Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
About Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
 Search for
 Appearance
  Dark Mode
 Default settings
 Search
 Send
 Tools
 Languages
 My account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Library
 
Send
   Advanced Search
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 More...
 More...
 
 Dark Mode
 Slide Bar
 Font Size


 Default settings
About Kurdipedia
Random item!
Terms of Use
Kurdipedia Archivists
Your feedback
User Favorites
Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
Help
 More
 Kurdish names
 Search Click
Statistics
Articles
  584,990
Images
  124,081
Books
  22,092
Related files
  125,837
Video
  2,193
Language
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,808
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,574
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,727
عربي - Arabic 
43,924
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,827
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Group
English
Biography 
3,196
Places 
9
Parties & Organizations 
36
Publications 
50
Miscellaneous 
4
Image and Description 
78
Artworks 
17
Dates & Events 
1
Maps 
26
Quotes 
1
Archaeological places 
44
Library 
2,162
Articles 
2,536
Martyrs 
65
Genocide 
21
Documents 
251
Clan - the tribe - the sect 
18
Statistics and Surveys 
5
Video 
2
Environment of Kurdistan 
1
Poem 
2
Womens Issues 
1
Offices 
2
Repository
MP3 
1,432
PDF 
34,691
MP4 
3,834
IMG 
233,976
∑   Total 
273,933
Content search
Qedera Herêma Kurdistana Federal
Group: Articles
Kurdipedia is the largest project to archive our information.
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Qedera Herêma Kurdistana Federal
Qedera Herêma Kurdistana Federal
=KTML_Bold=Qedera Herêma Kurdistana Federal=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Di nivîsa borî de min bi berfirehî behsa mijara pêşeroja Herêma Kurdistana Federal kiribû. Generalê Amerîkî vê heftiyê çû Iraqê û bal kişand ser rewşa navbera kurd û ereban. Sedema ku min çîroka AKP’ê ji nû ve nivîsand jî ev bû. Dûzena ku nîha didin Rojhilata Navîn, bêyî ku rewşa Tirkiye û AKP were zanîn, nayê famkirin. Ji berk u Tirkiye û AKP aktorên esasî yên vê projeyê ne, her wekî Obama.Divê em gaveke din vê mijarê zelal bikin. Ez careke din li vir dibêjim; dinya jî li ser vê mijarê biçelqe, ev tişt dê wisa bibin. Jixwe general jî aşkere anî ziman ku kurd û ereban li hember hev kozik kolane. Birêz Ocalan jî 3 sal berê got: Dê kurd û ereban berdin ber hev, bila kurd baqil bin. Lê niha kurd ji baqiliya xwe bêhtir li hêviya aqilê Amerîka ne.Heke mesele ne ev bûya, AKP li hemberî Ergenekonê evqasî xurt nedibû. Ji bo wê bi kurtasî ez ê careke din şerê navbera AKP û Ergenekonê vebêjim.Nakokiya Navbera AKP û Ergenekonê:Gelek caran hate gotin ku AKP û  Ergenekon yek tişt in. Hate gotin ku herdu li hev hatine. Heta dema ku dadgehê biryar da ku AKP neyê girtin, bi dengekî bilind herkes wisa fikirî. Ya rast nakokiya navbera AKP û Ergenekonê qet tune. Jixwe Ergenekon bixwe tune. Tişta ku wekî Ergenekon hatiye binavkirin, sîstema rizyayî ya Tirkiyeyê bixwe ye. Þerê AKP û vê sîstemê jî nêzî 30 salan e heye, kûr e.Kî çi bêje bila bêje, li vî welatî tenê kurdan êşkence, êş û azar nekişandiye. Helbet ya kurdan tenê ne êşkence ye, tevkujî jî heye, tunekirin jî heye. Lê girseyeke din jî wekî kurd û tirk hene ku ev 85 sal in dewletê nehiştiye ku pêdiviyên ola xwe bi cih bînin. Medrese hatine girtin, teke û zaviye hatine qedexekirin, heta demeke mizgeft bûne tewla hespan. Dêrên ermenî, keldanî û suryaniyan jî wisa. Ji ber vê yekê nakokiya ku di