Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  585,161
Images
  124,131
Books
  22,098
Related files
  126,005
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,163
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Total 
274,249
Content search
ARÊŞEYÊN XEBITANDINA PAŞGIRA ”-VAN” Ê DI ZIMANÊ ROJNAMEVANÎYA KURDÎ DA
Group: Articles
Kurdipedia's female colleges are contemporary archiving the suffering and successes of Kurdish women in their national database.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Lezgîn Çalî
Lezgîn Çalî
#Lezgîn Çalî#
HEWLÊR, 24/12 2013 — Gelek awayên şaş yên xebitandina zimanî û peyvsazîya kurdî di rojnamevanî û ragehandina kurdî da dihên dîtin. Ev şaşî ne yek û du ne. Behskirina wan arêşeyan karekê pergalmend anko sîstemanî dixwaze, ji ber ko şaşî di gelek astan da hene: astên rênivîsê, rêzimanê, peyvnîgariyê û peyvsaziyê ji astên herî berçav in. Ez nikarim di nivîsarekê da behsa wan hemî şaşiyan bikim, lê hîvîya min ew e ko babetê ez dê binivîsim wekî nimûneyekê be û hevalên ko di rojname û kovar û televizyonan da dixebitin xwe ji vê şaşiyê û gelekên dî yên mîna vê ko em nagehin behsa wan bikin bidin paş.
Yek ji şaşîyên dil-êşîn xebitandina peyvên nûçêkirî yên çalakvan û guhdarvan û beşdarvan in.
Paşgira -vanê yek ji wan keristeyên zimanî ye ko di kurdîya niha da gelek sitem lê dihêt kirin. Ji alîyê kokzanistî anko rehnasiyê (etîmolojiyê) ve, di ramana serekî ya wê da kerî an hîmanekê parastinê, sexbêrî û çavdêriyê heye. Di peyvên kevin yên ko bi wê paşgirê hatine çêkirin da ev me‘na gelek zelaltir diyar dibe. Peyvên mîna şivan, gavan, rezvan, baxevan û gemîvan hemî wê meinayê digehînin. Lê, ramaneka dî ya -vanê ji berê ve di kurdiyê da hebûye ko bi qasî eva me got kevin nîne. Ew raman nêzîkî xebitînerê ye, mîna bilûrvan anko kesê bilûrê lê dide û tenborvan anko kesê tenborê dixebitîne.
Li van salên dawiyê de hindek zarav û peyvên dî jî peyda bûn û kevtin nav nivîsînan û li ser devê xelkê jî hene, mîna zimanvan. Ev hemî, yên kevin û yên nû, jî dikarin li goreyê mekanîzmên hundirîn yên peyvsazî ya kurdzimanan bihên pejirandin. Lê peyvên mîna peyvên çalakvan, beşdarvan û guhdarvan bi temamî şaş in û dê bibêjim ka çima.
Jibo selmandina şaşîya van peyvan sanahîtir e ko ji ”beşdarvanê” dest pê bikim.
Ji xwe erkê paşgira -vanê ew e ko navê bikeran anko îsm-failan çê bike. Gavan kesek e ko karê wî parêzvanîya gayan anko garranê ye. Paşgira -darjî hema bibêje di peyveka mîna ”beşdarê” da wî karî dike. Anko beşdar kesek e ko pişka xwe diêxe nav karekî: Jibo nimûne mirov dibêje pişkdar” anko ”beşdarên konferansê bi ramana kesên ko pişka xwe êxistiye nav konferansê. Bi vî rengî beşdarên konferasê ew kes in ko di konferansê da dewrekî digêrrin, an rêveberên konferansê ne, an di konferansê da gotaran pêşkêş dikin an jî amade dibin ko li gotarên ko dihên pêşkêşkirin guhdarî bikin. Vêca dema bihêt gotin ”beşdarivanên konferansê”, tenê me‘nayekê dide: Kesek heye ko serperiştî, çavdêrî an parêzvanîya wan kesan dike ko pişkdarî konferansê bûne.
