Rêxistina Mafên Mirov a #Îran#ê diyar kir di xwepêşandanên ku zêdetirî meheke li Îran û #Rojhilatê Kurdistanê# berdewam dikin de, heta niha herî kêm 234 kes hatine kuştin û ji wana 29 zarok in.
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê bîlançoya nû ya qurbaniyên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
Rêxistinê diyar kir ku li gor agahiyên li ber destê wan heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 234 kes hatine kuştin, ji wana 29 kes temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.
Li gor amarên rêxistinê, heta niha li 21 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kuştina xwepêşandêran hatine tomarkirin, herî zêde jî li parêzgehên Sîstan û #Belûcîstan#, #Mazenderan#, #Tehran#, Gîlan û #Sine# xwepêşander hatine kuştin. [1]
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon

to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 2,562 times
Write your comment about this item!