Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  584,839
Images
  123,944
Books
  22,084
Related files
  125,669
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,158
Articles 
2,534
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Total 
273,542
Content search
CIYAWAZIYA VEGOTİNA EŞQ Û ŞEHWETÊ DI HELBESTA ŞÊHNEYA DÎNAN YA M. ZAHIR KAYAN DE
Group: Articles
Our goal is to have our own national database like any other nation.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Emin Aksu
Emin Aksu
Kurte
Her hewldan li gor pêdiviya armancê di bîr û baweriya insen de peyda dibe û ligor encama armancê jî tê pêşxistin. Ango armaca me jî ji vê nivîsê ew e, em tarz û teknîkên di helbesta kurdî de diafirin, an jî hinekî xef mane derbixin holê, wan berhem û şairan li helbesthezan bidin naskirin. Teqez û teqez armanaca vê hewldana me ne dijîtiya kesan an jî biçûkxistina hûnera tu kesî ye, ji xwe ew hed û heqê me nîne em keda kesî biçûk bixin û bibînin. Li vir tenê li gel lêgerîna pênasekirina helbestê hinek tehlîl û analîz yê li ser Şêhneya Dînan ya M. Zahir Kayan bête kirin.
Despêk
Zahir Kayan ji bajarê Aigîyê ye. Li Erzurmê beşa Turkolojiyê xwendiye. Ji salên 1990î ve ye di kovar û rojnameyên wekî Welat, Welatê Me, Jiyana Rewşen û Tîrojê de gelek nivîsên wî yên der heqê huner, estetîk, çand, folklor û mîtolojiyê de hatine weşandin. Her weha wênesaz e. Heta niha bi navê “Destanek Ji Buhişta Winda” û “Arzabayê” du berhemên wî hatine çapkirin.[1]
Gelek camêran pirsa helbest çi ye dane lê pirs hîn jî bê bersiv e. Lewma ew kesên ku ev pirs ji wan hatiye kirin, bi dûrbîna hest û ramanên xwe bersiv dane. Di nav pênasekirina tiştên ku mirovan afirandî de ya herî zehmet pênasekina hebestê ye, ji wê zehmetir tişteke din nayê bîra mirov heta vê gavê hezaran pênase hate kirin.[2] Lewre divê em jî çend ji wan pênaseyên hatine kirin di vê nivîsê de bi cih bikin. Helbest têkoşîneke ber bi hebûna xwe ve ye.[3] Di vê pênaseyê de hebûna xwebûnê hatiye dest nîşankirin, ango hebûn û xwebûna insanî. Xwebûna insên heke heqîqeta wî ye nexwe ji pênaseyê em dikarin bêjin helbest tekoşîneke ber bi heqîqeta insanî ve ye lewre insan bi gihîştina heqîqeta xwe re digihîje heqîqeta jiyanê jî. Wê çaxê ev têkoşîna (helbest) qala wê tê kiririn, ji kedeke pirhêl, ramandineke kûr û ji hest û hîsên insanî pêktên. Helbest zanîn e, rizgarî ye, hêz û terikandin e.[4] Bi taybetî gotina ”helbest zanîn” e di vê pênaseyê de giring e. Ji ber ku têgîna ”zanînê” berfireh e lewre bala me dikişîne li ser beşên din yên zanistîyê. Nexwe li gor vê pênaseyê helbest ji xeynî wêjeyê dikare gelek beşên din yên zanistî jî di nava xwe de bihewîne. Bi wateyeke din divê hayê helbestkêr ji beşên din yên zanistî jî hebe. Li gel vê yekê hatiye gotin ”helbest rizgarî” ye û ev jî muhîm e lewma pirsa, rizgariya ji çi, di hişê mirov de diafirîne lê belê di heman demê de bersiv jî di hişê mirov de dibiriqin. Rizgariya ji nezanînê, rizgariya ji nefikirandinê, rizgarîya ji fikr û ramanên li dû neqencî û xirabiyê hwd. Ango di encamê de mirov wekî pênaseya B. Bereh gotî digêhîje heqîqeta xwe. Herhal gelek wateyên din jî dikarin bên lêbarkirin. Hem ji aliyê deng ve hem ji aliyê ruh ve bi peyvên neqandî lêkirina avahiyeke derasayî ye.