Peyva guhdarvan jî hemahema peyveka wekî beşdarvanê ye. ”Guhdar” bi xwe îsm-fail e û guhdarvan şivanê guhdaran e.
Heta vêderê ko ez bibêjim peyvên mîna guhdarvan û beşdarvan tenê jiber kurdînezanîya avakerên wan peyvan e, ez bawer dikim ko ez ne gelek şaş im. Lê meseleya çalakvanê bi dîtina min ne tenê ji kurdî-nezanîyê ye.
Ez wesa dibînim ko kesên peyva çalakvan avakirine merema wan peyva activistya zimanekê mîna inglîziyê ye. Di zimanê inglîzî da peyva ”active” bi xwe ramana çalakê dide. Baştir e bibêjim ramana wê ya peyv-bi-peyv biker an kara ye.
Lê di inglîziyê da çawa peyva ”activistê” peyda bû?
Dibe ko çawayîya wergêrrana peyvên ji zimanên ewropayî yên ko bi ”-ismê” an ”-istê” diqetin jî bi tenê hewcedara gotarekê be. Nabe ko hemî peyvên ewropayî yên mîna lîberalîzm, sosyalîzm, kapîtalîzm, marksîzm, indivîdualîzm, kirîtîsîzm, organîzm, kanabalîzm, senkronîzmê û bi dehan û sedan peyvên dî yên mîna van di wergêrran anko paçveya jibo zimanê kurdî da bi yek çovî bihên hajotin. Her zimanekî taybetmendîyên xwe yên dengzanistî, dengzananî, peyvsazanî, hevoksazanî û ramanzanistî yên cidacida hene. Qalibandina zimanê kurdî li goreyê qalibên zimanên dî dê hişê kurdan hêşta aloztir û tevlihevtir bike.
Sepandina qalibên zimanên mîna tirkî û erebiyê ko ne ji malbata zimanê kurdiyê ne dê zimanê kurdî gelek kirêt û bêpoz- û guh bike. Jiber sepandina qalibên hevoksazanî-rêzimanî yên zimanê tirkî bi ser kurdîya bakurê Kurdistanê da karesatên neteweyî-hizirî-siyasî-zimanî peyda bûne. Sepandina qalibên zimanê erebî jî li başûrê Kurdistanê gelek xwarî û kirêtî êxistine nav hiş û zimanê xelkê me.
Tenê wekî mînakeka gelek biçûk dê serhatekê vegêrrim. Çend salan berî niha, piştî dawîbûna semînereka xwe li Dihokê, delîve peyda bû ko digel çend dersdêr û xwîndinkarên zimanê kurdî yên Zanîngeha Dihokê birûnim. Gelek mijar hatin ber behsan, lê yek ji amadebûyan ji min pirsî: Seyda, dê muameleya erebî çawa tercemeyê kurdiyê kîn? Min jî bersiv da ko muamele bi kurtî û kurmancî dan-û-standin, kirrîn-û-firotin, an kurttir bibêjim, bazar e. Pirsyarker bi vê bersiva min têr nebû û berdewam bû: Seyda, mebesta min muameleyên îdarî ne. Hingê min zanî ko ew dixwaze pêyên zimanê kurdî bike nav pêlava zimanê erebî da; anko zimanê kurdî li qalibê erebiyê bide.
Dê bersiva xwe jibo hewe jî bibêjim. Hûn jibo gaveka tenê bifikirin ko eger ereban welatê kurdan dagîr nekiriba û kurdan ji bo heyama 1 400 salan welatên ereban girtiban, dê çi qewimîba? Hingê jî dê ereb ketiban tengasiyê ka peyva kêşana kurdî çawa bikin erebî. Kurd dibêjin:
Dikandarî zebeş kêşa. Ew heşt kîlogram bû.
Pîkasoyî gelek nîgar anko wîne kêşane.
Heta min xwandina xwe li zanîngehê xilas kir, min gelek zehmetî û keder kêşan.
