Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  584,935
Images
  123,987
Books
  22,086
Related files
  125,787
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,162
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Total 
273,795
Content search
Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -2-
Group: Articles
Kurdipedia's female colleges are contemporary archiving the suffering and successes of Kurdish women in their national database.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Fermana Şengalê
Fermana Şengalê
=KTML_Bold=Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -2-=KTML_End=
Agît YAZAR
Xelek 2

Ferman bi destê Melek Ahmed Paşa fetihkirina Çiyayê Bi Por, Çiyayê Sîncarê
....Eskerên li gel Paşayê me hatibûn, di sawgura sibehê de xwe di nava zinarên Sîncarê de veşartin û ketin kemînê. Heta Serlekê me Serlek Zipir 40 bêyreq, nola mozên zer, arê bi şewat bera Çiyayê Bi Porr(çiyayê şengalê) û ew jî ketin kemînan. Dema roj hilat û dinya ronî bû, konên artêşên bi qasî deryayê li Pahnava Sîncarê vegirtibûn û nola lalezaran ew der xemilandibûn.
Heta sê rojan eskerên îslamê lek bi lek kişiyan hatin li Guhera Sîncarè kon û holikên xwe vegirtin û ew der xemilandin. Roj bi roj esker nola deryayê museletî li ser Kafirên Bi Por bûn.
Dema min ev hîkaye ji Firarî Mustefa Paşa re digot, ew ji xwe re dima seyer û heyirî. Wî jî li min vegerand û got:'Ewliya Efendiyê can û ceger, ew çiqas ceng kiriye û çendîn malê ganîmetê ji vî çiyayê bê yom anîye! Tu pê nizanî bê van melûnên Yezîdî çiqas kul xistine li ser dilê min. Di rûyê wan de Paşê gelek name ji min re şand û ez şermezar dikirim. Lê min ji ti kesî re negot û min rakirina fermana van kesên bi por di dilê xwe de kedî kir. Paşê me sefera li ser Xanê Bilîsê ji xwe re kir hincet û me berê eskerên xwe yên nola deryayê arasteyî wê hêlê kir. Bi emrê Elahê qadir û zindî, bi saya wan nameyan min guhê gelek kesan kişand û min tibabek malên wan ji wan sitendin. Paşê jî me rişmeyên hespên xwe ber bi vî alî ve şikandin û binêre vaye me ev der dorpêç kiriye.
Paşê jî Firarî Mustefa Paşa ji min tika kir got: 'can û cegera min Ewliya Efendî, tu bide xatirê Xwedê tu dê ji min re tim wanî qala fethên Melek Ahmed Paşa bikî.
Ez ê bûyera Çiyayê Bi Por(çiyayê şengalê) bikudînim û pêde biçim:
Ez benî wekî cenabê we jî pê dizane, hingê tam 70 beyreq sekman û piyadeyên bavê te, herwiha 10.000 jî yên axayên din hebûn. Tevdekên wan egîtên Abaza, Çerkez û yên Gurciyan bûn. Evana tev di gotina hev de bûn û xwedî namûs û xîreta Muhemedî bûn. Tevdekên wan ji dil û can êriş dibirin bi ser Yezîdên Melûn yên li serê Çiyayê Bi Por. Evana digotin înşeallah em ê bi şûrên xwe yên tûj, pirça serê temamê Yezîdan buqusînin, em ê mal û milkên wan ji xwe re wekî xenîmet ji xwe re bînin û em ê tola şehîdên Kerbelayê tola hz Husên ji wan hilînin. Evan egîtên Çerkez, Abaz û Gurciyan xîret dikirin êrişî ser Yezîdên Ser Pirç dikirin û digotin; em ê qîzên wan yên nola sitêrkên ezman pak û bedew bînin ji xwe re bikin carî û kole.
Û eskerên me yên Saricayê şikir dikirin ji tanriyê mezin re û digotin înşaleh em ê tevî wezîrê pîrê me Sultan Ahmed Han, Nasûh Paşa efendî ew ê ji heq van Yezîdên Bi Por were der. Ew ê tola Saricayên me ji vî Çiyayê Bi Por bistîne. Li cenga vî çiyayî, 7.000 egîtên me şehîd ketibûn. Înşaleh em ê tola van şehîdên xwe ji van Yezîdan hilînin. Hingê temamê tufnekçiyên me bi sond û peyman bi dil û can, temamê xaziyên muslumanan û bi hewldanên Melek Ahmed Paşa efendî temamê xaziyan bi xelat kir û ew teşwîqî şer kirin. Hinek ji wan bi çavtirsandinê ew şandin cengê.
Serê sibê ji 70-80 derên Çiyayê Sîncarê bi werîsan hilkişyan serê çiyayê asê, derketin ser her derên Çiyayê Bîsutûnê. Cî cîna dest bi cengê kirin. Şer, tam heft saetan di navbera Qewmê Şeytên de û eskerên Melek Ahmed Paşa de kudand. Şer ew çend dijwar bû, Melekên li ezmanan li ber şerê Melek Ahmedê li ser rûyê erdê lêvên xwe digezandin. Di vî şerî de 700 heb cengawerên me ketin li ser axê û şerbeta şehadetê vexwarin. Herwiha 3.060 Yezîdên Ser Bi Por telef bûn çûn.
Şer, heta tarî ket erdê berdewam kir. Paşê, dahola navberê bidin şer lêxist. Herkes di kozikên xwe de tilî li ser dîkê tivingê sekinîn. Xwarin û pêdiviyên wan li wan belav kirin.
Di wê tariyê de Kurdên Yezîd hatin diziya tiştên eskerên me. Eskerên me 800 heb kelê wan bi dest xist û ew şandin cehnimê, 75 heb jî zindî ji wan zevt kirin.
Wexta rojê avêt der û bû sibe, temamên xaziyên misilmanan ketin nava rez û malên Çiyayên Sîncarê, 300 herêm talan kirin ji hev de xistin. Lêbelê ne mirîşkek, ne çivîkek, ne ta, ne derzî, ne kelpîrek, ne xwarin, ne vexwarin û heta ne libek xerdel jî nedîtin(ango gûyê xwe jî ji wan re nehiştine) bi fermana Paşê melaên wan da ber pêta arekî kulxan, suloriya pêta agir çû bi qatê ezmanê heftan û heyştan re derket...
Dê bidome…
Wergera ji Tirkî: Agît Yazar
Têbinî 1: çi eleqeya tola Hz Husên bi vê komkujiya miletê Êzdî heye gelo? Gelekî eşkere ye dekbaziyek mezin di vir de xwe dide der. Ji qazî xwe li kerikî û nezaniyê datînin; Êzîdî wekî Yezîdî bi nav dikin, ango herwekî heşa xelkê me yên Êzdî ji Yezîdê lawê Muawiye ne û bi vî awayî miletên alîgirê Hz Elî jî li Kurdên Êzdî gurêx dikin.
Têbinî 2: werger ne bi dilê min e. Lewra bi Tirkiyeke gelekî tevlihev û lewitî hatiye nivîsandin. Encax ez dikanim wanî li hev biedilînim. [1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,527 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
Linked items: 14
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 27-02-2019 (6 Year)
Cities: Sinjar
Content category: Articles & Interviews
Country - Province: South Kurdistan
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Translation
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Original Language: Turkish
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 16-09-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 19-09-2023
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 19-09-2023
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,527 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.438 second(s)!