Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  584,816
Images
  123,941
Books
  22,083
Related files
  125,663
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,592
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,553
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,711
عربي - Arabic 
43,854
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,622
فارسی - Farsi 
15,767
English - English 
8,522
Türkçe - Turkish 
3,821
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,158
Articles 
2,534
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,347
PDF 
34,671
MP4 
3,832
IMG 
233,692
∑   Total 
273,542
Content search
Welî Sebrî: Yar û Mirad - 7
Group: Articles
Each picture is worth hundreds of words! Please protect our historical photos.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Yar û Mirad
Yar û Mirad
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -7-=KTML_End=
Weli Sebrî

Ma îca tu nabînî, rebena Muhbê! Tu nabînî ne nevî û ne jî Xeloyê mêrê te guh dide te. Mal ava, îca çima tu xwe diwestînî û çima weha emrê xwe pûç dikî. Dev jê berde û here ji xwe ra li ciyê xwe rûne, malmîrat. Ew jî ji xwe ra hema çer dike bila bike, weyy…”
Mal ava, çima tu berê xwe didî mêrê xwe û di pey ra jî dikî bîzot û berdidî xwe. Qey ne bi salan e ku tu mêrê xwe bi nêzikê va dinasî, malava. Nebû Pîrikê qet nebû. Qet nebû û te bi xwe camêrê delal gurr kir û berda xwe.
Eha, de niha jî dengê xwe bibire, here li ciyê xwe rûne û di pey ra jî guh bide. Xeloyê kalik, li ser axaftina wê berê xwe dida wê û û…Xwe carê carekê gij dikir û bi xişîmek di ser feqîra min ra digirt.
Gopalê xwe jî liba dikir û hem jî gotina xwe dikir û êdî digot û digot; geh bi nermojkî û geh bi wê hêrsa kalî…
Pîrika Muhbê! Te kalo kiş kir ma ne weha ye? Erê, te kiş kir û de êdî tu û şansê xwe. Xeloyê kalik jî, ne Xeloyê berê bû.
Na, ne bi hedûra berê û ne jî aramî aramiya berê û zû behnteng dibû.
Na, nedikarî her gotin û axaftinê rabike. Ger ku pirs û pirsgirêk jî Dildar be, tew nedikarî. Na! Hestiyê zimanî jî nebû û wî jî çavên xwe digirt û devê xwe jî vedikir.
Yekem digot:
“De bes e, qîzê. Weyy, îca ev çi ye tu weha dikî, mal ava. Qey tu aşiq û mitribî ku tu wiha dikî, Muhbê. Bûye virevira te û tu qet nasekinî.
Ev çî ye tu weha dikî? Di êvara xwedê da bûye guregura te fîtozê û te ne aqil û ne jî hiş hişt.
Dîsa tu rabûyî û te agir berda vî dilî û di pey ra jî xwe da alî. Qey tu dibêjî ez bi wê hunera te nizanim ma ne weha ye. Kal û nezane. Helbet dizanim. Qîzê, tu jî dizanî ku ez êdî kalekî ji kalan im, û ne aqilê min dibire, ne jî hişê min digre. Ka de bibêje ji ber vê destê te ez serê xwe bigrim û di ku da herim, di ku da.
Ka de tu were riyek nişanê min bide, rê… Riya xêrê nişanê min bide ezê bikaribim pêsîra xwe ji te zalimê xilas bikim. Ne zêde, lê bi qasî misqalekê aqil û hiş bû û ew jî bi saya te nama û li min winda bû. Te dilê xwe bi min rehet kir, hi.
Xwedê ji te razî be, qîzê! Ma qey meriv hewqasî jî ji rê derdikeve, hii…”
Disekinî disekinî û carekê din digot:
“Weha bîla sebeb meriv berê xwe dide mêrê xwe û wî aciz dike; dir û dir û dir… Min qet tiştekî ji te fêm nekir û ez jî nizanim ku ka ezê ji te ra çi bibêjim.
