Xebatên konferansa yekemîn a Navenda Lêkolînan a #Jineolojiya# ya Heleb, #Efrîn# û #Şehba#yê bi gelek encamnameyan bi dawî bû, dê li ser xebata başkirina rewaşa jinan di gelek dozan de were lêkolînkirin.
Piştî nîqaşên li ser mijar û encamên lêkolînên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê bi dawî bûn, komîteya amadekar a konferansê beşdar dabeşî 4 koman kir, werşeyên xebatê li ser cureyên tundiya li dijî jinan ava kirin, da ku xwe bigihînin bingehên çareseriyê ji bo gelek mijar û dozan.
Mijarên weke bingehîn mijarên nîqaşên 4 koman esas hatine girtin, ev bûn; tundiya li dijî zarokan, rêbazên çareserkirina bidawîkirina wan, pêşxistina hevgirtin û aboriya komînal, tundiya teknolojî, xurtkirina yekitiya jinan û dostaniya bi jinan re.
Piştî nîqaşan beşdaran gelek xal destnîşan kirin û ev in; (destpêkirina kampanyayên neteweyî ji bo têkoşîna li dijî tundiya elektronîkî bi hemû şêweyên wê, piştgirîkirina projeyên çandî yên (ciwanan) wek pirtûkxane an projeyên xwendinê û pêkanîna wan ji bo lidarxistina semînerên lêkolînê û atolyeyên çandî li şûna bikaranîna teknolojiyê bi giştî, û tevlêkirina nêzîkatiya zayendî di bername, kursên perwerdeyê û naveroka medyayê de ji bo jin û grûpên ciwanan ji bo hişyarkirina metirsiyên tundiya elektronîk li dijî jinan.
Ji wê zêdetir jî dê navendên xurtkirina jinan di pisporiyên teknolojî de, ji bo xwe ji fezaya dîjîtal biparêzin, werin vekirin, dewreyên perwerdekirina jinan beriya destpêkirina çi xebatekê werin vekirin.
Konferans bi diruşmên silavkirina berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê û soza bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.[1]
(fr)
ANHA
Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon

to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,503 times
Write your comment about this item!