[5] Nexwe tê wê wateyê helbest bi qasî bîr û hişê insên xîtabî rihê insên jî dike. Lêkirina avakirineke derasayî jî bal kişandiye ser zimanê hûnerê bala mirov ber bi taybetmendiyên helbestê ve dişîne. Her weha pênasekirinên helbestê dikarin gelek bên dirêjkirin û her pênase me ber bi heqîqet û wateya helbestê ve dikişîne. Lewre em dikarin van pênaseyên hatine kirin hemiyê jî qebûl bikin, lewma helbest van pênaseyan hemiyan jî di nava xwe de dihewîne. Her çendê di mijarên curbicur di helbestê de hatibin vegotin jî lê belê hinek mijar hene bêhtir li ser heblbestê hatibin ferzkirin û gelek helbestkaran giraniya helbestên xwe li ser van mijaran honandine. Dikare bê gotin mijara sereke ya di helbesta kurdî hatiye vegotin eşq e û heta roja me jî em dikarin bibêjin ev rewş derbasdar e. Helbet em ê nekarin hemû helbestên eşqê vedibêjin, bihêjmêrin û diyar bikin. Lê bo zelalkirina mijarê pêdivî bi çend mînakan heye em bidin.
Îro ji destê husna hebîb
Sergeşte û heyran im ez
Min eşq û muhbet bûn nesîb
Sewdayê sergerdan im ez.[6]
Ew bûne ji işqê van di bê hûş
Ev bûne ji husnê wan di medhûş
Ew şîfteyê belayê işq in
Ew teşneyê Kerbelayê işq in.[7]
Serwînaz î xunçebaz î didara min her tu yî
Sotim wek kebab û Sîna ku heya dengê te nê.[8]
Doza destên te dikin
Her di destê êvan de destên min[9]
Welê tê xwiyakirin çi bi pîvan çi bê pîvan çi kevin çi nû gelek helbestvanan di helbestên xwe de eşq honandine.
Çend gotin Derbarê Şêhneya Dînan de
Berhema mijara nivîsa me ye jî di roja me ya îro de li ser eşqê û şehwetê rawestiya ye. Her çendê ji aliyê kêş û barê ve bê pîvan be jî lê ji aliyê tercîha peyvan û bikaranîna zimên ve ji helbesta modern ya roja me cihêreng e. Ehleq veguheriye-dageriyaye zayendiyê, zayendî veguheriye-dageriyaye ehleqê, nakokî hevdu afirandine, şehwet veguheziye ehleqê, ehleq veguhezîye şehwetê, loma diyalektîka ehleqê û zayendiyê bi zimanekî xweser, cuda û bi ekla wêjeyeke xweser û guhertî hatiye rêsandin û resimkirin.[10] Em dikarin vê ekla wêjeya xweser û guhertî li bin çend sernivîsan de desnîşan bikin. Bi vî awayî ew teybetmendî û ciherengiyên qala wan tên kirin yê bêhtir eşkere bibin. Nivîskêr hem bi tercîha peyvan, hem bikaranîna şêwazê, hem bikaranîna zimên, hem bi estetîzmeke diyarde û hem jî bi vegotineke ji devê cihnavê kesê yekemîn xwestîye ferqa şi‘ra xwe derxîne holê. Berî her tiştî helbest an jî Şanoya M. Zahîr Kayan ji hêla mijar û şêwazê ve hinekî dişibe Melayê Cizîrî, Sekspîr û Dante, di her çar nivîskaran de şehwet, azwerî, dojeh û bihuşt û eşqa nûranî heye.[11] Bi van çend rêzikên Çorê Ardayî ferq û cihewaziya Şêhneya Dînan ya ji helbesta kurdî ya nûjen baştir eşkere dibe lê bi çend mînakan mijar bê vegotin dê baştir bibe.