Bavo, de Muhbê ye û Muhbê jî heta ne bi heytehol û teşqele be, ne rehet dike û ne jî rehetî dide. Di vê êvara xwedê da devê xwe vekiriye û sekna wê nebûye.
Mal xirab, ne dibêje min Xeloyê mêrê xwe, ne jî dibêje min neviyê xwe helak û perîşan kir.
Qet nizanim ku ka tu dawa çi dikî û ji min rebenê xwedê jî çi dixwazî.
Na, tobebe ku ez li ber xwe dikevim. Ez li ber xwe nakevim, lê ez li ber berxikê xwe dikevim û ew perîşan û helak bû, ew… “
Ji alikê va wî dest diavêt kîsikê titûna qaçax û ji alikî va jî axaftina xwe dikir û didomand.
Digot:
“Tew qet xema te jinikê ye ku nevî heye an tuneye. Ji xwe kal bi xwe jî nîne û qet nebûye. Ger ku hebûya ji xwe nediket vî halî.”
Cixare ya pêçayî şil dikir, dida ser lêvê xwe, lê vênedixist û wer dihîşt û ji axftinê nediqetiya.
Belê, wî axftina xwe didomand.
Didomand û digot:
“Ax, Muhbê! Kerê, tu qet ji xwedê natirsî, hi. Na bavo, Muhbê û tirs…!? Na, çi tirs û çi hal…Tirsa wê ku hebûya ne wê berê xwe dida min û ne jî radibû bîla sebeb weha pêşkarê min dibû. Ma meriv nabêje Xelo hem kal û hem jî bêwar e. Ku bigota mêrê min kal e, ne radibû di ser min ra digirt û ne jî min weha ji hal dixist û dibehijand. Na! Ne teze, lê bi salan e ez Muhbê dinasim. Ji der û cînarên xwe ra her dost û yar, ji min ra jî gurê har…
Erikk, bavo! Ji boyê xwedê îca meriv nikare di vê malê da xolekî behna xwe bigre û rehet bike, weyy. Îca meriv nikare di vê malê da hema weha şevekê ji xwe ra bê qal û qir rûne. Ez li Muhbê digerim, li Muhbê. Kal, li Muhbeta Xelîl digere. Na, bavo çi Muhb!
Muhb nînê û çû ye, ji xwe ra Harsa File hatiye û li dewsa wê rûniştiye…” Cixare ya wî li ser lêv nediket, lê wî dest bi yeka din dikir û dipêça. Car hebû diaxifî, lê bi wê hêrsa xwe diaxifî.
Bi dengekî bilind diaxifî û digot:
“Gundîno, der û cînarên ezîz! Bila haya we gişkan ji Muhba ji min hebe û hûnê paşê nebêjin me nebihiztiye. Muhbê, bûye wek agir û bîzot û bi min ketiye.
Kes nemaye û îca jî qîza kafirbavê berê xwe daye min û di pey ra jî dev kiriye can û cesedê min û min dihêre. Dihêre, lê wek çawa destar bihêre bi wî awayî, dihêre.
Îşev jî wê hem mala min şewitand û hem jî pergala min belav kir. Ne Muhbê ye, lê bûye aşê gergerok û min liba dike û tîne dibe. Meriv xolekî dike navbeynê û disekine. Ax, lê de Muhbê…? Na bavo, çi sekanan û çi hal. Na, bila xwedê neke…”
Dema ku zêde dirêj dikir û bi hêrs diaxifî jî, hema bi carekê kuxîn pêşkarê wî dibû û di wî da hal nedime. Xolekî disekinî gewriya xwe paqij dikir û dîsa berê xwe dida axaftina xwe û gotina xwe jî dikir.
Digot:
“Muhbê, serê xwe li ber xwe netewîne û rabike. Rabike û li çavên min kalî mêze bike. Na, tenê mêze neke, lê baş jî guh bide min û ka ez dixwazim ji te ra çi bibêjim.
