Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  582,456
Images
  123,323
Books
  22,038
Related files
  124,590
Video
  2,187
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,665
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,191
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,635
عربي - Arabic 
43,433
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,350
فارسی - Farsi 
15,493
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,020
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,191
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,152
Articles 
2,517
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
252
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,191
PDF 
34,596
MP4 
3,800
IMG 
232,295
∑   Total 
271,882
Content search
Andok Serhed - Alî Nûrî
Group: Martyrs
Every corner of the country, from east to west, from north to south... becomes a source of Kurdipedia!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Andok Serhed - Alî Nûrî
Andok Serhed - Alî Nûrî
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Andok Serhed
Nav û paşnav: Alî Nûrî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dê û bav: Fatma - Ahmet
Dîrok û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022’an / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Bajarê Kobanê ku navê wê bi azadî û berxwedanê tê binavkirin, bi zarokên qehreman ên ku mezin kirine, ji bo mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e. Hevrêyê me Andok di malbateke welatparêz a ku bi sedsalan li vî bajarê qedîm çanda Kurdî parastiye hat dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz in û di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de cih girtine, hevrêyê me Andok ji temenê xwe yê biçûk de bi hişmendiya welatparêziya Rêber Apo mezin bûye. Hevrêyê me Andok, ji ber ku salên destpêkê yên ciwaniya xwe bi destpêka Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bû, di nava şert û mercên şoreşgerî de kesayeta xwe ava kir. Ji bo vê jî hevreyê me Andok bi şoreşa gelê me mezin bû û wî bi xwe jî di nav şoreşê de cih girt. Hevrêyê me Andok jî bi hişmendiya ku pêşengê civakê ye, mîna her ciwanê Kurd ê bi rûmet, hewl dide hêviyên gelê me bi cih bîne û bibe layiqî hevrêyên xwe yên ji bo gelê me canê xwe feda kirine. Ji bo vê jî beşdarî çalakiyên ciwanan bû û bi biryar bû ku bibe şopdarê stêrka me ya sor Alî Çîçek. Demeke dirêj di gelek astên xebatên ciwanan de cih girt û xwest bersivê bide pêdiviyên pêvajoya şoreşê. Dema guncav bû pêşengiya çalakiyên sivîl kir û weke hilgirê daxwazên gelê me cih girt û dema pêwîst bû li eniya şer meşiya û gelê me li hemberî êrîşên çeteyan parast. Hevrêyê me Andok ku ji bo layiqî mîsyona pêşengiya ciwanan be kedeke mezin da, bi enerjiya ciwantiya xwe û her wiha bi zelalbûna armanca xwe bû şoreşgerekî pêşeng. Hevrêyê me Andok ku bi serkeftina xwe ya di xebatên ciwanan de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, ti ​​carî xwe bisînor nekiriye. Her tim li rêyên têkoşînê geriyaye û bi awayekî herî baş xizmeta gelê me kir. Hevrêyê me Andok ku li dijî êrîşên dijmin li gelek eniyên herêma Rojava cih girt, di pêvajoya şer de rastiya dijmin nas kir û rûyê talanker û qirker ê dewleta Tirk a dagirker bi awayekî zelaltir dît. Hevrêyê me Andok ku bi taybet di dema şerê Efrînê de şahidiya komkujiyên li ser gelê me bû, soz da ku ew ê tola gelê me hilîne.
Hevrêyê me Andok zanibû ku bi tevlîbûna nava refên gerîla dikare vê tola xwe hilîne, di sala 2018’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîla bû. Rêhevalê me Andok ê ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla di warê leşkerî û bîrdozî de jêhatîbû, xwest li tunelên berxwedanê û di çarçoveya tîmên gerîla de li gel hevalên xwe li ber xwe bide. Ji bo vê jî xwe di taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû de pêş xistiye û bi hostayî helwesta gerîlatiyê pêk aniye. Hevrêyê me Andok ê ku bi beşdarbûna di berxwedana dîrokî ya li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna de, xwest erka xwe ya weke milîtanekî pêşeng Apoyî bi cih bîne. Ew li benda wê kêliyê bû ku tevlî berxwedanê bibe da ku ezmûnên xwe bike pratîkê. Hevrêyê me Andok hem ji aliyê afirîneriya taktîkî ve hem jî di naskirin û bikaranîna çekên gerîla de her tim xwe pêş xistiye. Ji ber vê yekê li gorî şert û mercên şer bi tevahî xwe perwerde kir û bi cih kir. Wext hat, ji bo li hemberî dijmin têkoşîneke bi bandor bimeşîne, her kêliya xwe bal kişand ser xwe û di dema şer de feydeya vê yekê dît.
Hevrêyê me Andok ku li dijî êrîşên dijmin ên di sala 2022’an de li dijî herêma Metîna pêk anîn, bi tevlîbûna tîmên gerok çû eniya şer, ji roja destpêkirina êrîşên dagirkeriyê heta kêliya ku gihişt şehadetê beşdarî gelek çalakiyan bû. Dizane ku di her derbeya ku li dewleta Tirk a dagirker dixe hem tola hevrêyên xwe yên şehîd û hem jî ji gelê me hiltîne. Hevrêyê me Andok ê ku bi sekna xwe ya lehengî û fedaî di şer de taca xwe ya dilsoziya tevlîbûna jiyanê girt, di 27’ê Cotmeha 2022’an de di êrîşên dijmin ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî de şehîd bû û cihê xwe di nava berxwedana karwanê şehîdan de girt.
2. Me di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Mijdara 2022’an de diyar kiribû ku hêzên me di 27’ê Cotmeha 2022’an de li herêma Şehîd Piling a Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî komeke dagirker xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 12 dagirker hatibûn cezakirin û 8 dagirker jî birîndar bûbû. Di van şer û êrîşên hewayî de hevalên me Sîpan, Cesûr û Rojger piştî şerekî qehremanî şehîd bûbû. Me nasnameya hevalê we Sîpan û Cesûr eşkere kiribû û diyar kiribû em ê nasnameya hevalê xwe Rojger piştre eşkere bikin.[1]
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,947 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
Linked items: 3
Group: Martyrs
Articles language: Kurmancî
Day of Martyrdom: 27-10-2022
Cause of death: Terrorist acts
Country - Region (Martyrdom): South Kurdistan
Country of birth: West Kurdistan
Gender: Male
Language - Dialect: Kurdish - Badini
Military rank: Soldier
Nation: Kurd
People type: Military
Place of birth: Kubanê
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئەڤین تەیفوور ) on 28-01-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 28-01-2023
This item recently updated by ( ئاراس حسۆ ) on: 29-07-2025
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,947 times
QR Code
Attached files - Version
Type Version Editor Name
Photo file 1.0.145 KB 28-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.875 second(s)!