Wî werîsî hind nekêşe, dê xîvet bikeve.
Mixabin gelek sinêleyên Kurdistanê niha cigareyan dikêşin.
Piştî xilaskirina vê nivîsarê min bêhneka kûr (hil)kêşa.
Vêca niha ko ereban xwastiba vê kêşanê bikin erebî û wekî hevalê min fikirîban dê xwe êxistiba çend tengasiyan? Biînin ber çavên xwe ko ereban gotiba:
Li şûna “wezentu eltifah” ê gotiba “sehebtu eltifah” (min sêv kêşa).
Li şûna “reseme Bîkaso lewhat kesîre”yê gotiba “sehebet Pîkaso lewhat kesîre” (Pîkasoyî gelek keval kêşan).
Li şûna “min ecil dirasetî fî elcamîe, aneyt muanat muteeddide”yê gotiba “min ecil dirasetî fî elcamîe, sehebtu muanat muteeddide” (jibo xwandina li zanîngehê min gelek zehmetî kêşan).
Li şûna “mee elesef kesîr min elmurahiqî Kurdistan yeddexenûn secayir”ê gotiba “mee elesef kesîr min elmurahiqî Kurdistan yeshebûn secayir” (mixabin gelek ji sinêleyên Kurdistanê cigareyan dikêşin).
Lê binihêrrin ko tenê dema yê ereb gotiba la tisheb elweter, seyesqut elxîme, dê paçve li goreyê hevoka kurdî di zimanê erebî da jî dirist hatiba. Hevokên dî hemî li goreyê erebîya erebî şaş in. Lê ko ereban xwastiba zimanê xwe li goreyê zimanê kurdî li qalibî daba, hingê ew hevokên mîna yên serê jî dê dirist bûna.
Gelek mînakên wekî vê, lê bervaj, di zimanê kurdî da hene. Di soraniyê da li goreyê zimanê erebî dibêjin le katî êsta da, jimarey danîştuwanî em şare 80 hezar kes e. Û dibe ko hûn bizanin di kurdiyê da ne pêdivî ye li vêderê bibêjî di dema niha da, jiber ko eger te got niha, hijmara akincîyên vî bajarî 80 hezar kes in me‘naya hevokê bê girê ye û hemî kesên kurd yên ko naxwazin li goreyê erebîyê bihizirin dê bizanin ko me‘naya nihayê di wê hevokê da bi temamî wekî me‘naya fî weqt elhadiran fî weqt elrahinya erebîyê ye. An gelek kurd niha dibêjin civata parêzgeha Dihokê kombûnek girê da ko deqûdeq paçveya erebî ya eqede îctimaiê ye. Kurd dewaran girê didin lê civînan çê dikin an hema bi kurdî kom dibin an dicivin.
Li bakurê Kurdistanê jî dibêjin ez bi telefonê li te gerriyam an dibêjim ez vê xebatê jiyan dikim û gelek nimûneyên dî yên ko ez naxwazim bi wan nivîsara xwe berdirêjtir bikim û ji babetê xwe dûr bikevim.
Da em vebigerrîn ser mijara xwe.
Ingilîziyê peyva ”activismê” li berahiyê ji elmaniyê qer kir. Di zimanê elmanî da, li destpêka sedsala bîstê peyva ”aktivismusê” wekî ramaneka felsefî peyda bû. Li goreyê wê hizra felsefî hemî têgehiştin û têderînana me ji ketwarê hebûnê anko realîteyê çalakî anko bizava hizir û hişê mirovî ye û bê çalakî û bizava hişê mirovan çi ketwarek nabe. Havilîya ketwar anko babetê zanîn û hestpêkirinê û hişê mirovan girêdayî çalakî anko karê hişê mirovan e. Lewma ew ramana felsefî bi navê ”aktivismusê” hat navkirin. Ko li goreyê kurdandina peyvên dî yên wekî vê be, dibê ramana felsefî ya vê peyva elmanî (û ya ingilîzî ya wê) di kurdiyê da bibe ”çalak-bawerî” anko bawerî ya bi çalakan.