Ger ku tu bibî destar jî tu nikarî min bihêrî. Tu çi dikî- bike tu ne bi min, lê tu ancax ancax bi xwe dikî. Tu car li belaya xwe negere û ji min jî dûr bisekine.
Qey îca tu şalûl û bilbilî, tu tê li ser min dixwînî û dixwînî. Ma îca tu nizanî dilê xemgîn ne wek şalûl û bilbilan, lê wek pepûgên kavil û kolxenayan bi merivan dide xwendin.
Na, tu ne şalûl û bilbilên li ser avên çem û kaniyan î û ne jî tu pepûgeg ji pepûgên kavil û kolxaneyî tê û dixwînî. Tu Muhbêyî, Muhbê. Dengê xwe bibire û li ciyê xwe jî rûne. Te berê xwe daye min û vî lawikî û tu jî nizanî ku ka tu çi dixwînî. Kalo, bibêje xwelî li nav çavên te kalî ku te Muhbê naskir. Te naskir îca çi havil kir…”
Kal e û kal jî bi axaftin û xweyîgotin bû. Bi qasî xolekî disekinî, difikirî û di mejiyê xwe de gotina xwe li qenterê dixist, dianî û dibir û dîsa berê xwe dida axaftina xwe û nebêje jî nabe.
Digot:
“Qîzê! Vî kalî, ji dilê te hez dikir, ji dilê te. Ji ber ku dilê te her bi wê germiya xwe tîn dida û hestiyê min germ dikir. Axftinên te sûddar û min jî ji wan axaftinan hiz dikir. Ji ber ku her gotinek te ji min ra hem qiwet û hem jî moral bû. Ax, lê de îşev jî te ne ji wê hizkirina xwe, lê te jan da û di pey ra jî te dîn û îmana min bir.
Mimkun e gunehê te bi min neyê, lê qe ne bila bi neviyê te were. Ax, de ziman e û zimanê te jî carekê vebû wek aşê gergerok e.
Erê, wele! Wele, carekê ku vebû jî meriv dibêje Muhbê ne Muhb e, lê hespekê ji hespê kihîl û daye rêya zozanên Bingolê û dibezîne.
Îca ka ezê çi bibêjim, zonde aste çîno erzeno şono.(Hestiyê zimanî, nîne. Tu çi bibêjî, bê fayde û nafîle…) Muhbê ye û Muhbê jî her bi virevir, galgal û şemata xwe ye. Vacê û vacê.
Eha, bu nesîbê min û min îşev jî dît. Ev jî wêneyek ji wêneyê min û te ye. Di vê wêneyê da jî ji me yek muptela û yek jî bi navê xwe bela ye. Di vê malê da qey kar nîne tu herî karê xwe bikî. Lê nare, bavo. Na, na! Çima dihere. Bila nere û çer hebe îşev bûye nêçîrvan û li nêçîrê digere û ji kalî çêtirîn jî nêçîr, nîne.
Şev li min herimî, lê çer herimî. Geh wê berê xwe da kal û kalê reben tevizand û geh li Dildarê min hat xezebê û ne hîşt ku delalê min were cem min û pê şa bibim.
Ax, ax! Îşev ne min karî ez bi Dildarê xwe şa bibim û ne jî bi wî ra bişewirim. Bela jî Pîrikê hat û bû xiştik li min ket. Çi bibêjim bela ku hat nabêje hatim. Ax, de tu bisekine û ji min û te ra jî xwedê kerîm e, Muhbê.
Eha, vê gavê ezê dengê xwe bibirim û zêde jî nebêjim, lê de tu jî dua bike. Dua bike ku lawik li vir e. Ku ew ne li vir bûya, min dizanî minê ji te ra çi bigota. Ax, de jinik bi navê xwe Muhbê ye û tu ji wê ra çi bibêjî nafîle û bê fayde ye…”
Na, na! Her çiqasî ew bibêje; ‘ eha, vê gavê ezê dengê xwe bibirim û zêde nebêjim jî, …’gotin ne rast û dîsa jî diaxifî.
