Derhênera Îtalyayî #Benedetta Argentîerî# xelatê ji Mîhrîcana Fîlmana Kolnê ya 32’an de girtî diyarî Rojava kir û got, Ez vê xelatê diyariyê gelê wêrek ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim.
Di Mîhrîcana Fîlman a Kolnê ya 32’an de, di 6 beşê cuda de xelat tên dayîn. Benedetta, bi belgefîlma xwe ya bi nave “The Matchmaker“ Xelata Phoenîx wergirt.
Benedetta Argentîerî merasîma dayîna xelatan de wiha axivî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya #Kurd#, Ereb, Asûrî û jinan civakeke nû ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ya bi pêşengiya jinan tê avakirin. Civaka nû hêdî hêdî bi pêş de diçe û em hemû jî bi vê civakê re hînê tiştan dibin. Ew li dijî #DAÎŞ#’ê têkoşiyan. Ji bo Ewropayê li ber DAÎŞ’ê rabûn. Ji bo Xweseriya Demokratîk ne hêsan bû. Ew, di rewşeke ku dewleta Tirk, her roj welatiyan, bi taybetî jinan bi dronean qetil dike de, tekoşîna xwe bi israr didomînin. Divê mirov ji bîr neke ku parastina vê projeyê ku wê Rojhilata Navîn pê biguhere û wê piştî ewqas şer aştiyê bîne, pir girînge. Lewma ez jî bi vê boneyê vî xelatî diyariyê wan mirovên wêrek ên li wir dikim.“[1]
This item has been written in (Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)) language, click on icon
to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 854 times
Write your comment about this item!