navbera AKP û Ergenekonê de xuya dike, kûr e. Lihevkirina wan ne mimkûn e. Heke em li karaktera misliman û gelên Rojhilata Navîn binihêrin em ê bizanin ku heta yek zora yê din nebe û heyfa xwe baş hilnîne, lihevkirin çênabe.Endamên Ergenekonê di weşanên xwe de vê mijarê derdixin pêş û tînin ziman ku AKP dê rojekê ava kezabê bavêje ser çavên jinên ku serê wan vekirî ye. Ev ne rast e helbet, derdê AKP’ê ne ew e. Ergenekon naxwaze fam bike ku mijar bêhtir bi Pirsgirêka Kurd û Dûzana Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Bi rastî min hêvî dikir ku fikr û ramanên wan der barê kurdan de biguharin, lê mixabin ku mûyekî jî guhertin tuen. Lê mexdûrên ku di hindur AKP’ê de civiyane, heta ku îqtîdarê têxin destê xwe dê vî şerî bidomînin. Îslam jî, Amerîka jî, tiştên ku Ergenekonê kiriye jî hemû di destê AKP’ê de amûrên riya îqtîdara esasî ne.Ji bo AKP’ê li hev hatiye ku daxwazên wê û Amerîka di vê demê de hevdu digirin. Ev hevaltiyeke qismî taktîk e, lê bêhtir stratejîk e. Amerîka dizane ku li Rojhilata Navîn ji bo serdestî û dûzaneke nû alîkariya mislimanan lazim e. Ev yek ji bo AKP’ê bes e. Polîtîkayên berjewendîparêz ên cîhana me wisa dimeşin. Li vir jî, li wir jî wisa ye.Li Herêma Kurdistana Federal vekirina dibistanên Fethulah Gulen girêdayî vê mijarê ne û li wir hêzek kurdan tune ku bikaribe li hember vê yekê raweste. Av bi ku ve biherike kurdên Herêma Kurdistana Federal jî biwî alî ve diherikin. Jixwe bi dehan caran rêveberên wê ji me re gotin “hûn kurdên bakur sehişk in û hûn li konjekturê nanihêrin. Di cîhaneke wisa de ku her tişt di destê Amerîka de, web i qirpika sosyalîzma bêxwedî girtiye.”Niha kurdên Herêma Kurdistana Federal hatin cihekî wisa ku qedera wan bi helwesta kurdên bakur ve hatiye girêdan.Amerîka dixwaze herêmê bi Tirkiyeyê ve girêde. Li gor lêkolîn û raporên Amerîkayê kurdên başur jî wisa dixwazin. Em jî dizanin ku kurdên başûr gelekî ji Stenbol hez dikin û dixwazin hêsantir biçin Stenbol û vegerin. Ji çûna Bexdayê gelekî xweştir e bi rastî. Lê rêveberên Herêma Kurdistana Federal wisa nafikirin. Hinek kesên ku ez bixwe bi wan re axivîm, gotin:“Heke ev ax yekcar tevî axa Tirkiyeyê bibe, heke di hilbijartinekê de kurdên Amed û Hewlêr biçin ser heman sindoqan, wê demê dê gelek destkeftî ji destê me biçin. Kurdên bakur dê hemû rêveberiyan bi dest xwe bixin û ev dûmahîka polîtiîkayên me ne. Li şûna vê, Tirkiye dikare sînor pirtir sist bike û ji cîhanê re jî bêje ku ew bi aborî û leşkerî nahêle ku kes destdirêjiyê li ser axa Kurdistanê bike.”Di nivîsa pêş de em ê gaveke din vê mijarê ronî bikin. Jixwe heke nexşeriya birêz Abdullah Ocalan jî diyar bibe, qedera herêmê dê bêhtir were nîqaşkirin.Kaynak: Qedera Herêma Kurdistana Federal - Amîda Kurd
[1]

Kurdipedia is not responsible for the content of this item. We recorded it for archival purposes.
This item has been written in (Kurmancî) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 1,139 times
Write your comment about this item!
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
Linked items: 13
Group: Articles
Articles language: Kurmancî
Publication date: 30-07-2009 (16 Year)
Content category: Kurdish Issue
Content category: Social
Content category: Articles & Interviews
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Item Quality: 99%
99%
Added by ( ئاراس حسۆ ) on 18-11-2023
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 21-11-2023
Title
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 1,139 times
QR Code
  New Item
  Random item! 
  Exclusively for women 
  
  Kurdipedia's Publication 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.172 second(s)!