gava mêl dikim bifirim qesra ruh, tu ayeteke le’netkirî yî di wistîyê pûtekî darebî de.[12]
ji bo secdeyê bere xwe didim dîwarê pûtxaneya cezbekaran, lê li qeydûcercerê diale çûka dil.[13]
zelûtiya abidê bêlibas î çepel di awêneya nîgaşî ya reqaseyê de paqij dibe, dibiriqe.[14]
ehdeşahid im ku ez ê bi zîv mohr bikim kakûtên xwe û te yên ku di rûpelên deftera ecel de ye
ey ruhên ku bi xulêlê ji xafiyê safî dibin, bikişin qesra xwe , ew mekanê ji du kakûtan çêbûye[15]
Ji şêhneya dînan min çend rist rêzkir, di van ristan de pêga Dante û Cizîrî bang dikin. Peyvên ku Cizirî û Dante bo eşqê bikaraniye hema hema heman peyv giş di M. Zahîr Kayan de jî heye. Loma Zahîr Kayan daye dû şopa Cizîrî û Danteyî. Her sê nivîskar mijara wan eşq in, dojeh e, bihuşt e, Xweda û şeytan e, feqet şehwetperestî çavkaniya mijara nîvîsên Zahir Kayan e.[16] Mebesta me vê derê ya ji M. Zahir Kayan Şêhneya Dînan e ango ev nirxandin û analîzên tên kirin her çendê navê nivîskêr derkeve pêş jî lê tenê bo berhema mijara me ye derbasdar e. Armanca min ew e ez bidim xwiyakirin tu beşên helbestê bi rasthatinekê an jî di encama îlhamê de pêk nehatîye, berovajî vê yekê wekî kirarekî matematîkî riste bi riste bi heman teqezî û mantiqê tê avkirin.[17] Ev teoriya Poe em dikarin bejin bo helbesta Şêhneya Dînan jî derbasdar e lewma tê xwiyakirin her hevoka Zahir Kayan bi heman hişmendîyê hatîye sazkirin. Wek mînak, min xwe xemiland, nitirand, pesinand xiste îlah reşand li jiyanê, jiyan bû zevî, hat tewafê feza.[18] Tişta me xwest em bêjin ev hêmayên wekî vê mînakê ne bi rasthatineke an jî di encama îlahamê de pêk hatine.
Çend mînak ji helbesta kurdî ya nûjen û Şêhneya Dînan
Em ê li vir bi çend mînakan hewl bidin çavdêriyekê li vegotina eşq û şehwetê ya di helbesta kurdî ya nûjen de bikin û ferqa vegotina helbesta Şêhneya Dînan di van mijaran diyar bikin.
her şev bi hezaran kevok
ji hêlîna dile min
ber bi dile te ve difirin
û bêyî ku bigihîjinê
bi tîrêja ewil a spêdeyê têne kuştin[19]
keyê meytan ez ji ferhenga eşqê daliqandime ezabxaneya zewqê,
min şehwet dizîn bi fêlbazî.[20]
Me li jor helbestek ji Berken Bereh yek jî ji Zahir Kayan li du hev nivîsîn. Helbet em ê nekarin li vê derê tehlîl û analîzên dudirêj bikin lê belê dema em herdu helbesta deynîn ber hev, her çendê babeta herdu helbeskaran jî eşq e lê hem ji aliyê bikaranîna zimên ve hem jî aliyê vegotina mijarê ve gelekî ji hev cuda ne. Her weha ew agirê aşiqane û şehhperestiya di Zahir Kayan de li pêş e, di Berken Bereh de ne ewqasî kûr e.
di hingûra êvaran de didize didize dîmenên lêvên te
neynikên biyanî dirijîne li ser evînan zirêçê nezerê
dimîne li du te çavşînkên çavan.[21]
du nûnên pîroz in lêvên te, di reqsa hevşabûnê de tenûra maçên henarî nin; jê dizên remzên fê qesra aşiq tîpa “O” ye, dema ku dibe “RO” tilolî nav “NÛN”ê dibe; çavê batin in aşiqûmeşûq.[22]
Di van mînakan de jî di helbesta di Zahir Kayan de eşq û şehweteke hundirîn, ruhî û serxweşiyane xwiya dibe û zimanekî xweser û deradet hatiye bikaranîn lê di helbesta Dilber Hêmayê de bi kurmanciyeke fesîh û bi zimaneke modern hestên aşiqî hatine honandin.