Peyva ingilîzî ya activistê paşê li ber qalibê peyva activismê hat çêkirin; çawa ko marksîst li ber marksîsmê, kapîtalîst li ber kapîtalîsmê, sosyalîst li ber sosyalîsmê û gelek peyvên dî yên wekî wan dihên çêkirin. Ko em peyveka wekî marksîst werbigerrînîn kurdiyê, dibêjîn marksî, an marksî-bawer. Ko weha be dibê aktîvîst jî bibe çalak-bawer.
Lê pirsgirêk ew e ko pişt ra, zêdetir jî jiber gotara Arthur Shlezinger ko li sala 1947-ê di kovara Fortune Magazine da hat belavkirin, gelek aqarên dî li ber ramana vê peyvê ko li destpêkê tenê zaraveka felsefî bû vebûn. Di wê gotarê da Arthur Shlezinger behsa çalakbawerîya dadî anko dadgehî dike. Ew dibêje ko hindek caran dadwer anko qadî li ser bingehê bîrûbawerên xwe yên siyasî û civakî birriyarê bide û binemayên destûrî û qanûnî pişt guh ve bihavêje. Her ji wê demê ve heta niha ew gengeşe di nav civatên qanûnî û dadgehî yên Welatên Yekgirtî yên Emirîkayê da bi dûmahî nehatiye. Lê karekê weha kir ko peyva aktîvîsmê bikeve ser devê gelek xelkê dî û wekî zaravekê di siyasetê da jibo bawerî ya bi kiryar û çalakiyê jibo guhartina rewşa heyî bihêt xebitandin. Kesên ko xwe çalak-bawer anko aktîvîst dibînin pirranîya meremên xwe yên siyasî-civakî bi rêya xwenîşadanan, mangirtinan, girev anko mangirtinên birçê, nivîsîna nameyan û komkirina îmzayan, berbendkirina kirrîna berhemên diyarkirî, û bizavên dî yên mîna van ber bi pêş dibin. Kakila hizir û ramanê ew e ko ew kesên ko dixwazin guhartinên siyasî, civakî, aborî, ferhengî an jîngehî çê bibin dibê bi rêya çalakiyan bigehin armancên xwe û li benda damûdestgehên hukmetî û qanûnî nemînin.
Bi dîtina min, jibo vê ramana nû ya aktîvîsmê ko êdî ne peyvek ji peyvên biyava felsefeyê ye û ketiye nav qada siyaset û civakê, dibe ko baştir be mirov bi kurdî bibêje çalak-warî; wekî kurdewarîyê. Bi vî rengî, di kurdiyê da kengê merema me peyva felsefî be, dê bibêjîn çalak-bawerî û kengê jî merema me peyva siyasî-civakî be, dikarîn bibêjîn çalak-warî.
Bi vê paşxanê, navê çalakvan ne hema dûr ji merema dîrokî-siyasî-felsefî ya peyva aktîvîst ya ingilîziyê ye, ew li goreyê mekanîzma wergirtin û avakirina peyvên kurdiyê jî nîne. Paşgira -vanê li pişt peyva çalakê peyva çalakvanê çêdike ko di kurdiyê da ramana wê şivan anko çavdêr û berpirs û serperştê çalakan e. Aktîvîst bi ramana kesê ko bawerîya wî ya felsefî û siyasî ew e ko divêt kesekê çalak hebe heta bikare guhartinên civakî-siyasî-aborî çê bike, divê di kurdiyê da bibe çalakbawer an wekî min li vê dawiyê got çalak-war.
Bila em mejiyê xwe bi qalibê peyvên biyanî tewşomewşo û tevlihev nekin. Ji xwe hişê me kurdan ne gelek zelal e.[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 4,212 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://gulanmedia.com/- 21-12-2022
Linked items: 88
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 29-12-2013 (12 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Linguistic
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 21-12-2022
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 22-12-2022
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 21-12-2022
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 4,212 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.219 second(s)!