Kal û bikişe quncikî xwe; na, nebû. Erê, her çiqasî gotinên zîv nebe zêr jî, dîsa bi axaftin û diaxifî.
Wî bi xwe jî dizanî ku ger di rewşekî weha da meriv neaxife, diteqe. Bi xwe diaxifî û di ser da jî digot; Qîzê Muhbê! De êdî bes e, ha. Te hîşê min bir, weyy.’
Dema meriv guh bidaya axaftinên wî jî meriv digot qey ew bê xeta û bê qisûr e û hema gunehkarê herî mezin jî jina wî bi xwe ye.
Ax, de çer hebe carekê navê Pîrikê derketiye û bila kalik jî her bi pîr û pakiya xwe be. Heta ku camêr bi hêrsa xwe bûya ne wî xwe dida alikî û ne jî disekinî. Dengê wî bilind û gilî û gazinên wî jî bi wî ra û ka feqîra min dikarî çi bike. Ji xwe ra xwe komê ser hev dikir û guh dida mêrê xwe.
Kîsikê titûnê li ber wî û titûn jî titûna Mûşê, zer û tel bi têlî bû. Nayê zanîn ka çima, lê hata niha ji nav cixareyên pêçayî wî yek hilnedabû û nekişîndibû. Niha jî destê xwe kiribû berika şal û şapikê xwe û li heste û taxima cixarê digeriya. Taxima cixarê ji kevirê Oltiyê û timî jî li gel wî bû.
Di berîka xwe da destê xwe diani û dibir, seh dikir, lê nedikarî doz bike. Dema nedikarî doz bike jî, hêrs dibû, xwe bi xwe dikir miremir û li çavên Muhbê mêze dikir.
Alikarî bû û wî jî ji wê jî dixwest.
Xwe bi xwe jî dikir miremir û digot:
“Lo, lawo! Ka li ku ye ev heste û taxima min…? Hela hela, ne di vê berika min da bûn. Muhbê di min da hiş hîştîye ku ez bizanbim ka min daniye ku…! Na, ne taxim û ne jî heste ye. Ne gavekê berê li ber min û min pê cixare kişandibû.
Na, bavo! Muhbê û di serê merivî da aqil û hiş bihêle. Wax û heywax! Lo, kalo tu jî diketî vî halî…”
Dema ku di lêgerê da doz nedikir îca jî berê xwe dida Pîrika Muhbê û hem xwe dida belengaziyê û hem jî ji wê alîkarî dixwest.
Eyar dida dengê xwe û digot:
“Jinik! Ka de rabe were bibe alîkarê min belengazî û lê bigere, ha. Lê bigere; belkî belkî, dîsa doz bike tu doz dikî…”
Pîrika Muhbê jî ku ranebe ka îca kê heye û kê rabe.
Ji ciyê xwe diliviya, radibû û di hatinê da jî li derdor mêze dikir; destên xwe dikir bin balgiyî, li berikên wî digerand û di pey ra jî hem taxim û hem jî hesteyê wî doz dikir û dida ber wî.
Di dayînê da jî digot:
“Eha, min ji te ra doz kir. De here ji xwe ra cixareya xwe bikişîne. Bikişîne, lê ji kerema xwe ra dengê xwe jî bibire û deng neke. Deng neke, ji ber ku ji ber guragura te hem dilê min, hem jî sêrê min bi êş û diêşe…”
Piştî vê gotinê jî ber bi neviyê xwe mêze dikir û digot:
“Wîî min qidayê te çavbelekî girto. Kero, qey te Pîrika xwe ji bîr kiriye ku tu berê xwe nadî min û nayê cem min; erê û erê…”[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,533 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://navkurd.net/ - 13-07-2023
Linked items: 21
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 00-00-2022 (3 Year)
Content category: Articles & Interviews
Content category: Book description
Content category: Novel
Content category: Literary
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 13-07-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 15-07-2023
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 15-07-2023
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,533 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.594 second(s)!