tu neyê ez ê bimirim
jixwe ez ê tim bimirim; tu bê jî, tu neyê jî
lê ger tu werî, çavên te wê ji min re bibin tirî,
zivistanî henekên te wê ji min re bibin hirî
qayîl im, bila bi hatina te ez bibim gayekî
ku di xelayê de kêran qeşmeriyên xwe pêkirî
bila ez bibim berbangeke şevlêherrimî
û hechecîkekî sêrjêkirî.[23]
hêka teyrê enqa ye dilê minê ku di aqubeta te ya Zuleuxayî de çûye helakê; tu dûr î, diderizim.[24]
Di helbesta Rênas Jiyan de her çiqas eşqeke muhteşem xwiya bike jî lê bêhtir bêhneke arabeskî jê tê, lewma ew mirin û manûnemana hatîye vegotin hinekî li hewa dimîne. Her weha di vê mînakê de ji kamilbûna nivîs û zimên bêhtir kamilbûna aşiq û eşqê jî em dikarin bêjin diyar dibe. Di “Şêhneya Dînan” de têgehên ku di helbestê de hatiye şixulandin û bûye bena helbestê: zewq, şehwet, şeytan, dojeh, agir, afirandin, dilopa nûranî, şehwetperest, eşq, Xweda û hwd. feqet ya ku maka helbestê û bingeha wê ava kiriye, şehwetperestî ye, eşq e û zewq e. Jixwe bingeha eşqê şehwet û zewq e.[25]
wextê çavên min li çavên te aliqîn
û destên te di nav destê min de dirihilîn
kuro hingê dilê min furiya.[26]
dibim perwane, çerx dikim li dor te,
dişewitin em di bagerekê de, dibine qendîl em.[27]
Di vê mînakê de jî heman mijar e, lê ciherengiya şêwe û şêwaza wan eşkere li ber çavan e. A dixazim bêjim, xwînereke Zahir Kayan kengê û çawa pêrgî helbesta wî bê, ji ziman û peyvên wî dikare helbestên wî binase. Gotinên xweser, zimanekî taybet û xweser di berhema xwe de şixulandiye, zimanekî kemilî û xemilî ye. Zimanekî zewqê, şehwetê û zimanekî mesnevî ye.[28] Kêm helbestkar di vî warî de dikarin vê yekê bi dest bixin. Helbet her helbestkar xwedî derbirîn û dûrbînên cuda ne û her weha her yek xwedî vegotinên taybet in. Lê yên xwedî teknîk û zimanekî serbixwe ne dibin malê edebiyata dinyayê.
Encam
Bi zimanekî kemilî, xemilî û mesnewî rengê helbesta kurdî eşkeretir, dengê helbesta kurdî bilintir bûye bi vê berhemê. Ji xeynî zimên ji aliyê tercîha peyvan ve jî ferqek derketiye holê. Her çendê wateyên din li eşqê hatbin barkirin jî lê piranî helbestkarên kurd babeta eşqê di helbestên xwe de bikaranîna. Bo pênasekirina helbestê lihevkirineke giştî nehatîye raçavkirin. Hewldaneke nivîsandina helbestê di nava kurdan de tê xwiya kurin û van serdemên dawîn gelek berhemên helbestê hatine çapkirin. Helbest ji felsefê heta erdengarî û derûnînadiyê, ji civaknasîyê heta erdnîgarî û dîrokê gelek beşên zanistî ve jî eleqer e. Ji ber kêm derfetî û rûpelên sînordarkirî her çendê kêmasiya vegotinê di hinek mijaran xwîya bike jî lê em di wê baweriyê de ne me ji behra helbesta kurdî dilopek raxist ber çavan lê heta kêmasî neyên zanîn rêya rastîyê nayê dîtin.
Çavkanî
Arda Çorê, Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye Resimkirin, diyarname.com.
