Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  584,663
Images
  123,884
Books
  22,079
Related files
  125,547
Video
  2,192
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,291
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,503
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,692
عربي - Arabic 
43,830
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,570
فارسی - Farsi 
15,707
English - English 
8,514
Türkçe - Turkish 
3,819
Deutsch - German 
2,029
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,195
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,156
Articles 
2,529
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,295
PDF 
34,642
MP4 
3,829
IMG 
233,285
∑   Total 
273,051
Content search
Nivîsîna dîroka jinê
Group: Articles
Due to Kurdipedia, you know what happened on each day of our calendar!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Nivîsîna dîroka jinê
Nivîsîna dîroka jinê
=KTML_Bold=Nivîsîna dîroka jinê=KTML_End=

Fermandara QSD’ê Rojda Felat derbarê girîngiya rola şervanên jin ên di Pêngava “Cenga Mezin” de axivî û got: “Jin bi destê jinê tên rizgarkirin. Ji ber vê yekê Reqa wê bibe mînakeke ku hîn di dîrokê de nehatiye dîtin. Berxwedan û têkoşîna jinên Rojava di dîroka cîhanê de wê dîroka jinê binivîsine.”
Pêngava rizgarkirina nava bajarê Reqayê “Cenga Mezin” ku bi pêşengiya QSD’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin, bi serketinên nû didome. Pêngava ku herî zêde şervanên jin ji bo tolhildana jin û zarokên Êzîdî tê meşandin, roj bi roj ber bi serketinên mezin ve diçe. Fermandara QSD’ê Rojda Felat rewşa dawî ya li Reqayê nirxand. Rojda Felat diyar kir ku ev demek e ku dest bi pêngava rizgarkirina navenda bajarê Reqayê kirine û got, “Em di nava tevgereke bi lez de pêngava rizgarkirina navenda bajarê Reqayê didin meşandin. Ne di milê şerkirinê de, di warê rizgarkirina jinên ku di destê DAÎŞ’ê de mane û bi taybetî jinên Êzîdî û jinên Ereb ku di bin zilma DAIŞ`ê de ne. Em weke jin, nêzîkatiyên me li ser vê bingehê ne ta ku em karibin vê îdeolojiya qirêj ku îro li ser jinê tê meşandin, bi dawî bikin.”
=KTML_Bold=Li Tebqayê tabûrên jinên Ereb tên ragihandin=KTML_End=
Rojda Felatê behsa rizgarkirina sivîlan û her wiha tevlîbûna jinên Ereb a nava şervanan de kir û got: “Her ku diçe cihên di bin destê DAIŞ’ê de tên rizgarkirin. Beşdarbûna jinên Ereb a nav refên me jî zêde dibe. Jixwe, mînaka wê jî rizgarkirina Tebqayê ye ku di demeke nêz de wê tabûrên jinên Ereb lê bê ragihandin. Di milê Reqayê de jî xwesteka beşdarbûnê zêde ye û bi germahiyeke mezin jin tevlî nav refên me dibin. Sivîlên ku tên rizgarkirin jî bi kêfxweşiya rizgarkirinê me pêşwazî dikin û dibêjin, wan her tim dixwest ku YJŞ, YPJ û YPG`ê li wan guhdarî bikin. Lê çeteyan nedihişt û li wan qedexe dikir. Ev dide xuyakirin ka çiqas rêxistina me weke jin bandoreke xwe ya kûr çêkiriye.”
‘Em ê serketinên mezin bidest bixin’
Rojda Felatê got, armanca wan rizgarkirina jinên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye û wiha domand: “Ev çend sal in jinên Şengalê û gelek jinên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin, rastî hemû pêkanînên dijmirovahiyê hatine. Ji ber wê, tevahiya jinên tên rizgarkirin, armanca wan a destpêkê tolhildan e. Bi vê armancê jinên Şengalê jî cihê xwe di nava hemleya rizgarkirina Reqayê de digirin û berxwedaneke mezin dikin. Ev yek jî weke tola komkujiya li Şengalê ye. Jinên ku heta niha di destê DAIŞ´ê de ne ku ew jin ji Mûsilê, Tebqa û gelek cihên din anîne Reqayê, wê îro bi destê jinan bên rizgarkirin. Em di vê baweriyê de ne ku em ê serketinên mezin jî bi dest bixin.”
=KTML_Bold=Çarşefên reş û tarîkirina jiyanê=KTML_End=
Rojda Felatê diyar kir ku ew ê êdî wan çarşefên reş li ser jinan nehêlin û jin wê bi berxwedana xwe wan çarşefan biqetînin û wiha pê de çû: “Em ê hêdî hêdî van çarşefên reş li ser jinan rakin. Çeteyên DAIŞ’ê gelek zilm li jinan kir. Ji bo wê jin zû bi zû nikarin vê trawmaya kûr ji ser xwe biavêjin. Em ê di milê civakî, civîn û nîqaşan de hewl bidin vê yekê bi wan bidin fêmkirin. Ew çarşefa reş ji bo ku jinan di tariyê de bihêlin û mêjiyê wan reş bikin, li wan hatiye pêçan. Berçavkek jî xistine ber çavên jinan da ku nehêlin ew jin li derdora xwe binêrin. Eger jin karibin vê çarşefê ji ser xwe bavêjin wê bi hêza xwe, enerjî û jîrbûyîna xwe gelek tiştan biafirînin.”
‘Jin bi destê jinê tê rizgarkirin`
Fermandara QSD’ê, Rojda Felatê anî ziman ku ew bi berxwedan û têkoşîna jinan gelek bi bawer in û got, jin bi destê jinê rizgar dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rizgarkirina Reqayê wê bibe mînakeke pirr mezin. Ji ber ku hîn ti caran mînakên bi vî rengî di dîrokê de çênebûne. Ji ber ku jin bi destê jinê tên rizgarkirin. Jin wê bi xwe hînî parastina xwe bibin. Ji bo vê jî wê Reqa bibe mînakeke ku hîn di dîrokê de nehatiye dîtin. Berxwedan û têkoşîna jinê di dîroka cîhanê de wê dîroka jinê binivîsine.”
BERÇEM CÛDÎ/ŞÛJIN/REQA
[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 2,390 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
Linked items: 8
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 22-08-2017 (8 Year)
Content category: Report
Content category: Women
Country - Province: West Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئەڤین تەیفوور ) on 24-04-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 27-04-2023
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 2,390 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.422 second(s)!