêne lêkolînkirin.[1]
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 3,991 times
Write your comment about this item!