2. Baqî Evdal, Werger û Helbest, Wêje û Rexne, Hejmar: 5, Sal: 2015, r. 94.
Berheh Berken, Ji Dûriyê Re, weşanên Lîs, Amed: 2013, r.77.
Hedilî Kamran Simo, Helbest Çi ye, Weşanên J&J, Amed, 2009 r. 39.
Dîlber, Medûsa, Weşanên Avesta, Amed: 2008, r. 17.
Jiyan Rênan, Diêşiya, Weşanên Belki, Amed: 2013, r.15.
Kayan M. Zahir, Şêhneya Dînan, Weşanên Şemal, Stenbol, 2014.
Edgar Allan, Hêmanên Helbestê, www.turkedebiyatı.com.
Sadinî M. Xalid, Feqîyê Teyran Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weşanên Nûbihar, 2000, r. 127.
Temo Selîm, Sê Deng, Agora kitaplığı, 2011, r. 34
Xanî Ehmedê, hemû berhem, weşanên Lîs, Amed: 2008, r. 89.
Xerzan Asya, Dengê Bêdengiyê, weşanên Sîtav, Wan: 2016, r. 57.
[1] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, Weşanên Şemal, Stenbol, 2014.
[2] Kamran Simo Hedilî, Helbest Çi ye, Weşanên J&J, Amed, 2009 r. 39.
[3] Berken Bereh, Divê Helbesta Kurdî Li Ser Koka Xwe Bilind Bib, kovara kund, 2018, Hejmar: 3, r. 22.
[4] Octayo Paz, Öteki Ses, Era yayıncılık, Ankara, 1990, r. 9.
[5] Evdal Baqî, Werger û Helbest, Wêje û Rexne, Hejmar: 5, Sal: 2015, r. 94.
[6] M.Xalid Sadinî, Feqîyê Teyran Jiyan, Berhem û Helbestên Wî, Weşanên Nûbihar, 2000, r. 127.
[7] Ehmedê Xanî, hemû berhem, weşanên Lîs, Amed: 2008, r. 89.
[8] Selîm Temo, Sê Deng, Agora kitaplığı, 2011, r. 34.
[9] Rênas Jijan, Janya, weşanên Belkî, 2014 r. 35.
[10] Çorê Arda,Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye resimkirin, diyarname.com.
[11] Çorê Arda,Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye resimkirin, diyarname.com.
[12] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan , r. 9.
[13] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r. 17.
[14] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r. 21.
[15] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r. 29.
[16] Çorê Arda, Di Şêhneya Dînan de eşqek qesîdeyî û bûjenî hatîye resimkirin, diyarname.com.
[17] Edgar Allan Poe, Hêmanên Helbestê, www.turkedebiyatı.com.
[18] M. Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r. 26.
[19] Berken Bereh, Ji Dûriyê Re, weş. Lîs, Amed: 2013, r.77.
[20] M. Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r. 19.
[21] Dîlber Hêma, Medûsa, Weşanên Avesta, Amed: 2008, r. 17.
[22] M. Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r.31.
[23] Rênas Jiyan, Diêşiya, Weşanên Belki, Amed: 2013, r.15.
[24] M. Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r.14.
[25] Çorê Arda, Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye Resimkirin, diyarname.com.
[26] Asya Xerzan, Dengê Bêdengiyê, weşanên Sîtav, Wan: 2016, r. 57.
[27] M.Zahir Kayan, Şêhneya Dînan, r. 24.
[28] Çorê Arda, Di Şêhneya Dînan de Eşqek Qesîdeyî û Bûjenî Hatîye Resimkirin, diyarname.com.[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 2,154 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | http://www.kurdiskainstitutet.org/
Linked items: 7
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 03-10-2022 (3 Year)
Content category: Poetry
Content category: Investigation
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Badini
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئەڤین تەیفوور ) on 03-10-2022
This article has been reviewed and released by ( ئاراس حسۆ ) on 05-10-2022
This item recently updated by ( ئەڤین تەیفوور ) on: 30-07-2024
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 2,154 times
QR Code
Attached files - Version
Type Version Editor Name
Photo file 1.0.18 KB 03-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.313 second(s)!